Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso destnîşan kir ku berwxedana hevbeş ya gelên herêmê û hêzên QSD, YPG û YPJ’ê hişt ku hêza dewleta Tirk lawaz bibe. Herwiha Hiso da zanîn ku berwxedana bendavê bandorke mezin di nava civaka Sûriyê û raya giştî ya cîhanî de da avakirin.
Ev du meh in êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê berdewam dikin. Ev êriş li ser Sûriyê û tevahiya herêmê xeteriyeke mezin dide avakirin. Lê dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe tevî êrişên bi balafirên şer û bikaranînan tevahî çekên pêşketî jî, li hemberî berxwedana QSD û gelên herêmê bêçare maye û nikare gavekê bi pêş ve biavêje.
Derbarê berxwedana ku li bendava Şehîdan(Tişrînê) tê kirin û bandora vê berxwedanê, hevserokê Partiya Yelîtiya Demokratîk PYD`ê Xerîb Hiso ji rojnamey me re nirxandin kir.
Xerîb Hiso wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di rojên destpêkê de dewleta Tirk a dagirker bi zêdekirina êrişan hêvî ji xwe re çêkir, lê bi berxwedan û hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştgiriya wan ji bo hêzên QSD, YPG û YPJ hişt ku hêza Tirkiyê lawaz bibe. Destanên li bendava şehîdan(Tişrînê) têne kirin hatin saz kirin, bû weke mûcîzekî cîhanî pir mezin. Berxwedana ku hate meşandin pêş de çû ji ber ku civakên rêxistinkirî gavan navêjin paş, bi piştgiriya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedan bi ser ket û deng veda li pêşbirî cîhanê û gelê Sûriyê bi taybet. Berxwedan û şoreşeke ku biserbikeve hilbet wê bandorê li derdorê çêbike, ev berxwedan bandoreke sereke di hundirê Tirkiyê de ava kir hem di nava gel, siyasetmedar, rewşenbîr û çapemeniya Tirkiyê bû cihê nirxandinê, gelek alî jî ev berxwedan mafdar dîtin û AKP sûcdar dîtin, ji ber ku rewşa Rojhilata Navîn piştî rûxandina rêjîma Esed hate guherandin, lê Tirkiyê di vê rewşê de xwe neda guherandin weke hikumeta AKP, lewma jî êrişên xwe zêde dike li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Dewleta Tirk a dagirker her çiqasî êriş û komkujiyên mezin jî dike lê sivîl bi birayar û îradeyeke mezin berê xwe didin bendavê ji bo parastina vê berxwedan û nirxê giranbuha bike, felsefeyeke nû derket pêş ku gel û şervan bi hev re di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî li dijî dagirkeriya Tirk disekinin. Civaka bi rêxistinkirî wê karibe serkeftinê bidest bixe, ev rêxistin û berxwedan hişt ku diha zêdetir piştgirî dervî Sûriyê û Kurdistanê zêde bibe. Metirsiya Tirkiyê ji vê berxwedanê çêbû lewma banga çareseriyeke aştiyane kir, lê heta niha asta cidiyeta Tirkiyê di çareseriyê de ne diyar e.”
