Birûc Resûl/Qamişlo
Rojnamevan û çalakvana kurd Emîne Hisên diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşa tevahî jinan e, şoreşê jin ji xewa giran a ku di bin pergala dagirker û koletiyê de bû; şiyar kirin û wiha got: “Şoreşa Rojava jiyaneke nû ji me re afirand û pêwîste em dev ji têkoşîn û berxwedanê bernedin. ”
Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan veguherî hevgirtin û rêveberiyeke demokratîk ya ku ji etnîke û nasnameyên cuda yên weke Kurd, Ereb, Ermenî, Aşûrî-Suryanî, Çerkez, Tirkmen, Misliman, Xristiyan, Êzidî, Sunî û Elewî pêk tê. Di Şoreşa Rojava de ku jinan ji bo şoreşê gelek berdel dan, jinan di her alî de xwe birêxistin kirin û birêxistinbûna xwe berdewam dikin. Her wiha di destpêka Şoreşa Rojava de jinên Kurd ên rojnamevan şerê zihniyeta civaka paviksalar kirin û bi ser ketin. Îro wê civakê li ser felsefeyek rast bi rêxistin dikin û dibin eynika civakê. Di aliyekî din de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişê dagirkeriyê, pêkanîna komkûjiyan, sûcên şer ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk tên. Jinên rojnamevan bi ked û têkoşîna xwe hewl didin rastiya ku tê jiyîn, ji raya giştî re raghînin. Bi vê ked, têkoşîn û fedakariya şehîdên rojnamevan, îro felsefeya Jin Jiyan Azadî bûye felsefeyek cîhanê ku her jin azadiya xwe di vê felsefeyê de dibîne. Di vê çarçoveyê de Rojnemevan û çalakvana kurd Emîne Hisên ku li Ispaniyayê dijî, ji Rojnemeya me re axivî.
‘Jina îro ne jina berê ye’
Emîne Hisên di destpêka axaftina xwe de balkişand ser rola jin di Şoreşa Rojvayê Kurdistanê de û wiha got: “Ev demeke ku ez hatim aliyê Rojavayê Kurdistanê ji bo şopandina rewşa ku niha Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe ku ez bibim şahidê van rojan, bê guman şopandina min bi taybet li ser rol û misîyona jin di nava şoreşê de ye, ji ber ku Şoreşa Rojava bi keda jinê hat serxistin û li tevahî cîhanê deng veda û bû nimûne ji bo tevahî jinan. Belê wek tê zanîn û xuyakirin ku Suriyê ber bi pêvajoyeke nû ve diçe, ev pêvajo jî li ser jinê gelek metirsî avadike, her tim di hişê her jinekê de lêpirsîn tê çêkirin; wê rewşa jin ber bi kûve biçe û mafê wê di Sûriya nû de wê bi çi rengî be? Her wiha ev guman û pirs di serê me de tên avakirin, li kêleka van pirsan jî têkoşîn û berxwedaniya jin di asta herî jor de didome, ev jî hêviyekî pir mezin bi xwe re tîne ku wê jin bê maf nemîne. Jina îro ne jina berê ye, nema koletî û bindestî qebûl dike, berdêlên herî giran dan ji bo azadî û aşîtiyê. Lewma jin wê qebûl neke ku careka din vegere jiyana tarîtiyê û çarşefa reş li wê were kirin, ewê her bi têkoşîna xwe mafê xwe bi dest bêxe. Ji ber vê yek pêwîste dengê jinan bighêje tevahî cîhanê.”
‘Jin bingiha civakê ye’
Emîne diyar kir ku jin pêşengtiya şoreşa Rojava kir û xwe ji tevahî cîhanê re îsbat kir û wiha pê de çû: “Jina ku xwe di nava şoreşa Rojava de bi cih kir û bi rol û misîyoneke aktîf di hemû qadan de tevgeriya, ev jî da îsbat kirin ku jin dikare cihê xwe di her qadê de bigire û rêvebertiyê bike. Jin xwedî ked û hişmendiyeke xurte, bi hêsanî dikare civakê bi awayekî rast bi rêve bibe. Lê ew hişmendiya ku jinê biçûk û nezan dibînin, ew kes xwe dixapînin. Çawa ku maf ji zilam re hatiye dayin û bi serbest jiyana xwe dijî, bê guman ew maf ji bo hemû jinan e jî. De oxira guhartina vê hiûmendiyê de jinên Kurd di şoreşa Rojava de têkoşînekî mezin meşandin û ev hişmendî dan guhartin, bi taybet sekin û berxwedana jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye nimûne ji tevahî jinan re. Her wiha piştî ketina rêjîma Baas gelek guhetin hatin çêkirin, pêwîste di nav van guhertinan de mafê jin di destûra Sûriyê de were nivîsandin, bê guman eger mafê jinê di destûra nû de neyê nivîsandin, çareserî û aloziya Rojhilata Navîn jî bi dawî nabe. Ji ber ku ti jina îro qebûl nake xwe radestî zihniyeta dewletê bike, her ew ê li ser piya be û daxwaza mafê xwe bike. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî wê jin bigihîjin armanc û mafê xwe. Îro rola jin di nava civakê de girînge. Lewma bila her kes bizanbe ku jin ne nîvê civakê ye, ew civak bi xwe ye.”
‘Dengê rastiyê ti carî nayê qutkirin’
Rojnamevan û Çalakvana kurd Emîne Hisên di dawiya axaftina xwe de da xuyakirn ku dengê jinan û têkoşîna wan wê her zindî bimîne û got: “Em dibînin ku her rojnamevan tên hedefgirtin û bi taybet rojnamevanên jin, dijmin ji dengê rastiyê û vîna gelan ditirse, lewma rojnamevanan dike armanc û sûcên dijmirovî li ber çavê cîhanê pêk tîne. Lê belê her ku hevalekî me li ser riya rastiyê û dengê rastiyê şehîd dikeve, ev me zêdetir xurt dike. Bila dijmin ne fikire ku bi şehadeta rojnamevanan wê çavê me bişkîne an dengê rastiyê qut bike, em ê heya dawiyê şopdarê rojnamevanên ku ji bo dengê rastiyê canê xwe feda kirine bin. Her wiha pêwîste her jinek xwe berpirsiyarê vê şoreşê bibîne, ji ber ku serkeftina şoreşa Rojava, serkeftina mafê tevahî jinan e. Bê guman em ji hêz û îradeya xwe bawerin ku mafê xwe bi dest bixin. Ez wekî jineke kurd ku li Ispaniya dijîm û wek rojnamevan û çalakvan li wir kar û xebat dikim, wekî erka serke ji bo xwe dibînim ku dengê jinan li tevahî cîhanê belav bikim. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa tevahî jinane ku ew ji xewa giran a ku dibin pergala dagirker û koletiyê de bûn; şiyar kirin. Ji ber vê yekê şoreşa Rojava jiyaneke nû ji me re afirand û pêwîste em her tim di nava têkoşîn û berxwedanê de bin. ”