Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Emê li ser xeta şehîd Hogir berxwedaniyê berdewam bikin’

09/02/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Emê li ser xeta şehîd Hogir berxwedaniyê berdewam bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\ Qamişlo


Hevserokê Encûmena Ciwanên Sûriya Demokratîk Nasir Nasiro diyar kir ku şehîd Hogir di hevaltî, kar û xebatên xwe de kesekî durist û fedekar bû û emê heta dawiyê li ser xeta şehîd Hogir berxwedaniyê berdewam bikin û tola wî rakin.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişê xwe yên li ser Başur û Rojavayê Kurdistanê hertim kesê pêşeng dike hedef, yek ji wan kesan jî Şehîd Hogir Erebo bû, Herwiha dema ku şehîd Hogir Erebo ji bo rewşa xwe ya tenduristî berê xwe da Başûrê Kurdistanê ji aliyê mîtên dewleta Tirk a dagirker ve di 27’ê çileya 2025’ an de hat hedef girtin û di encamê de şehîd bû.

Di derbarê bandora Şehadeta Şehîd Hogir Erbo, hevaltî, kar û xabatên wî de Hevserokê Encûmena Ciwanên Sûriya Demokratîk Nasir Nasiro ji Rojnameya me re axivî.

‘Bi rihekî fedayî Şehîd Hogir kar û xebatên xwe birêvedibirin’

Nasir Nasiro anî ziman ku şehîd Hogir di malbateke welatparêz de mezin bûye û wiha got:“ Şehîd Hogir bi fikir, felsefe û ramanê Rêber Apo tevlî şoreşê bû û kesayeta şehîd Hogir bi bandor bû. Di heman demê de Şehîd Hogir rêveberê Ciwanên Sûriya Demokratîk bû û kesekî ku di hevaltî, kar û xebatên xwe de durist û fedekar bû û bi rihekî fedayî kar û xebatên xwe birêvedibirin û têkoşîn dikir. Rewşa herêmê di nava metirsiyê de bû û metirsiya şehîdbûnê hebû jî, lê wî kar û xebatên xwe bi rengekî serkeftî dikir. Herwiha kar û xebatên ku didan meşandin pir bi sûdbûn û li her qada ku lê dima her tim di nava têkoşînê de bû û di warê perwerdeyê de jî her tim bi erkê xwe radibû. Şehîd Hogir bi dehan navend ji bo rêxistinkirina ciwanan avakir û bi sedan ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde kirin û ew fêrî rêxistina rast kirin.”

Bandora şehadeta şehîd Hogir

Nasir Nasiro da zanîn ku bandora Şehadeta şehîd Hogir li ser me û dostên wî gelek hebû û wiha berdewam kir: “Dema ku kesekî weke heval Hogir şehîd dikeve,em pêwîste soza xwe ya têkoşînê xurt bikin û soza xwe ya tolhildanê xurtir bikin. Herwiha şehadeta heval Hogir ji bona me êşeke pir giran bû, em ê li ser xeta şehîdan têkoşîn û berxwedaniyê berdewam bikin. Li ser vî bingehî emê têkoşîna xwe berdewam bikin, em ê riya şehîdan bişopînin û têkoşîneke bêhempa bidin meşandin. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker hertim kesê ku xwedî bandor bin di nava Rêveberiya Xweser de dike hedef, armanca dewleta Tirk a faşîst têkbirina pirojeya Rêveberiya Xweser e.”

‘Em ê tola Şehîd Hogir rakin’

Hevserokê Encûmana Ciwanên Sûriya Demokratîk Nasir Nasiro axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her tim kesên ku li hemberî çeteyan şer dikin û ji bona doza azdiya gelê Kurdistanê kar dikin, dewleta  Tirk a dagirker van kesên pêşeng dike armanca êrişên xwe. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî gelê me dike û hemû rêbazên xwe yên hovane û dij mirovî pêktîne, dewleta Tirk bi van êrişên xwe yên li dijî mirovan nikare coşa me bişkîne û em ê tola şehîd Hogir rakin.”

Post Views: 173
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.