‘Di berwxedan Tirşînê de pîvanên mirovên rêxistinkirî derket pêş’
Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso wiha pê de çû: “Berwxedana gel ya dîrokî hişt ku di hundirê Tirkiyê de guhertin bê çêkirin, Tirkiyê ket nava du hilbijartinan ka êrişan berdewam û giran bike, lê bi domandina şer projeya wan dikeve xeteriyê xewin û xeyalên wan têk diçin û naghêjin armancên xwe, an jî lêvegereke ji xwe re çêbike di aliyê demokratîk û bratiya rast, di heman demê de hemû mijar benda axaftina Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseiyê. Pîvanên di hundirê Rojhilata Navîn de, Sûriyê û Tirkiyê hevsengiyek derxist pêş, ne hevsengiya şer mezitir kirine, lê AKP biryaran bi serê xwe dide ev jî şaştiyeke mezin e, berdewamkirina şêwazê şer, komkujî û afrandina fitneyan û bi tena xwe bimîne wê bibe pirsgirêk ji bo dewleta Tirk çêbike. Dewleta Tirk niha hemû hewildanên xwe dike da ku bi awayekî serkeftî destkeftiyan ji xwe re pêk bîne, cihê xwe bigre di pêvajoya çareseriyê ku di demên pêş de li Sûriyê çêbibe. Herwiha ji bo ku gelê kurd neghêjin armancên xwe û rê li ber demoqrasiya Sûriyê û mafê gelan bigre xebatan dike, li Şamê bazaran dike ji bo domandina êrişan li ser herêma Bakur û Rohilatê Sûriyê, vê yekê jî li ser civaka navdewletî ferz dike, her tiştî bi zanebûn dike da ku roleke çarseriyê bilîze di riya zêdebûn û girankirina êrişan. Çeteyên ku ji bo Tikriyê şer dikirin roj bi roj dev ji çekên xwe berdidin û vedgerin malên xwe, nikarîbûn bibin hêz û bersiv ji bo dewleta Tirk. Gelê herêmê jî bi berxwedan û têkoşînê êriş vala derxistin, kesên ku diçin bendavê da ku bibin hêz ji zarok û hêzên xwe re, ji bo aştî, azadî û parastina xaka xwe diçin, di vir de pîvanên mirovên rêxistinkirî derdikeve pêş.”
‘Berxwedana bendava Tişrînê bû nimûne ji bo giştî gelê Sûriyê’
Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso di nirxandina xwe de wiha anî ziman: “Berxwedana gel, hêzên QSD, YPG û YPJ danîna bedel, şehîd û bi sedan ji birîndaran li bendava Tişrînê hişt ku gelê Sûriyê yên di herêmên din de matmayî bimînin, ku çawa dewleteke weke Tirkiyê bi hemû hêza xwe li gel çeteyan nikarîbûn hêza gel û şervanan bişkînin. Dema ku gelên Sûriyê ev berxwedanî û rêxistinbûyîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîtin bang kirin da ku QSD wan biparêze û di herêmên wan de sîstema xweseriya demokrat ava bibe. Ev zêdetirî deh salan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe birêxistin kiriye, xwedî proje, saziyên demoratîk, yekrêziya axa welat, çandên herêmê û hêzeke rêxistinkirî ne, rêxistineke xurt di nava jin, ciwanan û hemû beşên civakê de hate ava kirin, ev proje dibe nimûne û tecrûbeyek derdikeve pêş. Pîvanên Şerê Gelê Şoreşgerî tê bikaranîn û tenê pênasekirina van pîvanan di herêma Bakur û Rohilatê Sûriyê de heye, lewma jî gelê hundirê Sûriyê bangewaziya wan zêdetir dibe, ji ber ku ew gelin ne birêxistinkirî ne, civak bê rêxistin û rêvebir maye. Rêjîma Bees nehiştibû gel xwe bi rêxistin bike û nûnerên xwe diyar bike, her dem siyaseteke zordar li ser wan hatibû ferz kirin, di heman demê de çete û dagirkerî vê yekê temam kirine, ji ber vê yekê berxwedana bendava Tişrînê bandoreke mezin li gelê Sûriyê kiriye.”
‘Berxwedana bendava Tişrînê mûcîzeya sedsala nû ye’
Xerîb Hiso îşaret bi berxwedana QSD, YPJ, YPG û gelê herêmê kir û wiha got: “Tabloyeke nû dide nîşandin herwiha bûye mûcîzeya sedsala nû, çûyîna gelê herêmê li qada şer û helwesta xwe diyar bikin cara yekemîne di dîrokê de çêdibe. Di aliyê siyasî, civakî hem hundir û derve bandorek pir mezin da çêkirin, hişt ku wijdan û exlaqê mirov xwe pîvan bike. Li seranserî welatên Ewropa kurd û dostên kurdan destekek mezin didin di riya li dar xistina meş û mêtîngên mezin, li seranserî Kurdistanê gelê bakur rojane têne ser sînorê rojavayê Kurdistanê çalakiyên piştgiriyê pêk tînin tevî zextên dewleta Tirk a dagirker, di heman demê de li başûr û rojhilatê Kurdistanê, ev ruhê bandora vê berxwedanê nîşan dide.”
