Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Koma Serdem dê bi hunera xwe bavê Teyar bi de jiyandin’

16/02/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Koma Serdem dê bi hunera xwe bavê Teyar bi de jiyandin’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Viyan/Qamişlo


Helbestvan û yek ji rêveberê Navenda Çand û Huner a Serdem Ferhad Merdê da diyarkirin ku Çand û Huner a Serdem ji gelek aliyan ve deyndarê Bavê Teyar e, û wiha got:  “Şanoya Kurdî mîrateya Bavê Teyar û Yekta Herekol e.”

Çand û Hûner a  Serdem di sala 2017’an da girêdayi Erka Xwe Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê avakirin. Di sala 2018’an de bi tevlîbûna Çand û Huner a Şehîd Osman ya Bavê Teyar a şanogeriyê kom tê mezinkirin. Gelek berhemên Çand û Huner a Serdem yên ku ji bona piştgirî didin şoreşê hene. Di komê de, du giropên stran, tîma bando û beşa şano cih digire.

Derheqê xebatên Navenda Çand û Huner a Serdem, di heman demê de jî, şahadeta şanogerê mezin û endamê Çand û Huner a Serdem Bavê Teyar (Cuma Xelîl) helbestvan û rêveberê Çand û Huner a Serdem Ferhad Merdê ji rojnameya me re axivî.

Damezirandina Çand û Huner ya Serdem 

Navenda Çand û Huner ya Serdem di sala 2017’an de weke koma bi navê nihasîn tê avakirin. Di destpêka damezirandina xwe de, di bin sîwana Erka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dest bi kar û xebatên xwe dike. Endamên komê yên damezirandinê ji leşkerên erka xweparastinê pêkdihatin. Di sala 2018’an de weke komekê stranan xebatên xwe berdewam kirin. Piştre endamên şanoyê yên Bavê Teyar a şehîd Osman jî tevlî Çand û Huner a Serdem dibin. Çand û Huner a Serdem ya stran û şano tên birêxistin kirin. Bi TEV-ÇAND a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi rengekî hevpar xebatên xwe yên hunerî em didin meşandin. Mijarên berhemên komê civakî û jiyanî ne. Gelek berhemên komê yên li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê, êrîşên dagirkeriyê û piştgiriya şervanên QSD û YPJ’ê hene. Rojên pîroz yên navdar jî hunerên xwe pêşkêşî gelên herêmê dikin. Çand û Huner a Bando ya girêdayi Serdem jî xebatên xwe yên hunerî berdewam dikin û perwerdeya Çand û Huner a bando jî tên meşandin. Çand û Huner a  Serdem hejmaran wan 33 kesin. Çand û Huner a şano ya Bavê Teyar ya bi navê Şehîd Osman jî berhemên xwe yên şano ji bona welatiyan pêşkêş dikirin. Bi tevlîbûna Çand û Huner a Bavê Teyar ya li Çand û Huner a Serdem hêzekî pir xurt dan endamên komê yên berê. Peymangehên hunerî hatin vekirin. Bi riya şano û stranan gelek ciwan tevlî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bûn. Çand û Huner a Serdem bi tevlîbûna Çand û Huner a Şehîd Osman ya Bavê Teyar bû bingehekê mezin ji bona hunera Kurdî.

‘Bavê Teyar rûkeniya mezin di dilê civakê de hişt’

Helbestvan û yek ji rêveberên koma Serdem Ferhat Merdê anî li ser ziman ku Cuma Xelîl (Bavê Teyar) kesayetekê ku rûkeniyekî mezin di dilê civakê de hişt û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Kesayetên ku weke Cuma Xelîl mîrateyekî mezin yên gelerî ne û hebûna xwe di dilê gel de teqez kirin e. Bavê Teyar dema ku dikenand, di heman demê de jî mirov dida hizrandin û zanisteke mezin di nava civakê de dida afrandin. Demekê dirêje ku em Bavê Teyar nasdikin û me gelek kar û xebatên Çand û Huner a Serdemê bi hevre dane meşandin. Bavê Teyar hem şoreşger hem jî şanoger bû û şoreşgertiya wî rengekî cuda dida hunera wî. Ji temenê 7 heya 70’ê salî Bavê Teyar nasdikirin. Di komê de jî bandoreke mezin ya Bavê Teyar hebû. Dema amadekirina şanoyekê, heya nîqaşên jiyanî jî, bandoreke mezin di nav hevalên komê de kir. Em çawa jiyana Bavê Teyar vebêjin, em heya jiyankirina wî ya di nav kar û xebatê de nebêjin em nikarin jiyana Bavê Teyar pênase bikin. Cuma Xelîl yek jî damezrênerên Çand û Huner a  Serdem a hunerî bû. Bi karakterê Bavê Teyar bû bavê Kurdistan ê. Bi dilekî wêrek û pir mezin çû bendava Tişrînê. Ev dilê mezin ê hunermendî ye.”

‘Em ê Bavê Teyar bi domandina hunera Kurdî bidin jiyan kirin’

Ferhad Merdê xebatên koma Serdem ên di dema pêş de bêne plansazkirin nirxand û wiha axaftina xwe qedand: “Çand û Huner a Serdem di rastiyê de jî, weke me li jorê anî ser ziman bingeha Çand û Huner a Serdem bi tevlîbûna Çand û Huner a Şehîd Osman xurttir bû. Ji bona pêşxistina komê stran tenê ne têrker bûn. Raste stran jî çandekî gelêrî ye, lê tenê ne bes e. Em di mîrateya Yekta û Bavê Teyar li erdê nahêlin. Şano û filmên Bavê Teyar jiyana me dida hezkirin. Weke Çand û Hûner a Serdem jî projeyên filmên Bavê Teyar û ji bona piştgriya şervanên QSD û YPJ’ê stranên me yên şoreşgerî didomin. Çand û Huner a Serdem ji ber ku girêdayi saziya Erkaxweparastinê ne, parastina rewa û şerê gelê şoreşgerî jî di asta civakî de, pêşdixin. Ji ber ku huner jî qadeke ku têkoşînê digihîne lutkeyekî bilind. Em ê bi mîrateya Bavê Teyar ya şanoya Kurdî berdewam bikin û bi ti awahî nahêlin rûkeniya zarok û civaka Kurdistanê vemire. “

Post Views: 146
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.