Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şoreşa jinê ne rojeke lê siberojeke’

19/02/2025
in JIN
A A
‘Şoreşa jinê ne rojeke lê siberojeke’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo


Endama Kongra Star a bajarê Amûdê Rewşen Hiso diyar kir ku ji kêliya destpêkirina şoreşê û heta roja îro êrişên dagirkeran li ser jinê nehatiye rawestandin, bi domdarî pêşengên şoreşê dikin armanca êrişên xwe, da ku di şexsê pêşengan de destkeftiyên şoreşê têk bibin û got, “Şoreşa jinê ne rojeke lê siberojeke.”

Pergala zilamê desthilatdar di hemû serdeman de bi kiryarên xwe yên li dijî hebûn û nasnameya jinan tevahî civakan mehkûmî koletî û serî tewandinê kiriye. Bi şidet û qetilkirina jinan re ku di heman demê de qerkirina civakê ye, hebûna xwe domandiye. Lê di sedsala 21’mîn de jinan bêhtir xwe bi rêxistin kirin û di hemû eniyên têkoşînê de bi rola pêşengiyê rabûn. Jin îro tola hezarê salan ji pergala mêrê desthiladar hiltîne û rêya jiyana azad bi ked, fedekarî û bi berdel xêz dike. Herwiha Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinê hate destpêkirin, ji bo tevahî jinên herêm û cîhanê bû çavkaniya îlhamê. Hemû jinên xwedî lêgerîna azadiyê Şoreşa Rojava ji bo xwe wek qiblegeh dîtin û ji lehengiya jinên Rojavayî hêz û bawerî digirin.

Derbarê têkoşîna jin a di nava şoreşê de û parastina rola wê di hemû qadan de, endama Kongra Star a bajarê Amûdê Rewşen Hiso ji rojnameya me re axivî.

‘Azadiya jinê pêl bi pêl diherike’

Rewşen Hiso diyar kir ku heger em rewşa jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê binrxînin, ji her kesî re diyare ku jin berî şoreşa Rojava di çi rewşê de jiyan dikir û wiha got: “Berî hezarê salan bi hatina mêr li ser erşê desthilatdariyê, êdî qonaxeke nû ya bindestiya jinê hate destpêkirin. Di vê qonaxê de qirkirina jinê pêk dihat. Qirkirina jinê gihiştibû lûtekeya herî jor. Her çiqasî jin têkoşîn û berxwedanî li hemberî hişmendiya mêr ê desthilatdar daye meşandin jî, lê gavên ber bi azadiyê nehatibûn avêtin. Lê bi avakirina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, gava destpêkê ya ber bi azadiya jinê hate avêtin. Jina yekem ku cihê xwe di vê Tevgerê de girt, rê li hemberî azadiya hemû jinan jî vekir. Ji wê demê û şûn de azadî pêl bi pêl ber bi çar perçêyên Kurdistanê diherike. Şoreşa Rojava jî mîrasa herî mezin a jinê ye. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re jina kole bû xwedawenda qada civakê. Gavên dîrokî di aliyê jinê de hatin avêtin. Bingeha van gavan jî Rêber Apo bû. Rêber Apo mafê jinan  da naskirin û riya têkoşînê li pêş me vekir.”

‘Hewl didin bi hedefgirtina pêşengan destkeftiyên şoreşê têk bibin’

Rewşen Hiso di berdewamiya axaftina xwe anî ziman ku qadên jiyanê bi rengê jinê dixemile û wiha got: “Sedsala 21’emîn bû sedesala jinê. Jin ev sedsala bi berxwedanî û têkoşîna xwe neqişand. Dengê xwe li hemberî desthilatdariyê rakir û Jin, Jiyan Azadî belav kir. Ev deng li Rojava hate derxistin û li cîhanê hate belavkirin. Jinên Rojava qad bi qad cih girt û li kêleka mêrê ku cihê wê tenê mal didît xebat da meşandin. Ev zêdeyî 12 salan ji têkoşîna me di nava şoreşê de. Ev têkoşîn jî ne bi hêsanî xwe gihand roja me ya îro, berdêlên giranbuha hatin dayîn, zehmetî û astengiyên mezin hatin jiyankirin, lê îradebûn hêza herî mezin a jinê bû. Ji xwe ji kêliya destpêkirina şoreşê û heta roja îro, êrişên desthilatdar û dagirkeran li ser jinê nehatiye rawestandin, bi taybetî dewleta Tirk a dagirker bi domdarî pêşengên şoreşê dikin armanca êrişên xwe. Armanc jî ew e ku di şexsê pêşengan de destkeftiyên şoreşê têk bibin û keda ku bi salan hatiye meşandin  vala derxînin. Lê êdî jin bindestiyê nema weke berê hildibijêre û bêdeng dimîne, ji ber ku bi hezaran jinên ku bi Têkoşîna Azadiya Kurd û Têkoşîna Azadiya Jinê re xwe naskirin, bi têkoşîna zêdeyî 40 salan re bingeh û hîmê şoreşa ku îro li cîhanê bandor dike ava kirin. Di heman demê de agirê şoreşê bi destê jinên leheng hatiye pêxistin û wê bi destê jinan jî bigihêje serkeftinê. Ji ber ku Şoreşa jinê ne rojeke lê siberojeke.”

‘Azadiya jin û civakê misoger bikin’

Rewşen Hiso da zanîn ku yekîtiya jinan ji bo vê serdemê mijara herî girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Piştî hilweşîna rejîma Eseed ku ew jî mîna hemû desthilatdarên berî xwe tu maf neda jinê, rêveberiyeke nû hate li ser desthilatdariyê, ew jî Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam e ku ji aliyê Ebû Mihemed El-Colanî ve tê birêvebirin. Ev rêveberî jî hişmendiya wê, hişmendiya îslama tundrewe ya ku dixwaze jin cilên reş û girtî lixwe bikin. Herwiha cihê jin di nava xebatên siyasî, hiqûqî û hwd… de nequncaw dibîne. Em weke jin vê yekê tu carî qebûl nakin, di nava şoreşê de me weke jin da ispatkirin ku jin ne tenê di warê siyasî, hiqûqî, diplomasî, rewşenbîrî, rêveberî û hwd… kare bixebite. Lê di qada leşkerî de bibe pêşeng û mînak ji cîhanê re, ev yek hatiye isbatkirin û jiyankirin. Li ser vê bingehê banga min ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê heye ku em weke jin bi yetîtiya xwe hemû polîtîkeyên mêr têk bibin, da ku em azadiya xwe û civakê misoger bikin.”

Post Views: 162
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.