‘Bendava Tirşînê destkeftiyeke mezin e ji bo gelên herêmê’
Xerîb Hiso wiha domand: “Raya giştî ya cîhanê rewşa li herêmê dişopîne û berxwedana bendavê mafdar dibîne, gelek alî, saziyên civaka sivîl û gelek hewildanên berfireh ji bo sekinandina êrişan dixebitin, zexteke mezin li ser dewleta Tirk û AKP tê kirin, ji ber ku di van êrişan de gelek komkujî, kesên navdar û mirovên xwedî bandor kir hedef. Bendava Tişrînê destkeftiyeke mezin ji bo gelê herêmê ye, di vê çarçoveyê de bi sedema êrişan bendav li ber rûxandin û tehlûyekê ve diçe, rûxandina wê metirsiyeke pir mezin li ser mirovan û zindiyên din dike. Gerek civaka navdewletî li gorî qanûn û pîvanên navdewletî van binpêkirina qebûl neke ev cihê şermezariyê ye, divê saziyên cîhanî yên têkildarî bendavan û saziyên ekolojîk bêdeng nemînin, tenê li gorî berjewendiyên welatên xwe tev negerin.”
‘Tirkiyê xwe kiriye navenda teror û çeteyan’
Xerîb Hiso bal kiand ser dadgeha Broksilê; Ji bo eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî mirovan, bi dîmen û delîl dadgehek hate li dar xistin. Dewleta Tirk a dagirker xwe kiriye navenda teror û çeteyan, bi hev re sûcên dijî çanda exlaq û hiqûqê dikin, di hundirê Sûriyê de sûcên pir hovane der heqê gel kirin û li hemberî îradeya gel sekinîn. Li Efrîna dagirkirî bi hezaran darên zeytûnan hatin birîn û cihên kevneşopî hetin dizîn, gorên êzîdiyan hatin rûxandin û hatin belge kirin, di heman demê de li Serê Kaniyê, Girê Spî û her deverên kurd lê jiyan dikin. Dadgeha Broksilê bandoreke mezin di nava raya giştî de çêkir. Em bi hêvî ne di demên pêş de mîna van dadgehan bên li dar xistin, hewildan heye ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadgeheke ji bo mîrên DAIŞ`ê bê li dar xistin û bang li welatên derve bê kirina da ku di darizandina wan de hazir bibin, lê zehmetiyên vê pilanê hene. Bi van wesîleyan ancex hesab ji dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bê xwestin bi nîşan û delîlan li pêşiya raya giştî û ji bêdengiya xwe derkeve.”
‘Divê civaka navdewletî bi erkên xwe rabe’
Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso bangewazî li civaka navneteweyî kir ku bi erkê xwe rabe û axaftina xwe wiha qedand: “Di aliyê siyasî û dîblomasî de hewildan pir têne kirin, hem di hundir û derve da ku ev şer were sekinandin. Ji ber ku yê dixwaze di Sûriyê de aştî, aramî û çareseriyeke demokratîk pêk were, gerek banga sekinandina şer û êrişan bike, yeksere zext li dagirkeriya Tirk û AKP bê kirin, eger liv û tevger ji bo çareseriya Sûriyê neyê kirin wê zêdetir pirsgirêk bêne kur kirin û şerê navxweyî wê zêde bibe. Bangewazî ew ku civaka navdewletî li gorî pîvan û qanûnên weke mîsaqên navdewletî bi erk, misyon û berpirsyartiya xwe rabin û van êrişên ku têne kirin, bidin rawestandin.”