Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şopên jiyana komînal a civaka Kurd: Şevbêrk

16/02/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Şopên jiyana komînal a civaka Kurd: Şevbêrk
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan


Dengbêj û çîrokbêj, li bajarê Dêrika ku civaka komînal û hevpar lê zindî ye, bi şevbêrkan, ruh û hestên dîroka kevnar û civakî ji nûve vedijînin.

Di çanda Kurdan de gelek şopên jiyana kevin a komînal hene. Yek ji vê çanda kevnar jî şevbêrk in. Bi taybetî bi hatina payîzê re ji ber ku kar û xebatên ji derve tên kirin ên mîna çandinî û hwd. namînin, endamên civakê li hev kom dibin û di şevên dirêj de şevbêrik li dar xistin. Di vê kombûnê de kesek ji şevbêrkan re pêşengiyê dike û birêve dibe. Di şevbêrkan de mîna hemû karên komînal ên di nava civakê de jin û mêran bi hev re stranên dengbêjiyê gotine û li hev vegerandine. Di nava civakê de ji payîzê heta demsala Biharê gotin di cih de be her roj li malekê şênî dicivin bi çanda şevbêrkan dîrokê derbasi nivşê nû dikin. Bi rêya dengbêjî û çîrokên kevnar çandê derbasî siberojê dikin. Bi riya van dengbêjan civaka Kurd a di hemû kar û xebatên xwe de jiyana komînal esas girtiye, bi vê çandê şevên xwe bi kêfxweşî derbas kirine û ji dîroka xwe haydar bûye. Bi riya şevbêrkan dîrok û çand nifş bi nifş anîye îro û derbasî siberojê dike.

Hê jî gengaz e ku mirov şopên jiyana komînal a kevnar bibîne. Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, em îro dibînin ku hê jî berhemên civaka komînal a kevnar lê zindî ne. Dengbêj û çîrokbêjên ku di hemû gotinên xwe de dîrokê vedibêjin ji bo ajansa me şevbêrkek li dar xistin. Di şevbêrkê de dengbêj Helîm Mihemed yê ji gundê Besta Sus, Xanê Evdila Hisên a ji gundê Besta Sus, Hazim Derwîş yê ji gundê Mêrga Mîra, Elî Yûsif ê bi eslê xwe ji Cizîra Botan e, bi stran, dengbêjî û çîrokên xwe şeveke rengîn û dewlemend ji me re hiştin.

Bi riya şevbêrkan vegotina dîrokê

Dengbêj Hazim Derwîş bi dengbêjiya ‘Helya Mîro’ şevbêrk da destpêkirin. Piştî dengbêjiyeke bedew a ruhê me germ kir dengbêj Elî Yûsif li ser şevbêrkên ku di dîroka Kurdan de ciheke girîng girtiye şîrove kir. Elî Yûsif got “Em ê niha li ser Efun û Hêjal bibêjin” û dengbêj dest bi dengbêjiya xwe kir.

Paşê dengbêjên jin Helîm Mihemed û Xanê Evdila Hisên dengbêjiya ‘Memanî’ strîn.

Serpêhatiya Sultanê

Şevbêrkên ku bi dengbêjiyê dewlemend dibin bê çîrok nabin. Li ser vê yekê dengbêj Hazim Derwîş çîroka ‘Siltanê’ ya ku tê gotin li Botanê jiyaye û parçeyek ji serpêhatiya wan çaxan vedibêje got. Strana dengbêjiyê jî li ser çîroka bi êş ya Sultanê ku bi darê zorê tê zewicandin, tê strîn. Dengbêjan paşê him stranên xwe gotin him jî li hev vegerandin.

‘Em ê nehêlin bê jibîrkirin’

Xanê Evdila Hisên ya di şevbêrkê de li ser parastina çandê axivî wiha got: “Çanda me çandeke pîroz e. Divê em tu caran bêxwedî nehêlin. Ji bo parastina vê çandê çi ji me bê em ê bikin. Berê ji xeynî vê çandê tiştekî me tunebû. Stranên dawetan hemû bi devkî dihatin gotin. Em ê nehêlin ev kevneşopî bê jibîrkirin.”

‘Divê bên parastin’

Elî Yûsif bi gotina; “Me xwe bi vê çandê parast û em heta îro hatin” bal kişand ser parastina çandê û ev tişt got: “Nifşekî xebitî bo ku nifşeke din bigihîje serdema pênûs û lênûsan. Hêviya me ji helbestvan û nivîskarên me ew e ku vê çandê binivîsînin bikin pirtûk û li dibistanan li ser wan ders bidin ji bo şagirtên me jî bixwînin û fêrî çanda xwe bibin. Hûn bixêr û silamet hatin vê şevê. Di werza havînê de bi şevbêrka dengbêjên ji Dêrikê em jî bi dengbêjî û çîrokên hatin gotin hinek din hay ji çanda xwe bûn. Em jî di wê hêviyê de ne ku ruxmê hemû polîtîkayên bişaftinê yê li ser çand û dîroka me Kurdan çawa ku çanda me gihiştibe van rojan, di roja me de jî li dijî van polîtîkayan bi parastina çand û kevneşopiyê em bikaribin bigihînin pêşerojê. NÛ JINHA

Post Views: 153
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.