Esma Mistefa/ Qamişlo
Berdevka YPJ’ê Roksan Mihemed da zanîn şandeyên dîplomasî ku di dema dawî de serdana wan kirine piştgiriya xwe ji YPJ’ê û berxwedana gelên herêmê re nîşan dane û wiha got, “Çawa kbi pêşengtiya YPJ’ê di Kobanê de mrovahî ji DAIŞ hat parastin, wê di Bendava Berxwedanê de jî vê yekê tekez bikin”.
Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de destanên qehremantiyê bi berdêlên giranbuha xêz kir. Çawa ku di têkoşîna azadiya Kurdistan de bi pêşengtiya jina azad artêşbûyîna jin hate avakirin, bi vê mîrasê jin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xwe birêxistin kir û pêşengtiya vê şoreşê kir. Li ser bingeha ku xwe dispêre têkoşîna jina Kurd di çiyayên azad de, Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê hate avakirin. YPJ’ê di dirêjahiya 14 salan de dîrokekî nû ya têkoşîna jin li hember dagirkeriyê û hişmendiya mêrperset nivîsand. YPJ’ê ne tenê di qada leşkerî de xebat da meşandin, di heman demê de gelek xebatên bîrdozî û dîplomasî jî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşandin.
Têkildarî Şandeyên dîplomasî ku serdana Yekîneyên Prastina Jin YPJ’ê kirin û rola YPJ’ê di tevahiya qadan de, Berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Roksen Mihemed ji rojnameya me re axivî.
Mijarên ku ji aliyê şandeyan ve hatine nîqaşkirin
Roksan Mihemed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdana Şandeyên dîplomasî ji fermandariya YPJ‘ê re û wiha got: “Hevdîtina me li gel şandeya parlementerên Firansî û Îtalî ku tê de gelek rojnamevanên ji welatên cuda cuda jî hebûn, pêk hat. Di van hevdîtinan de gelek xalên girîng hatin nîqaşkirin. Yek jê pêşeroja Sûriyê piştî hilweşîna rêjîma Eseed bû xaleke girîng ya nîqaşê. Herwiha êrişên dagirkeriya Tirk û komên çete li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rol û misyona li ser milê YPJ’ê, beşdariya jinan bi taybet jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêşeroja Sûriyê de û girîngiya Pirojeya Netewa Demokratîk ji bo tevahiya gelên Sûriyê, bi giranî hat nîqaşkirin. ”
`Şandeyê piştgiriya xwe ji YPJ’ê re raber kirin`
Roksan Mihemed diyar kir ku şandeyên hatine li gel wan, piştgiriya xwe ji YPJ’ê re raber kirin û wiha axivî: “Şandeyên ku hatine serdana me xwesetin piştgirî û destekdayîna xwe ji hêzên YPJ’ê re nîşan bidin. Ji ber ku YPJ’ê di şerê li hemberî teroraku cîhan tev xistibû xeterê, şer kir. YPJ’ê bi berxwedaniya xwe li hemû cîhanê deng veda. Şandeyê ji me re da xuyakirin di dema şerê DAIŞ’ê de wan piştgiriya YPJ’ê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye, niha jî ew dixwazin careke din piştgirtiya xwe ji berxwedana heyî re raber bikin. Li ser van bingehan gelek pirs û nîqaşên berfireh yên girêdyî pêvajoyê hatin kirin. Pirsa sereke jî ew bû ku wê çawa YPJ di wezareta Parastina Sûriyê de cih bigre, herwiha pirsa ku wê YPJ’ê çi rolêî di giştî Sûriyê de bilîze hat nîqaşkirin.”
