Esma Mistefa/ Qamişlo
Endama Desteya Serokatiyê a Partiya Sûriya Pêşeroj Zelal Ceger da zanîn ku divê di pêvajoya nû ya Sûriyê de mafê jin bê parastin û got “Mijara me ya sereke rola jin di pêvajoya siyasî a nû de ku çawa dikare rol bilîze û mafê xwe biparêze ye”.
Bi hilweşîna Sîstema Baas di Sûriyê de, hêvî û xeyalên gelên Sûriyê weke ku hatin pêkanîn û dawî li sîstema dîktator û tundrew hat. Bê guman ev hêvî û xeyalên wan yên ji bo avakirina Sûriyeke aram, aşîtî û mafê gelan parastî be çiqas cihê xwe girtin; girîng bû. Lê desthilta Şamê ya nû ku serweriya xwe li ser Sûriyê îlan kiriye, tu guhartinên erênî nedaye avakirin. Tersî wê hewildanên ku Sûriye ber bi rewşeke aloztir û xetertir ve biçe hene. Bê guman di vê merheleyê de rewşa jin di Sûriyê bi giştî de divê were destgirtin û nirxandin. Her wiha çiqas mafê jin wê di sîstema nû de parastî be yek ji xalên herî girîngin. Girêdayî rewşa jin di siberoja Sûriyê de, endama Desteya Rêveber ya Partiya Sûriya Pêşeroj Zelal Ceger ji rojnameya me re axivî.
Rêxistinbûna jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de
Zelal di destpêkê de bal kişand ser rol, kar û xebata jina Kurd di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û wiha got: “Kar û xebatekî gelek mezin ya jin ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve tê meşandin. Helbet ev xebat ne ji ber xwe ve hate meşandin, ji ber bingehekî wan ya rêxistî ji salan ve hatibû pêşxistin. Ew jî xwe disipêre gera Tevgera Azadiyê yên ji salên 80’î ve li Rojavayê Kurdistanê hatibûn destpêkirin. Mîrasê ew keda ku hatibû dayîn jî em dikarin bêjin bi destpêka şoreşa Rojava re hate dîtin. Li ser vê esasê dema ku şoreş li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hate detpêkitin, rêxistinên me yên jin weke Kongira Star hebûn. Ev Rêxistin karîn daha zîdetir di Rojava de rol bilîzin û asta têkoşîna Tevgera Azadiyê bilindtir bikin. li ser van bingehan hêzên ku bi rastî xwedî li vê şoreşê derkevin weke YPJ, Asayîş, Hêzên Parastina Cewherî hatin avakirin. Jin bi avakirina sîstema meclîs û komînan re karî cihê xwe weke hevserok di asta rêveberiyê de bigre. Êdî jin di siyast, xebatên aborî, dîplomasî û civakî de cih girt û pêşengtî ji pêvajoyê re kir. Ji lewra dema em niha li salên 2024-2025 meyze dikin jin bi karektêra xwe ya heyî mukemel derketiye holê.
Bê guman ji bo em vê xebatê û têkoşînê bilind bikin ne tenê jina Kurd, di pêşengtiya jina Kurd de, hemû jinên herêmê bi hemû pêkhate û baweriyên wan hembêz kirin û bingeheke rêxistinkirî pîroz dane avakirin. Em dibînin ku Kongira Star, Kombûna Jinên Zenûbiya û Meclîsa Jina Sûrî hatine avakirin, di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe kom kirine û yekîtiyeke xwe dane avakirin. Her wiha di asta xebatên giştî, di Rêveberiya Xweser de û di nava partiyan de jin xwesertiyeke xwe avakiriye û di nava sîstema heyî de rol dilîze û li ser vê bingehê di qadên bîrdozî, civakî û leşkerî de têkoşîna xwe bilidtir dike”.
