Argêş Viyan/Qamişlo
Gaziyên şer Arîn Koçer û Zîlan Hesekê anîn li ser ziman ku Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrîk pêşengên jinên azad bûn û tevî astengiyên xwe jî xeabtên şoreşê nîvcoyî nehiştin û wiha gotin: “Navê gazîtiyê pîroz e û em ê layiq bibin.”
Di ser şehadeta her du rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik re salek bihurî. 11’ Sibata 2024’an dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser navenda Federasyona Gaziyan a li Qamişlo. Di wê êrîşê de ji rêveberên federasyonê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn.
Bi wesîleya salvegera şehadeta pêşengên azadiyê, rêveberên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (FGBRS) Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik rêhevalên wan û gaziyên şer Zîlan Hesekê û Arîn Koçer ji rojnameya me re axivîn.
‘Em ê teqez tola hevalên xwe rakin’
Gaziya şer Zîlan Hesekê diyar kir ku di aliyê sekn, helwest û biryardariyê de, taybetmendiyên şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî mîna hev bûn û wiha domand: “Hem qîmet didan hev hem jî didan hevalên xwe. Heval û xwedawenda me Sorxwîn gelekî bi sebir bû. Bi taybet jî li hemberî hevalên gazî xwedî sebreke zêde bû. Bi saetan dikarî li hevalan guhdar bike û bi wan re sohbet bike. Heval Sorxwîn di berxwedana Kobanê de çavekî xwe winda kiribû. Nayê bîra min ku heval Sorxwîn gotiye ez westiya me, yan jî ez nexweşim. Di aliyê sekn, helwest û biryardariyê de taybetmendiyên şehîd Sorxwîn û şehîd Azadî hema hema mîna hev bûn. Dema heval Sorxwîn li Kobanê bû ew û heval Azadî di heman xebatê de bûn. Hem qîmet didan hev hem jî qîmet û nirx didan hevalên xwe. Bi rastî mirov heyrana hevaltiya wan bû. Şehadeta her du hevalan ji bo me pir giran bû. Ez heval Sorxwîn û heval Azadî bi rêzdarî bi bîr tînim û li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Em ê ala wan timî bilind û tola wan rakin. Em ê welatekî azad û wekhev ê şehîdên me di oxira wê de canê dane, ava bikin.”
‘Her du hevalan jî astengiyên xwe dikirin berhama şoreşê’
Di heman çarçoveyê de Arîn Koçer da xuyakirin ku fermandar Sorxwîn ti caran gazitî ji xwe re nedikir asteng û wiha da diyarkirin: “Dema min ew dît û nas kir, ketim nav kelecaneke mezin. Heval Sorxwîn xwe da nasîn û got, ‘Ez di rêveberiya hevalên gazî de cih digirim.’ Hema bala min kişand, min pêre sohbet kir û kêfa min pir jêre hat. Dema qala jiyana hevalên gazî dikir, bi kêfxweşî û kelecan behs dikir. Heval Sorxwîn tevî gazî bû jî qet û qet rojekê jî neanî ser ziman û negot, “Ez jî gazî me.” Timî gurûgeş û pir biçalak bû. Dixwest weke heval, hevrê û rêveberekê, karê xwe pir baş bike. Ji bo min her cihê hurmet û hezkirinê ye. Pir dilnizm û xwezayî bû. Wê her tim heval û fermandara me ya delal û bedew be. Di cewherê hemû gotin û nîqaşên wê de Rêber Apo hebû. Dilsoziya wê ya bi Rêbertiyê re pir kûr bû. Weke jinek ji Rojhilatê Kurdistanê pêşengtî ji jinan re dikir. Nîqaşên wê her tim li ser azadiya jinê bû. Bi nîqaşên xwe mirov bandor dikir. Bi taybetî jî di nava gel û civakê de pir zêde dihat hezkirin. Ji ber êşa gelê xwe ji kûr ve his dikir. Ji gel re civîn çêdikir û bi wan re mijûl dibû.”
‘Azadî dilsoza Rêbertî û hevrêyên xwe bû’
Arîn Koçer hevrêyên xwe yên gazî Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrîk bibîranî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Heval Azadî dilsoza Rêbertî û hevrêyên xwe bû. Bi dil û can di nav kar û xebatên gaziyan de cih digirt. Nêzîkatiyên wê yên ji gaziyan re li ser esasê hevrêtiya Apoyî bû. Ez jî weke şagirteke fermandar Sorxwîn û şopdara rêya wê, bi vê mebestê soz didim û dibêjim, ‘Ez ê li ser şop û rêya wê xwe pêş bixim û têkoşîn bikim.’ Bi taybet tişta ji qehreman Sorxwîn fêre bûme ew bû ku divê jin ji xwe bawer û têkoşer be. Dema hevalek diket nav zehmetiyan bi hemû derfetên xwe pêre dibû alîkar, ew îqna dikir û pirsgirêk çareser dikir. Di pêvajoya ku keça mamê min şehîd bû de, hevala Sorxwîn hate serdana min û bi min re mijûl bû. Wê demê ez jî gelekî bandor bibûm. Ev heval xwedawendê azadiyê bûn. Em wan hevalan bibîrtinin û em ê mîrateya wan bighînin serkeftinê.”