DiIîn Ehmed/Qamişlo
Berdevka Ofîsa Meclîsa Jin ya bajarê Amûdê Minewer Xalid da zanîn ku desthiladariya Şamê ya nû li şûna azadiyê, bindestî anî û wiha got: “Bi Berxwedana jin wê zincîra koletiyê careke din neyê girêdan.”
Piştî hilweşandina Eseed rewşa Sûriyê bi giştî hat guhertin. Di demeke kin de gelek guhertin û veguhertin pêk hatin. Bê guman ev rewş rasterast bandora xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir. Lewra ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava gelê herêmê xebata xwe xurtir û zêdetir dike. Tevger û saziyên jinan jî, ji bo misogerkirina mafê jinê û parastina destkeftiyan xebatên xwe du qat zêdetir dikin. Ji ber ku desthilatdariya nû ya Şamê ew jî wekî desthilatdariya Eseed, dixwaze careke din di qada civakî, leşkerî, siyasî û çandî de rola jinê tune bike.
Derbarê vê mijarê de Berdevka Ofîsa Meclisa Jin ya bajarê Amûdê Minewer Xalid ji rojnameya me re axivî.
`Pêşengên civakê nayên wendakirin`
Minewer Xalid di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Piştî 12`salan ji şoreşê, wê tu hêz nikaribe rola me jinan têk bibe. Bila her kes vê yekê baş bizanibe. Her jineke ji me niha di civakê de xwedî îrade ye û xwedî roleke pir girîng e. Lewra her tim jin dibe armanca dijmin, çimkî bandora hêza jinê di civakê de heye û girîng e. Ji bo vê yekê divê tevahîya jinên herêmê her wiha jinên azadîxwaz li tevahiya cîhanê, bi kar û xebatên xwe çarenûsa xwe di pêşeroja Sûriyê de diyar bikin û derfetê nedin ti kesî ku vîna wan bişkînin.”
Jin azadiya xwe di felsefeya Rêber Apo de dît
Minewer Xalid balkişand ser azadiya jinan ya di fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocelan de û wiha got; “Destpêka Şoreşa Rojava bêtirî xwe ku jinên kurd pêşengî kirin û dest bi têkoşînê kirin, lê piştî avakirina hêza leşkerî YPJ`ê û avakirina sîstema Rêveberiya Xweser hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadiya xwe û bidestxistin mafê xwe, di felsefeya Rêber Apo de dîtin. Ne tenê bûn mînaka gelê herêmê, herwiha jinên kurd li tevahiya cîhanê bû sembola jina azad. Ji bo vê yekê jî divê desthiladariya Şamê ya nû bighêje vê baweriyê ku ji bo civak azad bibe, divê berî her tiştî girîngiyê bide rola jinê.”
`Piştî Şoreşa Rojava ti kes nikara îradeya me bişkîne`
Minewr Xalid di dewama axaftina xwe de teqez kir ku desthilatdariya Şamê bi tinekirina rola jinê di civakê de, wê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne û wiha got: “Desthilatdariya Şamê dixwaze jinan sed sal din vegerîne paş, ev yek jî wê ti carî neyê pejrandin. Herwiha wê ev zihniyeta zilam ya di mejiê wan de, wê gelek pirsgirêkan derxe holê. Lewra jinê ku bi berxwedan û têkoşîn ev zihniyet şikand, wê careke din derfetê nede ku jinan bê îrade bike.”
Berdefka Ofîsa Meclîsa Jin ya bajarê Amûdê Minewer Xalid di dawiyê de wiha got: “Banga min ji bo jinan ev e li destkeftiyên xwe yê Şoreşa Rojava xwedî derkevin û soza xwe ya şopandina rêya şehîdan ji bîr nekin. Herwiha ya herî girîng ji hêz û îradeya xwe bawer bin, bi gotin û birayarên li dijî azadiya we bandor nebin. Jinên Rojava sembola jinên cîhanê ne, ev bar jî ne bareke sivike, divê em xewin û xeyalên hevalê xwe yên şehîd bi cîh bînin û tola wan li erdê nehêlin.”