Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Kevana Zêrîn klîba Asya Ali û Rojger Hêlîn

09/02/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji Kevana Zêrîn klîba Asya Ali û Rojger Hêlîn
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan


Kevana Zêrîn, ji bo bîranîna Asya Alî û Rojger Hêlîn ku li hember TUSAŞ’a li Enqereyê çekên dewleta Tirk çêdike çalakî lidar xistibûn, klîba bi navê ‘Awirên Bazan’ çêkir û parve kir.

Di 23’yê Cotmeha 2024’an de li hember fabrîqeya TUSAŞ’ê ya li Enqereyê ku çekên dewleta Tirk çêdike, êrîş pêkhat. Êrîşa ku ji aliyê Asya Alî û Rojger Hêlîn ve hat pêkanîn, li cîhanê deng veda. Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn, ji bo bîranîna wan klîba bi navê ‘Awirên Bazan’ amade kir.

Stran ji aliyê Sîdar Amed ve hat çêkirin û gotin. Xwezan Harun û Mordem Firat vokaltiya stranê kirin. Klîba stranê jî li Studyoya Şehîd Mizgîn, ji aliyê Ararat Sûweyda ve hat çêkirin. Sîdar Amed, armanca çêkirina stranê û klîbê bi van gotinan anî ziman: “Çalakiya ku Heval Asya û Heval Rojger li TUSAŞ’ê di dilê dijmin de lidar xistin, dîrokek nû ya berxwedana bibandor nivîsand. Tecrîda girankirî ya li hember Rêber Apo, bi çalakiya Heval Asya û Heval Rojger ronî bû û piştre jî silavên Rêber Apo gihîşt hemû gelan. Ji bo bîranîna vê çalakiyê, me xwest wek rêhevalên têkoşîna Heval Asya û Heval Rojger, vê çalakiya serkeftî ya hevalan hindik be jî pîroz bikin û bibîr bînin.

Bi sekna xwe xeta mîlîtan a Rêber APO ava kirin

Em dizanin ku tu stran, ti muzîk têra vegotina çalakiya Heval Asya û Heval Rojger nake. Ji ber ku ew bi xwe bûn stran û muzîk. Di dilê hemû rêhevalên xwe û gelê xwe de cîh girtin. Hemû dinyayê behsa çalakiya van du rêhevaalan kir. Bi dîmenên xwe bûn fîlm, bi tevgerên xwe bûn dîlan, bi sekna xwe xeta mîlîtan a Rêber Apo ava kirin. Heval Asya, dibêje ‘Pûsulaya Rêbertî û şehîd bin, tu car ji rotaya xwe şaş nabin’. Du heval, bûn nîşana xeta me ya çalakiya sedsaleyî.

Heval Asya û Heval Rojger bûn wêrekiya sedsalê

Rojger heval jî, ji bo Rêber Apo dibêje ‘Asta têkoşîna min a li hember dijmin, asta hezkirina min a ji bo te nîşan dide.’ Çalakiya herdu hevalan jî, bû mînaka hezkirina rastî ya xeta mîlîtanên Apocî. Heval Asya û Heval Rojger bûn wêrekiya sedsalê. Bi vê giyanê li her goşeyek Kurdistanê û li cîhanê herkes dixwaze Rêber Apo bi çavên xwe bibîne. Rêber Apo, dixwaze 15’ê Sibatê ya tarî, bike rojeke kêfxweşî û ronahiyê.

Di demeke ku em 26’emîn salvegera Komploya 15’ê Sibatê li dû xwe dihêlin de, em di şexsê du hevalên xwe de hemû rêhevalên xwe yên şehîd ketine careke din bibîr tînin. Mîna ku Heval Rojger jî gotiye ‘Nekarî roja me tarî bikin, nikarin tarî bikin û ewê nikaribin tarî bikin.”

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.