`Ji rêvebriya nû qebûlkirina hemû netew û pêkhateyan tê xwestin`
Zelal da zanîn ku Sûriye qonaxeke nû jiyan dike û sîstemeke demokratîk ji Sûriyê re divê û wiha pê de çû: “Di encama neguhartina di sîstema Sûriyê û rêjîma Esed de ku ji tu gelên herêmê re nebû sîstemeke demokratîk û wekhevî avanekir. Piştî serweriyeke ku zêdetirî 60 salî ji aliyê mala Esed ve hate birêvebirin. Di 8’ê Kanûna 2024’an de ev sîstem ji binî de ji holê rabû û hêzên HTŞ’ê hate ser serweriyê. Ev yek jî qonaxeke nû ji bo hemû gel û dîroka Sûriyê re ye. Em wekî Partiya Sûriye Pêşeroj em dibînin ku bi rastî kesên ku wê di pêşeroja Sûriyê de cih bigrin divê sîstemeke nû demoratîk, Cumhuriyeteke demokratîk nenavendî bide avakirin. Ger ev yek nehat pêkanîn wê tu cudahî ne di sîstem ne jî di pêşeroja Sûriyê de bê avakirin. HTŞ’ê bi rêveberiya Colanî ku niha xwe weke Serokkomarê Sûriyê îlankiriye. Êdî jê tê xwestin ku hemû civakan û pêkhateyan di nava hev de qebûl bike û sîstemekî nû nenavendî bide avakirin. Ji ber vê yekê em weke Partiya Sûriye Pêşeroj jî ji bo birastî em bikaribin çareseriyekê ji hemû Sûriyê re bibînin, kar û xebatên girîng dimeşînin”.
Kujer dibin rêveber
Zelal diyar kir ku bi zihniyeta DAÎŞ’ê sîstemeke wekhev nayê avakirin û got: “Em nikarin înkar bikin ku Colanî li ser çi zihniyetê hatiye mezinkirin. Zihniyeteke cîhadî, zihniyeteke DAÎŞ’î ye ku her kes dizane Ehmed El Şeri girydayî rêxistina El Qayîde bû. Ev kes wê çawa karibe di Sûriyê de sîstemeke wekhev ku tê de rola jinê hebe avabike! Helbet ev yek wê ne mumkîn be ji ber me dît jî çawa nîz jinê dibin. Di heman demê de kujerê şehîd Hevrîn Xelef Ebu Şeqre li ser sehneyê pêşiya her kesî kiriye wezîr. Yanî di sîstemekê de qatil û kujerên şehêdîn me, siyasetmedar û gelê me îro hatine ku vî welatî bi rêve bibin. Helbet ev yek bi vê şêwazî nayê qebûlkirin”.
Divê jinên Sûriyê bibin yek
Zelal ragihand ku divê jinên Sûriyê li hember vê pêvajoyê bibin yek û wiha domand: “Tiştê ku niha di Sûriyê de tê kirin divê neyê qebûlkirin. Îro jin bi hemû pêkhateyên xwe yekîtiyeke xwe avabikine û Meclîsa jina Sûrî li ser vê esasê xebat dike. Em jî weke Partiya Sûriye Pêşeroj xebatekî mezin didin meşandin. ji xwe di têkoşîna me ya azadiyê de yek azadiya jin e û rizgarkirine civakê ye. Herwiha armanca me avakriina welatekî ku tê de îradeya her kesî her rengî û her netewekê parastî be ye. Ne ku em welatekî tê de îradeya jin bê înkarkirin, ne ku em vegerin zihniyeta ku jin derveyî mala xwe tu mafê wê nîn e. helbert piştî ewqas têkoşîn û veguhartinan jin nema qebûl dike ku vegere beriya 1400 sal ku bi heman zihniyetê niha jî jiyan bike. li ser wê bingehê divê li hember vê pêvajoyê hemû jinên Sûriyê bibim yek û bi sîstemeke wekhev, demokrat tê de maf û îradeya jinê parstî be bang bikin
Tiştê erînî ya ku derketiye jî serîrakirina hin jinan di vê pêvajoyê de bû ku bi rastî nerazîbûna wan li hember vê sîstemê derket. Ev yek jî nîşan da ku sîstemeke hatiye ser serweriyê nakeve xizmeta misogerkirina mafê jin û ya avakirina sîstemeke demokratî”.
Partiya Sûriye Pêşeroj di hemû Sûriyê de xebatê xwe dide meşandin
Zelal Ceger di dawiyê de diyar kir ku di pêvajoya nû ya Sûriyê de xebatên xwe di hemû Sûriyê de didin rûnişkandin û wiha got: “Heyanî niha rengê ku ji sîstema nû derketiye pêş, ew jî yek reng, yek netew ku tê de mafê tu kesî nîn e ye. Lê tişta ku em armanc dikin û li ser wê esasê xebat dikin. Avakirina Sûriyeke nenavendî tê de mafê hemû gelan û netewan parastî be ye. helbet di vê pêvajoyê de gelek xebatên me yên girîng di hemû Sûriyê de hatin meşandin wek Heleb, Şam, Derea, Siwêda, Lazqiyê, Humis, hemayê di heman demê de li tavahê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine meşandin. Mijara me ya sereke jî rola jin di pêvajoya siyasî a nû de ku çawa dikare rol bilîze ye. Herwiha girêngiya hebûna Partiya Sûriye Pêşeroj di Sûriyê de ye”.