Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo edalet û wekheviyê têdikoşe

19/02/2025
in JIN
A A
Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo edalet û wekheviyê têdikoşe
Share on FacebookShare on Twitter

Di demeke ku HTŞ’ya cîhadîst dixwaze Zenûbiya ku sembola hêza jinê ye ji navereka perwerdê derxe de, Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û parastina mafên wan têdikoşe.

Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên malbat û civakê, bi taybetî jî pirsgirêkên girêdayî jinan ên wek zewaca di temenê biçûk de, hevberdan û wergirtina zarokan, Kombûna Jinan a Zenûbiya dixebite. Zenûbiya, hevkariya komîteyên lihevkirinê yên ku li gund û bajarên Dêrazorê yên mîna Hecîn, El-Basîra, Ebo Xeşeb, Cezra û El-Sur belav bûne, dike. Zenûbiya, ji bo pêkanîna edaletê di nava tekoşîn û berxwedanê de ye, hewl dide mafên jinan di nava civakê de biparêze û nehêle mafên wan werin binpêkirin. Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya têkildarî têkoşîna xwe ya ji bo parastina mafên jinan, ji ajansa JÎNHA’yê re  axivîn.

‘Kombûna Zenûbiya pirsgirêkên jinan çareser dike‘

Endama Komîteya Lihevkirinê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li Hacînê Heyat Ismaîl tekez kir ku tevî pirsgirêk û gefên ku mafên jinan binpê dikin, tekoşîna wan a parastinê didome û wiha got: “Tevî hemû astengî û pirsgirêkan, têkoşîna me ji bo parastina mafên jinan didome. Yek ji destkeftiyên ku Kombûna Zenûbiya bi dest xistiye jî, çareserkirina pirsgirêka jinek ciwan ji bajarê Laziqiyê ya Sûriyê ye. Ji bo zanakirin û hişyarkirina jinan em di nava xebatê de ne. Zextên civakî dihêle jin ji nasnameya xwe dûr bikevin. Ev jî pirsgirêkên jinan zêdetir kir. Jin ji qada siyasî û civakî hatin dûrxistin.”

 ‘Ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê têdikoşin’

Rêvebera Mala Jin li herêma El-Kesra Seher Hesen Mustafa jî bal kişand ser têkoşîna ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan a di nava civakê de û got: “Pêwendiyên me bi komîteyên lihevkirinê re ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan berdewam in. Herî zêde em bi pirsgirêkên di navbera jin û mêr de, hevberdan û mafê wergirtina zarokan re rûbirû dimînin. Ev pirsgirêk jî li dadgehan bi rêya zagoanan tên çareserkirin û mafên jinan tên parastin. Bi rêya nîqaşan, me karîbû rêjeyên zewaca biçûk di van demên dawî de kêm bikin. Ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em di nava tekoşînê de ne. Her wiha em hewl didin rola jinan di avakirina civakê de carek din aktîf bikin.”  JÎNHA

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.