Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanca me pêşxistina çand û hunerê di nava civakê de ye’

12/02/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Armanca me pêşxistina çand û hunerê di nava civakê de ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\ Qamişlo


Rêvebera Koma Şehîd Elfetiriya ya bajarê Dêrikê Zîlan Sîda diyar kir ku kar û xebatên wan di asteke baş de têne meşandin û got, “Koma me ji bo 8’ê Adarê û  Newrozê amadekariyên xwe dike, me di destpêkê de hazirtiya roja 8’ê Adarê kiriye û me pênc stran ji bo wê rojê amede kirine.”

Koma Şehîd Elfetiriya yek ji komên muzîkê ye û girêdayî Hîlala Zêrîn e, koma Şehîd Elfetiriya li bajarê Dêrikê ye. Herwiha ev zêdetirî 2 salane fêrî bikaranîna amûrên muzîkê yên wekî tembûr, gîtar û erbane dibin, li ser deng û awazan gelek kesan perwerde dîtine. Perwerdeya xwe jî bi stranên gelerî, dengbêjî û nûjen jiyanî kirine. Heta niha 40 stranên gelerî û hunermendên Kurd ên weke Eyşe Şan, Aram Dîkran kom kirine û heta niha di şahî û çalakiyan de ji bilî gotin, stranên gelerî, Koma Eleftirya li ser nivîsandina gotinên stranan û awazan jî kar meşandine. Di heman demê de heta niha 2 sitran çêkirine. Strana yekemîn bi navê “Xeml û Xêza Kurdistanê” hatiye çêkirin û behsa bedewiya Kurdistanê dike. Strana duyemîn jî li ser berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê bi navê “Gurzê Gerîla” hatiye amadekirin.

Zîlan Sîda hem dayîke û hem jî kar û xebatên çandê birêvedibe, ji ber ku hezkirina wê ji karê çand û hunerê re heye, kar û xebatên çandê dide meşandin. Herwiha di derbarê kar û xebatên koma Şehîd Elfetiriya Rêvebera Koma Şehîd Elfetiriya a bajarê Dêrikê Zîlan Sîda ji Rojnameya me re axaivî.

Kar û xebatên koma Şehîd Elfetiriya

Zîlan Sîda anî ziman ku kar û xebatên koma Şehîd Elfetiriya di asteke baş de tên meşandin û wiha got: “ Em bi koma xwe derbasî gelek bajarên Rojava bûne û me gelek stranên xwe pêşkêş kirine. Em tevlî gelek şahî û festîvalan bûne yek ji wan jî festîvala orkêş bû û me gelek stranên xwe têde pêşkêş kirin. Dema ku çalakiyên girêdayî jinê çêdibin em tevlî dibin, herwiha koma me di vê demê de bandoreke mezin li civakê kirye, ji ber ku jin divê  demê de hemû bend û qeydên civaka paşverû şikandiye û jin îro li beramberî hezaran mirov bi deng û rengê xwe derdikeve li ser dikê. Em weke jin dixwazin ku em bi xwe, xwe rêvebibin û civaka xwe  pêş bixin. Di heman demê de êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gelê me û bi taybet hunermendan nikare coş û hêza me bişkîne û em ê, li ser xeta şehîdan têkoşîn û berxwedaniyê berdewam bikin. Em hêza xwe ji şervanên di çepêrên şer de û şehîdên azadiyê digirin.”

Pirojeyên dema pêş

Rêvebera Koma Şehîd Elfetiriya ya bajarê Dêrikê Zîlan Sîda da zanîn ku hazirtiyên wan ji bo 8 ’ê Adarê û Newrozê hene û wiha bi dawî kir: ” Em weke koma Şehîd Eleftiriya bi coşeke mezin dest bi amedakariyan ji bo 8’ê Adarê û Newrozê kiriye, di destpêkê de em hazirtiya 8’ê Adarê dikin û me pênc stran ji bo wê rojê amadekirine. Herwiha kom ji 8 endaman pêktê û hemû jî bi rengekî aktîf tevlî kar û xebatê dibin. Em weke jin bi xwe li amûran dixin û stranên xwe dibêjin. Di heman demê de em hêza xwe ji şervanên di çeperên şer de digirin û bi hêz û coşa wan emê 8’ê Adarê û Newrozê pîrok bikin. Astengiyên li pêşiya karê me derdikevin ew jî kêmbûna amûrê muzîkê ye, lê em hewldidin ku ev astengî nemînin û armanca me ji vî karî pêşxistina çand û hunerê di nava civakê de ye.”

Post Views: 98
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.