Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Emîrê DAIŞê ji bo peywendiyên di navbera MÎT û Şamê de hat erkdarkirin

15/02/2025
in POLÎTÎKA
A A
Emîrê DAIŞê ji bo peywendiyên di navbera MÎT û Şamê de hat erkdarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

ŞAM- MÎT’ê emîrê DAIŞ’ê Mihemmed Şilbî wezîfedar kir ku têkiliyên xwe yên bi îstîxbarata girêdayî hikûmeta HTŞ’ê ya Şamê re kordîne bike.

Hate hînbûn ku dewleta Tirk a dagirker ku di rûxandina hikûmeta 61 sala ya Şamê de rola taşeron girtibû ser xwe, hewl dide ku bandora xwe ya leşkerî û siyasî li Sûriyeyê ava bike. Di vê çerçovêde emîrekî DAIŞ’ê wezîfedar kir ku bi rêya MÎT’ê re têkiliyên xwe yên bi îstixbarata HTŞ’ê ya li Şamê re kordîne bike.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer bi dest xistine, dewleta Tirk a dagirker di 3’ê Sibatê de emîrekî DAIŞ’ê yê bi navê Mihemed Şîlbî ji bo rêvebirin û kordînekirina têkiliyên di navbera MÎT’ê û îstixbarata Sûriyeyê ya girêdayî HTŞ’ê erkdar kiriye. Hate hînbûn ku bi ekîba MÎT’ê re li otela “For Seasion” bi cih bûye.

Hate zanîn ku (Ebû Ednan) ku xelkê gundê Şêx Îsa yê gundewarê Helebê yê Sûriyê ye û bi nasnavê “Mihemmed Şîlbî” tê naskirin, berê berpirsê tevlikirina çeteyên biyanî (bi taybetî koçber) ji bo nav refên DAIŞê û pêkanîna operasyonên li ser sînor bû. Hate diyarkirin ku wî ji bo kesên ji Fas û Tûnisê tevlî DAIŞ’ê bike kar kiriye û ji bo wan bigihînin herêmên cuda, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de, belgeyên sexte amade kirine.

Di nûçeya taybet a malpera me Lekolin.org de ku di 12’ê Çileya 2025’an de hate weşandin de derket holê ku dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide dagirkeriya xwe ya li tevahiya Sûriyeyê mayînde bike, dixwaze bi rêya MÎT’ê herêmê ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve bixe bin kontrola xwe û di vê çarçoveyê de jî tîmeke taybet a ji aliyê MÎT’ê ve ji bo pêkanîna xebatên hikûmeta nû ya Şamê hatiye avakirin.

Dîsa di nûçeya  23’ê Kanûna 2024’an de malpera me diyar kir ku HTŞ û MÎT’ê li gelek herêmên Sûriyeyê bi taybet li Şam û Helebê navendên hevpar ava kirine.

Her wiha di nûçeyeke din a 8’ê Çileya 2025’an de ku bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bandora xwe ya siyasî, aborî û leşkerî li qada Sûriyeyê bi cih bike. Li ser vê esasî hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 500 leşker û personelên payebilind li Şamê û gundewarê wê bi cih kiriye.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.