Dîlan Mulhim\ Qamişlo
Hevseroka Partiya Yekêtiya Dîmokratîk PYD’ê Perwîn Yûsiv diyar kir ku şehîd Hîva Erebo yek ji pêşengên şoreşa Rojava bû û di oxira şoreşê de gelek kar û xebatên giranbiha daye meşandin. Perwîn Yûsif da xuyakirin ku ew ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin û doza wan bi serkeftinê tacîdar bikin.
Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser gelê kurd de, bi taybet jinên pêşeng dike hedef. Herî dawiyê di encama êrişeke dagirkeriyê de li ser Başûrê Kurdistanê jina pêşeng Hîva Erbo şehîd bû.
Kurte jiyana şehîd Hîva Erebo
Têkoşer Hîva Erebo di sala 1981’an de li bajarê Dirbêsiyê ê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Di malbateke welatparêz û bi çanda xwe û zimanê û nasnama xwe ve girêdayî mezin bû. Malbata wê hîn ji temenkî biçûk ve ew li ser nirxên şoreşa gelan û felsefa jina azad perwerde kir, herwiha di temenê 16 Salî de beşdarî xebatên siyasî dibe û di nava xebatê rêxistinkirina gel de cih digre. Weke jineke ciwan a Kurd ji bo azadiya gelê xwe û azadiya jinan di sala 2000’î berê xwe da çiyayê Kurdistanê yên azad. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava û damezrandina Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê wekî pêşengekê kar û xebat kir û di gelek qadan de bi rola xwe rabû.
Di 27 çileya 2025 `an de dema ku endama Koordînasiyona PYD’ê Hîva Erebo çûbû Başûrê Kurdistanê bi armanca ku bi rêxistinên jinan re hevdîtin bike, ji aliyê dewleta Tırk ve hate hedefgirtin û di encamê de şehîd bû.
Di derbarê kesayet, kar û xebatên Şehîd Hîva Erebo, hevriya wê hevseroka Partiya Yekêtiya Dîmokratîk PYD’ê Perwîn Yûsiv ji Rojnameya me re axivî.
Kar û xebatê Şehîd Hîva Erebo
Perwîn Yûsiv anî ziman ku ji destpêka şoreşa Rojava ve şehîd Hîva Erebo kedeka mezin daye û got: “ Şehîd Hîva Erebo di nava kar û xebatên xwe de nirxê civake azad û dîmokratîk bingeh girt û ji bo wan nirxan têkoşîna xwe berdawam dikir. Şehîd Hîva di gelek saziyên Rêveberiya Xweser de kar û xebat dida meşandin û cihê xwe di mecils, komîn û desteyên jinan de girtbû. Ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser ve heval Hîva Erebo yek ji jnên pêşeng ên Rêveberiya Xweser bû û di destpêkê de cihê xwe di kondirasyona Desteya Jin de girt. Wê di nava xebatên Desteya Jin de xweseriya jin diparast û hêz dida jinê ji bo ku karibe rêvebertiyê bike. Di dawiya sala 2015`an de weke hevseroka kantona Cizîrê cihê xwe girt û di vî karî de têkoşîneke mezin kir. Di heman demê de ji bo jinên kurd û ereb civîn çêdikrin, di got em weke jin doz û azadiya me yeke. Wê tekez dikir û digot pêwîste yekîtiya gelan ava bibe û li ser vê bingehê gelek kar birêvebir. Dema komkojiya li Şengalê hate kirin, ji bo pêşewazîkirina gelê Şengalê, wê cihê xwe di rêveberiya kampa Newroz de girt û destek û piştgirî da gelê kurd yê Êzdî. Li her cihê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kengî kar û xebat dihat xwestin, şehîd Hîva pêşeng bû û bi erka xwe radibû.”
‘Armanca dewleta Tirk têkbirina destkeftiyên şoreşê ye’
Perwîn Yûsiv da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka şoreşa Rojava ve êrişî destkeftiyên gelan dike û wiha domandin: “Ji bo têkbirina şoreşê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe bênavber dewam dike. Dewleta Tirk a faşîst hertim pêşengên şoreşê dike hedef. Ew di êrişên xwe de bi taybet rengê jina azad dike hedef, ji ber ku jin îro civakê birêve dibe û birêxistin dik. Di heman demê de armanca dewleta Tirk têkbirina pirojeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşê ye, ew dixwaze bi rêya hedfgirtina jinan ku pêşengiyê ji şoreşê re dikin, şoreşê têk bibe. Dewleta Tirk a dagirker zagonên mafê mirovan binpê dike. Ji ber wê pêwîste dewleta Tirk a dagirker di dagehên navnetewî de wer dagehkirin. Herwiha pêwîste cîhan û bi taybet tevgerên jin bê deng nemînin. Bêdengiya hêzên navnetewî rê dide dagikeriyê ku sûcên xwe dewam bike û jin û zarokan jî qetil bike. Bêdengiya navneteweyî û bi taybet ya hikumeta Başûrê Kurdistanê cihê şermezariyê ye.”
Bandora şehadeta şehîd Hîva Erebo
Hevseroka Partiya Yekêtiya Dîmokratîk PYD’ê Perwîn Yûsiv axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga me ji hêzên navnetwî re heye ku bi erkê xwe rabin û rê li ber hedefgirtina jinan bigirin. Herwiha şehadeta Hîva Erebo bandoreke mezin li civakê û li ser me kir, di heman demê de Hîva Erebo dildarê gel û soza xwe bû. Li ser vî bingehî emê heta dawiyê li ser şopa şehîd Hîva Erebo berxwedaniyê berdewam bikin û doza ku wê daye meşandin bi serkeftinê tacîdar bikin.”