Lîloz Hisên/Qamişlo
Lîstikvan Dilcan Osman Oso diyar kir ku weke lîstikvan me xwest tiştkî cuda bikin ji bo piştgiriya hêzên QSD, herwiha fîlma “Rojava Rûmeta Me Ye” diyarî tevahî şehîdên Kurdistan û giyanê Cuma Xelîl “ Bavê Teyar” stûna şanoya kurdî kir.
Di demeke hesas de ku herêma me tê re derbas dibe, êrişên dewleta Tirk a dagirker li Rojavayê Kurdistanê bi taybet ser bendava Tişrînê, ku şervanên QSD’ê berxwedaniyeke dîrokî dinivîsînin, herwiha gelê me ku rojana ji bo piştgiriya hêz û zarokên xwe yên li bendavê şer dikin, tevlî piştgiriyê li bendavê, her kes li gorî kar û xebatên xwe piştgiriyê didin, kesên stranbêj bi starnên xwe, wênesaz bi wêneyên xwe, di aliyên lîstikavniyê de kurtefîlim tê kişandin li gorî rewşa herêm jiyan dike. Di vê derbarê de fîlmeke hate amadekirin û pêşandan ji bo piştgiriya hêzên QSD bi navê “Rojava Rûmeta Me Ye”. Bi nivîsandin û derhênera Dilcan Osman Oso.
Naveroka fîlim “Rojava Rûmeta Me Ye”
Çîroka kurtefîlm behsa hevaltiyê dike, herwiha rojev û rastiya jiyana em tê re derbas dibin. Grûpeke ciwan ji 7 hevalan pêk tê, hin ji wan koçber dibin di encama şerê taybet û pevçûnên ku diqewime û çend heval girêdayî axa welat dimînin, di dawiyê de canê xwe feda dikin ji bo rûmeta rojava. Di destpêka kurtefîlmê de çar hevalên ku di welat de dimînin li cihekî rûdinên, yek ji van hevalan dibêje ew jî koçber bibe, piştre bîranînên xwe tînin bîra hev. Di kurtefilmê de îşaret pê hate kirin ku kesên tevlî şer dibin kesên zane û xwendevanin di riya dîmenên li zanîngehê hate xuyanîkirin, ciwanên ku ji ber şerê li herêmê xwendina xwe berdewam nekirin û ji bo parastina xaka welat berxwedan kirin û giyanê xwe feda kirin. Di dawiya fîlim de sê heval şehîd dikevin, yê dixwest koçber bibe li ser gora hevalên xwe soza şopandina riya wan nîşan dide. Herwiha li ser gorê nivîseke hatibû dayîn weke name dibêje“ Axa ku bi xwîna şehîda hatiye av dan bernadin”.
Her dîmenek di vê kurtefîlmê de, bûyerên bi êş ku di jiyana me de derbas dibe nîşan dide, bal dikşîne ser koçberiya bi sedema şer, rahiştina çeka hevalan da ku tola wan bê rakirin û berdewamiya xeta têkoşînê. Xwendina ku nehat berdewam kirin û xeyalên ne hatin pêkanîn, ya herî balkêş ew rihê hevaltiyê bû.
Lîstikvan Dilcan Osman Oso diyar kir ku di çarçoveya şerê ku li ser herêma me pêk tê, bi taybet li ser Bendava Tişrînê, her kes ji aliyê xwe ve li gorî ku karibe piştgiriya hêzên QSD dike û wiha got: “Em jî weke lîstikvan ku di aliyê fîlman de kar û xebat dimeşînin, me xwest tiştekî cuda çêbikin, ji xwe em çi bikin wê li beramberî ked û xwîna şehîdan û li hember berxwedaniyê ku îro tê meşandin kêm be, di aliyekî din de koçberiya keç û xortan ku çêdibe min dixwest di her du aliyan de nameyekê bidim.”
Dilcan Osman Oso îşaret pê kir ku şehîdên di ber me de xwîna xwe didin ev berhemek pir biçûke li beramberî lehengî û berxwedaniya ku îro li bendava Tişrînê tê meşandin, em hêvîdarin ku di rojên bê de berhemên mezintir û layîqê berxwedanê pêşkêş bikin.
Dilcan Oso derbarê şehadeta hunermend Bavê Teyar stûna şanoyea kurdî de wiha anî ziman: “Bûyereke bi êş bû li ser tevahiya gelê kurd re derbas bû, weke ekîba vî kurtefilmî, me ev kar diyarî giyanê Bavê Teyar kir, herwiha tevahî şehîdên şanogerên Kurdistanê bi taybet şehîdên Bendava Tişrînê û Minbicê kir. Me di diyariyê de sozek da ku em ê vê riyê berdewam bikin û li ser şopa şehîdan bimeşin.”
Xebatên pêşerojê
Dilcan Oso derbarê kar û xebatên pêşerojê de wiha anî ziman: “Ev demeke em hazirtiya rêzefilmekî komîdî trajîdî girêdayî mijarên rastiya jiyana ku tê de dijî dikin, xelekên cûr bi cûr bên hazir kirin, xeleka yekemîn hate amadekirin û di asta montacê de, di demeke nêz de wê bê pêşandan. Xeleka duyem hîn xebat li ser tê kirin, lê ji ber rewşa şer astengî derdikevin û dereng dimîne. Em hewildan dikin ku li gorî rewşê hin kurtefilmên weke “Rojava Rûmeta Me Ye”çêbikin.”
Astengiyên di kar û xebat derdikevin
Dilcan Osman Oso derbarê pirsgirêkên li pêşiya wan derdikevin anî ziman: “Pirsgirêka herî ku em dikşînin hilbijartina mûzîkê ye, em dixwazin mûzîkên fîlman ji nû ve û li gorî hunera kurdî çêbikin, lê derfet bi dest me dernakeve.
Dilcan Osman Oso di dawî de spasiya kesên ku piştgirî dan ekîba fîlimê Rojava Rûmeta Me Ye û wiha got:“Ez spasiya Mamoste Hesyem Ismaîl û Ciwan Teter dikim ser wergera bi zimanê erebî, da ku her kes fêm bike her wiha sipasiya qenala “Rojava” dikim ji bo piştgiriya ku pêşkêş kirin di kişandina fîlm de