`YPJ’ê li hember pêvajoyê soza xwe nû dike`
Roksan Mihemed da zanîn ku YPJ’ê di salên durûdirêj de dîrokeke lehengiyê ji hemû jinên cîhanê re nivîsand û wiha domand: “Berxwedan û têkoşîna ku niha YPJ’ê dimeşîne ne nû ye û bi sala ye, ji avabûna YXG’ê ve bigre heyanî niha di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev berxwedanî her tim di kesayeta jina azad de zindî hêştiye. Pirensîpên ku YPJ’ê li ser hatiye avakirin ku him şoreşekî zihnî û civakî avabike, him jî parastina jin, ax û hemû gelan bike. Di asta yekemîn de YPJ’ê li hember zihniyeta zilamperestî ya ku hebûna jinê qebûl nedikir şer kir û li ser van bingehan guhartin û veguhartinên mezin di civakê de da avakirin. Lê belê YPJ’ê wê vê têkoşînê her tim zindî bihêle da ku ew hemû jinên cîhanê bi hemû reng û pêkhateyan rizgar bike û mafê wan misoger bike.
Her wiha YPJ’ê di qada leşkerî de li hember dagirkeriya Tirk, komên çeteyan û DAÎŞ ê şerekî hebûn û nebûnê meşand. Têkoşîna YPJ’ê Ii hember DAÎŞ’ê têkbirina piskolojî û fîzîkî di nav wan de ava kir. YPJ bi van bedelan dengê xwe li hemû cîhanê veda û bû mînak. Niha jî li Bendava Tişrînê berxwedaniyeke mezin li hemberî teknîka dagirkeriya Tirk û çekên wê yên pêşketî tê meşandin. Çawa li Kobanê teror têk çû wê careke din li bendava Tişrînê têk biçe. Li hember nirxên vî gelî û nirxên şehîdên me herwiha di şexsê fermandara nemir şehîd Ronahî Yekta de, YPJ’e soza xwe di vê pêvajoyê de nû dike”.
`Sekna gel hemû dengeyên cîhanê serûbin kiriye`
Roksen Mihemed da zanîn ku li ser hîmên xwedîderketina li 13 hezar Şehîd divê ew xwedî li pêvajoyê derkevin û wiha got: “Îro seknekî dîrokî û efsanewî ji aliyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bendava Tişrînê tê raberkirin. Di van kêliyan de berxwedaniyek û têkoşîneke bi rûmet ya gelê me ku li kêlek şervanên xwe ne tê meşandin, li ser van bingehan divê em jî xwedî li vê sekna bi rûmet derkevin. Hemû gelê me, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê dudilî xwe tevlî vê pêvajoyê dikin. Ev berxwedan di serdema heyî de di tu dîrokê de nehatiye kirin. Raya giştî hêzên navnetewî, li hember vê yekê matmayî mane ku çawa ev gel careke din bi rihê fedayîtiyê li hember dagirkeriyê disekine û dibêjin `Em hemû QSD- YPJ’ê ne`.
Bi vê seknê me hemû dengeyên cîhanê, bazar û pilanên dijmin li ser herêmên me dane guhartin. Em jî li hember tavahî gelê xwe vê yekê tekez dikin ku li ser hîmên xwedîderketina li zêdetrî 13 hazar şehîd emê xwedî li vê pêvajoyê derkevin”.
`Xwedîderketina ciwanan bi tevlîbûna ji QSD û YPJ’e re pêkan e`
Berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên herêmên kir û wiha got: “Erk û misyona me li hember vê pêvajoyê girantire. Îro ji her rojê zêdetir ji me û gel xwedîderketin li mîrasê şoreşê tê xwestin. Bi taybet di van rojên dîrokî de rola herî giran li ser milê ciwana ye. Divê her ciwanek bi rihê seferberiyê tevlî vê pêvajoyê bibe û xwedî li têkoşîna heyî derkeve. Ev yek wê çawa pêkan bibe, dema ciwan û jinên ciwan tevlî refên QSD û YPJ bibin e. Îro roja rûmetê ye, roja parastina pirûje û nasnameya gelê me ye. Li ser van esasan her ciwanek di vê kêliyê de di zûtirîn dem de tevlî cenga bi rûmet ya QSD û YPJ’ê bibe û em bi hev re hebûna xwe di Sûriye pêşerojê de misoger bikin û Pirojeya Netewa Demokratîn biparîzin.”