Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dicle FM yek ji berhemê Şoreşa Rojava ye’

16/02/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Dicle FM yek ji berhemê Şoreşa Rojava ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Dêrik


Reveberiya Dicle FM Felek Mihemed diyarkir ku Dîcle FM yek ji berhemên şoreşa Rojavayê kurdistanê ye ku kar û xebatên xwe dimeşîne, li gel hemû astengiyên Dewleta Tirk a dagirker jî Dicle FM dengê xwe dide bihîstin û dibe deng û rengê civakê.

Rêveberiya Dicle FM Felek Mihemed ji rojnameya me ra behsa girîngiya çapameniya azad, kar û xebatê Dicle FM kir.

‘Çapemeniya azad roleke girîng dileyîze’

Felek Mihemed diyarkir ku Çapemeniya azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çarparçên kurdistanê xebatên girîng dimeşîne û got ” Çapemeniya azad ji bo ku bibe alîgirê rastiyê  roleke girîg dileyîze û dibe dengê êş û kêyfxweşiya civakê. Rûxmê hemû metirsiyan jî di hemû qadan de xebatên xwe didomîne. Dicle FM jî di bin siya çapemeniya azad de kar û xebatê dimeşîne da ku deng û rengê gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji giştî cîhanê re ragihîne.

‘Li ser dengê rastiyê Dicle FM xebatê dimeşîne’

Felek Mihemed ragihand ku Dicle FM di 18’ê Gulana 2021’an de weke qanaleke girîng a radyoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi weşanê kir û wiha got”  Rojhilata navîn heremeke tijî pevçûn û alozî ye, ji ber wê jî em wek çapemeniya azad  bêalîbûnê bingeh digirin û bi rêya belavkirina çanda hemû pêkhateyên herêmê, hewl didin jiyaneke hevbeş ava bikin ji bo gihandina dengê rastiyê Dicle FM li ser asta herema Dêrikê û derdora wê 18 saetan xebatên xwe dimeşîne ji 7.00’ê sibê destpêdike heta 12.00 şev li ser du pêlan kar dike pêla navendî 100.3 li Bajarê Dêrikê de xebat dike pêla 8.7’jî  ji Dêrikê heta qamişlo,  ji aliyê Başur de jî heta şengalê dibe dengê rastiyê . Di radyoya Dicle FM de beşa Kontrolê bingeha radyoyê ye ku  Radyo li ser hatiye avakirin , di navenda Nûçeyan û beşa Nûçegihaniyê de jî 3 beş hene. Beşa kontrolê, beşa Nûçegihaniyê heye. Navenda nûçeyan bi zimanê kurdî û erebî kar û xebat tê meşandin.

 ‘Rojevên weşana Dijle FM’

Felek Mihemed got ku” Rojevên ku di weşana me da xwe didin pêş hemla cîhanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ew 26 salin di gireva îmraliyê de di bin îşkenceyeke giran de tê ragirtin.  Meş, çalakî û hevdîtinên ku pêre tên kirin.  Herwiha êrîşên Dewleta Tirk li ser parastina medyayê, êrîşên li ser sivîlan û binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Êrîşên li ser  Rojnamevan, zarok û jinan jî di weşana me da dibin rojevên sereke. Mijarên girêday pêvajoya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têde derbas dibe û rola jin di şoreşa 19’ê Tîrmehê de, îşkence û destdirêjiya ku li ser jinê tê meşandin. Darizandina jinê li Rojhilatê Kurdistanê û îranê mijarên serekene.”

‘Dicle FM yek ji berhemên şoreşa Rojava ye’

Felek got ku Dijle FM yek ji berhemên şoreşa Rojava ye ku dibe deng û rengê civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dirêjahî da axaftina xwe “Di radyoyê de gelek bernameyên taybet jî têne pêşkêşkirin bernameyên siyasî. Civakî, jin, ol û tenduristî û çandî cîh digrin. Li gor geşedanên li Rojava, rojev têne guhertin piştî ruxandina Rejîma baas êrîşên dewleta tirk li ser herema Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn li ser bendava Tişrînê, Minbic û Eyn Îsa û gelek heremên din bi rêya çete û balafirên xwe êrîşan li ser heremê pêk tîne. Şervanê QSD’ê berxedaniya bêhempa li hemberê wan dimeşîne di heman demê de gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  bê tirs berê xwe didin Bendava berxwedanê rûxmê ku dewleta tirk gelek caran gel dike armac jî, gel berxwedaniyeke dîrokî dimeşîne. Gelê Bakûr û Rojhilatê sûriyê di dîrokek pir hestiyar re derbas dibe şerê hebûn û nebûnê dide meşandin, berxwedaniya gel ne tene li Rojava, li çar parçê kurdistanê û derveyî welat jî tê meşandin. Di radyoyê de van mijaran bi rêya dosya, nûçe û bernameyan di rojeva me de cîh digrin.

‘Dewleta Tirk rojnamevanên ku rastiyê dişopînîn dike armanc’ 

Felek di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Dewleta tirk yên li ser Rojnamevanan û wiha domand” Li Çar parçên Kurdistanê û taybet li Rojavayê kurdistanê Rojnamevan gelek caran dibin armanca êrîşên Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên  herî dawiyê de jî 9 hevalên me yên rojnamevan dema ku êrîşên dewleta tirk yên li ser heremê dişopandin bi awayekê hovane hatin hedefgirtin, di nav rojnamevanan de 2 endamên Dicle FM jî bi giranî birîndarbûn. Bila dewleta tirk vê yekê baş bizanibe em ê, tu carî dev ji rastiyê bernedin û heta dawiyê em ê bibin dengê heqîqetê.”

Post Views: 165
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.