Lîloz Hisên/Qamişlo
Jinên Efrînî diyar kirin ku komploya navnetewî ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de hate kirin, armanca wê hedefgirtina tevahî gelê kurd bû û wiha gotin: “Azadiya Rêber Apo çareseriya tevahî pirsgirêkên herêmê ne.”
Komploya Navnetewî ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd hate kirin, ket sala xwe ya 27’an de. Di derbarê salvgera Komploya Navnetewî jinên Efrînî ji Rojnameya me re axivîn.
‘Di şexsê Rêber Apo de dixwestin doza kurdî tune bikin’
Jina bi navê Rozelîn Bekir destnîşan kir ku ket sala 27`an de ku komplo li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berdewam e û wiha berdewam kir: “Armanca Komploya Navnetewî ya derheqê Rêber Apo hate pêk anîn, dixwestin bi girtina rêber Apo doza kurdî û projeya demokratîk ku ji bo tevahî Rojhilata Navîn hatibû pêşkêş kirin tune bikin. Ji 26`salan ve heya niha Rêber Apo di Îmraliyê berxwedaniyeke mezin dimeşîne, li gel komployê jî demeke dirêj sîstema îşkence û qirkirnê li ser Rêber Apo hatibû ferzkirin, armanc jê ku qutbûyînekê di navbera gel û rêbertî de çêbikin, lê berovajî pilanên wan bi têkoşîna gelê kurd û berxwedana zindanan ev pilan têk diçin. Rojane çalakî û xebat ji bo rêber Apo têne kirin, da ku azadiya fîzîkî bidest bixin.”
Rozelîn Bekir wiha pê de çû: “Herêm giştî bi guhertinên mezin derbas dibe, lewma jî Tirkiyê ji vê yekê baldare, dixwaze ji van guhertinan sûd bigre û bi awayekî serkeftî ji aloziyê derbikeve, ji ber vê yekê hewildanên xwe berfireh dike bi hemû aliyan. Guhertin ji Sûriyê û Fîlestînê destpê dike, dîroka van her du dewletan ji her kesî re xuyaye û erdnîgariya wan di Rojhilata Navîn de pir giringe. Her aliyek destwerdanê di Sûriyê dike dixwaze van guhertinan bixin xizmeta xwe de. Bi taybet dewleta Tirk, di demê dawî de dest bi hewildanên xwe kir di riya hevdîtinan bi Rêber Abdullah Ocalan û bang kir qaşo ji bo aştiyê, ji her kesî re xuya ye ku dewleta Tirk ne aşiqê gelê kurd e û ne jî niyeta wî ya aştiyê heye.”
‘Di dawî de ji bo çareseriyê li Rêber Apo vegeriyan’
Rozelîn Bekir wiha domand: “Erdogan di dawî de li rêber Abdullah Ocalan vegeriya da ku doza kurd çareser bike, Erdogan banga aştiyê dike hem jî li aliyeke din şerê wî li ser bendava Tişrînê berdewam e û rojane sivîlan bombebaran dike, li Efrîna dagirkirî rojane îşkence û binpêkirin der heqê şêniyên resen tên kirin di riya çeteyên girêdayî wê. Dewlet Bexçelî mêjiyê Erdogan e, heya niha tu cidyeta dewleta Tirk ji bo çareseriyê tune ye, ne jî çareserî li cem wan heye, ji ber tu proje ji hêla wan nehatiye pêkêş kirin, çareserî tenê li cem Rêber Apo ye di Îmraliyê de.
Rozelîn Bekir bal kişand ser rewşa Sûriyê û wiha got: “Ev 13 salin alozî li Sûriyê berdewam e, aloziyeke mezin ji aliyê ewlehî, aştiyê, aborî hem civakî hîn tê jiyan kirin. Ji destpêka şoreşa Sûriyê her kesî destwerdan di kar û barê wê de kir, rêxistinên terorê mîna Heyet Tehîr El-Şam, Cebhet El-Nûsra û DAIŞ û ji xeynî wê ji komên çeteyan xwestin xakê kontrol bikin û hikmê xwe yên tundraw ferz bikin li ser gel, lê ev yek hate binketin bi taybet li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla hêzên me. Tevî rûxandina Rêjîma Bees lê hîn alozî didome, hîn gel êşê dikşîne, parçebûneke balkêş di Sûriyê de derdikeve.”
Rozelîn Bekir di dawî de bal kişand ser rewşa jinê di çarçoveya hatina hikumeta demkî û wiha anî ziman: “Ji daxuyaniyên ku derdikevin ji hêla hikumeta demkî mafê jinê wê di Sûriyê de windayî be, jinê ji destpêka şoreşa Sûriyê ve cihê xwe di hemû aliyê civakî de girt, hem siyasî, aborî û leşkerî û hwd.. Lewma gereke piştî vê berxwedan û têkoşînê mafê jinan bê parastin û cihê wan jî di destûrê û biryarê de hebe. Rêber Apo ji bo jinan wiha dibêje “Eger mafên jinan di civakan de tune be, mafê civakê bi xwe tune ye”. Di herêmê de projeya hevserokatiya hevbeş di saziyan de hate pêkanîn, ev bûye proje ji bo tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye sepandin, bingeha wê ji Netewa Demokratîk e ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, di nav de jin, ciwan û tevahî pêkhate cih digrin û mafê her kesî tê parastin.”
‘Em ê her dem li ser piya bin heta azadiya Rêber Apo bidest bixin’
Di heman çarçoveyê de jina bi navê Şêrîn Ehmed Komploya Navnetewî dewletî şermzar kir û wiha anî ziman: “Weke jin û ciwanê Efrînê em ê her dem li ser piyan bin heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Apo, herwiha em ê têkoşînê bikin da ku sîstema îşkence û qirkirinê bi dawî bikin.”
Şêrîn Ehmed diyar kir ku her dem Rêber Apo bal dikşîne ser azadiya jinê û wiha got: “Çi şoreşên di seranserî dîrokê de çêbûn, ji ber ku beşdariya jinê tê de tune bû têk diçû, lê weke her kesî dît şoreşa Rojava bi navê jinê hatiye nasîn, ji ber ku jinê cihê xwe tê de girtin di hemû qadên civakî û jiyanî de, lewma berxwedanî û têkoşîna jinên Rojava bû nimûne ji bo tevahî cîhanê. Çi şoreşên ku jin tê de beşdar bibin wê bi ser bikeve lewma şoreşa me bi serkeftî tê meşandin, bi saya pêşengê jin yên vê şoreşê, em ê her dem li pey şopa van pêşengan bin.”
Di dawî de Şêrîn Ehmed wiha anî ziman: “Fikir û fesefeya ku Rêber Apo ji me re pêşkêş kiriye em ê bişopînin, careke din ez tekez dikin ku em ê çalakiyên xwe berdewam bikin weke jinên kurd li vê herêmê da azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.”