Dilîn Ehmed/Qamişlo
Têkoşîn û berxwedana gel ya li dijî komên çete yên girêdayî Dewleta Tirk li ser bendava Tişrînê, didome. Gel dibêje ji bo ew li destkeftiyên şoreşê yên ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin xwedî derkevin, divê herkesê azadîxwaz, piştgiryê bide têkoşîna Bendava Tişrînê.
Ji destpêka Şoreşa Rojava û heta roja îro, dewleta Tirk ya dagîrek bi hovîtî êrişî destkeftiyan dike. Bi taybetî piştî destkeftiyên ku gel bi dest xistî. Bendava Tişrînê jî ji van êrişên hov nehat dûrxistin, lewra ew bûye misogeriya şoreşê. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ji bo destkeftiyên şoreşê biparêze, bi rihê şervanan, berê xwe dide bendavê.
Welatiyê bi navê Yûnis Ebdilmecîd Ehmed yê ji bajarê Qamişlo ku bi temenê xwe 60`û pênç salî û Mihemd Emîn Îbrahîm yê 50`î û sê salî, 31`ê Çile bi gelê Kantona Cizîrê re berê xwe dabûn Bendava Tişrînê û pênc rojan nobetê girtin, ji rojnameya me re axivîn.
`Berxwdana Bendava Tişrînê, berxwedaneke dîrokî ye`
Yûnis Ebdilmecîd Ehmed wiha got: “Bila cîhan tev vê yekê bizanibe ku berxwedana Bendava Tişrînê, azadiya Kurdistanê ye. Ji ber ku ne tenê şervan êdî gel jî bi rih û moralê şervanan li ber xwe dide. Çi kesê ku xwe dibîne welatparêz gereke li berxwedana bendavê xwedî derkeve. Lewra di demeke wiha de gel nasnameya xwe ji cîhanê re dide nîşandan. Di wan çend rojên ku em li wê derê man, me şîrova bingeha mirovahiyê dît, her wiha me bêhna azadiyê jî kir. Berxwedana ku li bendavê tê meşandin ne berxwedaneke hesan ne, keç û xortên me yê şervan, dîrok û pêşerojeke azad bi xwîna xwe dinivisînin û diparêz e.”
`Li bendavê armanca topên dijmin pêk nayê û wê pêk neyê`
Yûnis Ehmed da xuyakirin ku armanca tang û topên dewleta tirk, li bendavê pêk nayê û wê pêk neyê jî û waxaftina xwe wiha qedand: “Bila ticarî dewleta tirk û komên girêdayî wê ne hizirin ku wê bi êrîşên xwe yên hov moralê me têk bibe, na. Li bendavê her ku me govenda xwe digerand, dewleta tirk bi armanca şikandina moralê gel, derdora govendê topbaran dikir. Lê em xurttir dibûn û me bêtir hêz dida şervanên xwe û hem jî me hêz ji wan digirt. Me soza xwe ya azadiya xaka xwe li bendavê nû kir. Ji bo wê jî banga me li tevayî hêz û rêxistinên cîhanê re ew e ku li parastina mafê gelê Rojavayê Kurdistanê xwedê derkevin. Her wiha banga me li tevayîya gelê azadîxwaz re li pişta şervanên xwe bin û ji hêza wan bawer bin, çimkî ewin yê ku wê me ji hovîtiya dagîrkeran diparêzin.”
`Piştgirtina şervanan erk e`
Herwiha welatiyê bi navê Mihemd Emîn Îbrahîm bavê Şehîd Ciwan jî, balkişand ser girîngiya piştgirtina şervanên li Bendva Tişrîn û got; “Çûna gel ya li ser bendavê erka tevayîya gelê Bekur û Rojhilatê Sûriyê ye, lewra li Bandava Tişrînê şervanên me yên di çeperan de, ji bo hebûna gelê xwe şer dike. Me jî ji destpêka şoreşê ve soz daye şehîdên xwe ku em ê bi rih û têkoşîna wan li ber xwe bidin û xeyalên wan bi cih bînin.”
Mihemed Emîn bang li cîhanê kir û got; “Kurd nema kurdê berê ne, êdî em ê nema serê xwe li ber dijimin bitewînin. Lewra bi saya Fikir û felsefaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û berxwedana gerîlayên azadiyê me kirasê tirsê û mirinê qetandiye.”
`Yan jiyaneke azad ya mirineke bi rûmet`
Welatiyê bi navê Mihemed Emîn Îbrahîm bi silogana bijî berxwedana gel bijî berxwedan YPJ, YPG û QSD wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Rizgarkirina welatekî ne hêsane, bi taybetî ku ew welat bi xwîna keç û xurtên xwediyê xakê hatibe avdan. Lewra em wekî gel heta dawiyê emê li ber xwe bidin û çi jî ji me were xwestinê em ê amade bin. Ji ber ku welatê me hêja ye.”