Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Mozîkê karî eşqekê di hundirê min de ava bike’

16/02/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Mozîkê karî eşqekê di hundirê min de ava bike’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo


Mozîkjen Îvan Ibrahîm diyar kir ku dema mirov ji tiştekî hez bike wê gelek gavên serkeftî bavêje û afrîneriyê jî bike û got, “Roj bi roj mozîkê karî eşqekî di hundirê min de ava bike.”

Îvan Ibrahîn 31’ê Gulana 2002’an de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Wî heya refa 11’an xwendiye û paşê berê xwe daye mozîkê. Ji sala 2015’an ve wî dest bi stranbêjiyê û lêdana tembûrê kiriye.

Di derbarî jiyan û fêrbûna mozîkê de,  mozîkjen Îvan Ibrahîm ji Rojnameya me re axivî.

‘Bi riya mozîkê mirov peyaman dighîne’

Îvan Ibrahîm da zanîn ku Xalên wî li amûrên mûzîkê dixin û bavê wî jî li tenbûrê dide û wiha got: “Hertim li mal dema bavê min li tembûrê dida û distirandin, min lê temaşe dikir û ez roj bi roj pêve dihatim girêdan. Lê dema min xalên wê yê zirav nas kir û çawaniya bikaranîna wê êdî min biryar da ku bavê min, min fêr bike. Di heman demê de xalê min waneyên mûzîkê jî didan ez tevlî wan bûn, destpêkê ez fêrî bexlemê bûm. Sala 2015’an ve min dest bi lêdana tembûrê û stiranbêjiyê kir. Di sala 2017’an de ez tevlî Koma Erkê xweparastin bûm, li wir min li amûra nefxê dida navê wê Tirimpît bû. Li wir salekî mam û ez fêrî wê bûm. Her wiha di sala 2018’an de ez tevlî Koma Merasîman bûm a bi navê Akadimiya Mozîka Leşkerî û Pirotokolê û heya niha jî hîn ez vî karî berdewam dikim û amûra ku lêdidim Tirimbole. Di 2018’an ez tevlî koma mûzîkê ya bi navê Harmonî bûm û min li bexlemê dida, di wê komê de kurd, ereb, siryan û ermen hebûn, astengiyên ku li wir rastî me hatin ku cih nebû em li wir xwe fêr bikin, amûr tunebûn, di heman demê de derûniya me nerehet bû. Êdî her yek ji me bi cihekî ve Çû.”

Mozîkjen Îvan Ibrahîm axaftinên xwe bidawî kirin û wiha got:”Niha jî ez li malê me carnan ez û birayê xwe bi hevre li amûrên mûzîkê didin. Ji ber rewşa ku em têre derbas dibin, wek astengiyekiye li pêşiya ku mirov bikaribe keyfê bike û stranan bêje. Di demên pêş de ez hewildidin gavên mezin bavêjim, awaz û peyv li cem min hene lê em jî li benda rewşa welatin ku aram bibe, da ku her kes xemil û xeyalên xwe pêk bîne û kurd bighêjin mafên xwe. Dema mirov ji tiştekî hez bike wê bi ser bikeve û gelek tiştan biafirîne, bi riya mûzîkê re mirov dikare hemû peyamên xwe bighîne. Heger tu bixwazê nasbikin ku miletek çiqasî pêşketiye, li mûzîka wê guhdar bike. Mirov bi hemû rewşên xwe berê xwe dide mûzîkê.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.