Ronaz Silêman/Qamişlo
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Ebdulselam Mehmûd diyar kir ku hevgirtina gelan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de li pêş ketiye û got, “Hevgirtina gelan di dema niha de li Bendava Tişrînê mînaka herî berbiçav ya ku pêk tê û ev yek jî dibe kelemek li pêşiya armancên dagirkeriyê.”
Gel û pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin, bi sedê salan di bin gefên desthilatdarî û êrişên dagirkeriyê de jiyan dikirin. Herwiha desthilatdara heyî olperestî û nijadperestî di nav hemû pêkhateyan de li pêş xistibû. Lê bi salên ku şoreş hat lidarxistin, sîstema Rêveberiya Xweser hate avakirin. Sîstema Rêveberiya xweser hem destkeftiyeke mezin a şoreşê bû, hem jî serkeftineke mezin a hevgirtina gelan bû.
Bi saya Rêveberiya Xweser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek dest, li kêlekê jî her pêkhateyekî bû xwedî rol û karîbû bi çand, ziman û nasnameya xwe jiyan bike. Lê ev yek li ser dijmin û desthilatdaran zor bû. Lewra bi lidarxistina şoreşê û heta roja îro dewleta Tirk a dagirker û tevahî dijminên biratiya gelan hewl didin, ewlehiya herêmê têk bibin, fitneyan derxin, da ku vê hevgirtinê ji hev bixin û vîna gelên azad têk bin. Di heman demê de herêmê bi hêsanî dagir bikin. Lê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi hevgrtina gel û şervanan heta roja îro hatiye parastin. Hevgirtina gelan rêya herî guncaw ya tunekirina planên dagirkeriya Tirk e.
Derbarê hevgirtina gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Ebdulselam Mehmûd ji rojnameya me re axivî.
‘Xeta seyemîn parastina nirxê pêkhateya ne’
Ebdulselam Mehmûd diyar kir ku wan xeta seyemîn hilbijart da ku hevgirtina gelan xurt bikin û wiha got: “Dema ku şoreşa Sûriyê di sala 2011’an de dest pê kir, me weke Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê xeta seyemîn hilbijar. Xeta seyemîn bingeha xwe parastina nirxên civak û pêkhateyan ne. Ji bo ku hemû civak ji bin zextên desthilatdarî û êrişan rizgar bibin, gelek şehîd hatin dayîn û gelek astengî hatin jiyankirin. Avakirina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk ne tenê nemûneya pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê bû nemûne ji giştî cîhanê re. Dema ku em li hemû sîstemên cîhanê dinêrin, tu sîstem bi qasî sîstema Rêveberiya Xweser mafê gelan nedaye, bi taybet jî mafê jinê. Îro sîstema li ser erdê tê avakirin ji bo gelên li Sûriyê jiyaneke azad û birûmet bijîn, çareseriya ku wê li Sûriyê giştî sîstema Rêveberiya Xweser pêk were.”
‘Hevgirtina gelan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de li pêş e’
Ebdulselam Mehmûd anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê hevgirtina gelan pêk hatiye lê li kêlek wê jî hêzeke leşkerî xurt a birêxistinkirî hatiye avakirin û wiha got: “Yekîtiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hetanî asteke baş pêk hatiye, ew jî di bin sîwana Rêveberiya Xweser de pêş ketiye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê hevgirtina civakê xurt bûye, lê li kêleka wê jî birêxistinkirina hêzên leşkerî jî pêk hatiye. Yebûyîna gel û hêza wê ya leşekerî di berxwedana Kobanê de ji giştî cîhanê re hate xuyakirin ku gelekî birêxistinkirî û hevgirtî li vir heye. Ew nijadperestiya ku dewletê bi sedê salan di nav wan de daye jiyankirin ji holê hatiye rakirin û çeteyên herî hov hatin têk birin.”
‘Hebûna me bi hevgirtinê diyar dibe’
Ebdulselam Mehmûd axaftina xwe wiha qedanad: “Di qonaxa heyî ya ku Sûriyê têde jiyan dike, Sûriyeke pirreng û nenavendî gerek e, ji ber ew çareseriya herî guncaw ji hemû pêkhateyan re ye. Da ku nirx, çand û zimanê her kesî were parastin. Herwiha di rewşa dijwar a ku herêm têde jiyan dike ji aliyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ve, tişta ku dihêle ev hevgirtin bê parastin hêzên me yên leşkerî QSD’ê YPG û YPJ’ê ye. Hevgirtina gelan di dema niha de li Bendava Tişrînê mînaka herî berbiçave ku pêk tê. Hebûna me bi hevgirtinê diyar dibe. Li ser hevgirtina gelên herêmê şerekî taybet tê meşandin, lê bi berxwedan û têkoşîna xwe dikarin şerê taybet û êrişan vala derxînin. Em bang li miletê xwe dikin ku destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurt bikin, cihê herî bi ewle û aramî lê heye, herêma Rêveberiya Xweser e. Cihê ku mirov dikare jiyaneke birûmet û azad lê bijî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Hevgirtina me wê bibe kelemek di çavê dijmin de.”