Hemza Sêvo/ Qamişlo
Çalakvanê kurd Yûnis Bahram yek ji kesên ku wê tevlî Konferansa Miyûnix bibe û tê de biaxive diyar kir ku yekem car e wê kurdên Rojava tevlî Konferansa Miyûnxê bibe û got, “Di Konferansa Ewlekariyê de jî ez ê pirsa kurdî, Rêveberiya Xweser û DAIŞ’ê gotûbêj bikim.”
Di 14’ê Sibatê de wê 61’ekemîn Konferansa München a Ewlekarya Cîhanî ya’ê ya salane li parêzgeha Miyûnxa Elmaniyê bi amadebûna serokên dewletên cîhanê, siyasetmedar, wezîr, şêwirmend, parêzer û hwd bê lirdarxistin.
Herwiha tê de jî wê gotûbêj li ser rewşa ewlekariya navnetewî, nakokî û qeyranên herêmî yên wek nakokiyên li Ukrayna, Sûdan,Venezuela, Afganistan, Gurcistan û Rojhilata Navîn, were kirin. Di heman demê de wê nirxandin li ser siberoja ewlehî, aştî, aboriya hemû dewletên ku di vê konferansê de beşdar bûne, bên kirin.
Hêjayî bibîrxstinê ye ku wê panêlek jî li ser rewşa kurdan û Rojavayê Kurdistanê jî li dar bikeve, tê de jî wê hin xalên girîng bên eşkerkirin.
Derbarê lidarxistina konferansê û panêlê, Serokê Foruma(Korbend) Elmanî- Kurdî, Yûnis Bahram ku wê panêlê bi rê ve bibe ji rojnameya me re axivî.
‘Koneransê Miyûnix ji bo ewlekariya cîhanê tê lidarxistin’
Bahram destnîşan kir ku konferans ji ber ewlehiya cîhanî û qutkirina destekdayîna terorê li dar dikeve û wisa got : “Konferansê Miyûnix ê Ewlekariyê bi hejmara xwe ya 61’ê wekî her car li Miyûnxê wê li dar bikeve. Ev konferans li ser asta cîhanê ye, dê bi axaftina serokkomarê Almaniyayê, Firank Valter Ştaynamayêr bê vekirin. Herwiha wê nêzî 100 kes ji serokkomar, wezîrên derve, balyozên dewletan û hwd…. di konferansê de amade bibin. Ew ji girîngtirîn konferansên ku ji bo ewlehaiya cîhanî tê lidarxistin. Yek ji xalên girîng ku wê bal li ser were kişandin jî pirsa destpêkirina terora cîhanî ya domdar e. Li aliyekî din jî mijara bingehîn şer û pevçûnên ku li Rojhilata Navîn, Okarniyê diqewimin û xala aboriya cîhanî ye. Ev konferans wê di bin durşmeya “Bes e ji bo aboriya ku terorê xwedî dike.” de bi rê ve biçe, wê Îraq, Tirkiyê, Îran û Israyîl jî bi girse amade bibe.”
‘Yekem car e ku wê kurdên Rojava tevlî Konferansa Miyûnxê bibin’
Yûnis da zanîn ku cara yekê ye wê kurdên Rojava di Konferansa Miyûnxê de beşdar bibin û biaxivin û wiha domand: “Heta niha car a duyemîn e ku wê gelê kurd bi navê hikumeta Başûrê Kurdistanê tevlî vê konferansê bibin, lê ji bo gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê cara yekem e ku wê tê de beşdar bibin. Bi navê parlementer û siyastetmedar ên nêzî Korbenda Almanî-Kurdî ne û ew ê konferans bi rê ve bibin, min vexwedinin konferans. Di konferanseke wiha de eger kurd tevlê dibin tê wateya ku êdî pirsa kurdî ketiye rojeva cîhanî de û ev yek gelekî ji bo me weke kurdên Rojava girîg û sûdmend e. Ez ê bi navê xwe û Korbenda Almanî-Kurdî 10 xulekan axaftinekê bibêjim. Herwiha me xwest ku Ilham Ehmed jî tevlî konferansê bibe, civînek bi kesên eleqedar re bi amadebûna heval Ilham hat lidarxistin. Heta niha em li benda vexwendinê ne, lê mixa bin hîna jî kesên peywendîdar vexwendin ji bo wê neşandine.”
‘Wê pirsa kurdî, Rêveberiya Xweser û QSD bê vegotin’
Serokê Foruma(Korbend) Elmanî- Kurdî, Yûnis Bahram diyar kir ku wê pirsa kurdî, sîstema Rêveberiya Xweser, Kampa Holê, çeteyên DAIŞ, berxwedaniya QSD’ê bê vegotin û wiha anî ser ziman: “Di vî konferansî de axaftineke sereke ji bo min heye ez ê 10 xulekan biaxivim. Di serî de ez ê pirsa ewlekariyê û kurdên Rojava bînim ser ziman. Li gel wê jî ez ê li ser Sîstema Rêveberiya Xweser, QSD, YPG, YPJ’ê biaxivim. Li aliyekî din ez ê li ser xala çeteyên DAIŞ’ê û Kampa Holê jî biaxivim û şêwyê çareserkirina xeteriya van kesên teror bidim xuyakirin. Herwiha eşkere bikim ku çawa herêmên xwe ji terorê parastin û berevanî di ber ewlekariya Rojhilata Navîn û Ewripa de kirin. Di herdu rojên konferansê de wê gelek panêl bên lidarxistin, ez û hin kesên din jî panêlekê bi rê ve bibin. Di destpêkê de em ê mijara pirsa kurdî li Rojhilata Navîn û wê parastina destkeftiyên kurdan çiqasî bandorê li ewlekariya Rojhilata Navîn bike. Gelek kesayetên ser asta navnetewî wê di panêla me de amade bibi, ji wan kesan jî wezîrê Karê Derve yê Israyîl û serokwezîrê wan wê amade bibin.”