Birûc Resûl/ Qamişlo
Dayik û bavên ku temenê 80 salî derbas kirine, bi hemû hêz û îradeya xwe, li bendava berxwedanê a Tişrînê nobeta parastinê digrin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca berfirehkirina dagirkeriyê, didomîne. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji 8’ê Berfanbarê ve dest bi êrişîn xwe yên li ser Bendava Tişrîn kir û ev êriş jî 26 roj didomîne, lê li kêleka van êrişan jî berxwedaniya gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî bê hempa tê meşandim, em bûn şahidê van buyeran ku çawa zarokên 7 salî heya 80 salî bi îrade û hêzekî pir xurt berê xwe dane bendava Tişrînê û nobeta parastina wê digrin.
Derbarê berxwedaniya ku niha li bendava Tişrînê tê meşandin dayik û bavê ku temenê 80 derbas krine ji Rojnameya me re axivî.
Dayika bi navê Nergiz Dawûd ku di cihê xwe di nobeta parastina bendava Tişrînê de digre di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku berwedaniya ku niha li bendava Tişrînê tê meşandin ne berxwedaniyeke biçûk û hindike û wiha got: “Ez ji bajarê Qamişlo me, ez dayikek bi temenê 67 salî me û niha em li bendava berxwedanê a tişrînê ne. em dibînin ku çawa dewleta Tikk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê dide meşandin û diwaze axa me bike bin destê xwe. Her wiha ev dmeke ku dagirkeriya Tirk êrişî bendava Tişrînê dike û wekî ku hemî cîhan jî dîtin ku çawa gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îrade û hêz berê xwe dan bendavê da ku bandav bidin parastin ji êrişên dewleta Tirk a dagirker, lê me teva dît ku çawa dagirkeriya Tirk gel kir armanca xwe bi dehan birîndar û şehîd çêbûn. Çima dewletên cîhanê van sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne xwe bê deng, kor û lal dikin. Em dibêjin besa ji bêdengiyê re, besa ji zordariyê û dagirkeriyê re, dewleta Tirk a dagirker çi dixwaze!, lê bila bizanbe ku ti tiştekî dewleta Tirk a dagirker li cem e tune ye, yê ku daxwaze axa xwe bike, em in kurd. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker wê axa me dagirkiriya, pêwîsta hemî dewletên cîhanê ji sûc û binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker li herêma Bakue û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li bendava Tişrînê pêk tîne, bê deng ne mînin.”
‘Em çavê xwe ji dijmin re naşikînin’
Nergiz Dawûd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha hebûne me li bendava berxwedanê a Tişrînê, ne tenê ji bo piştgiriya Hêzên QSD`ê yê ku niha di çeperên şer de ne, lê belê em niha wekî gel li bendavê kom dibin ji bo parastina destkeftî, ax û ava xwe dikin. Ji ber ku em hemî dizanin ku bêndav biçe wê rewşa herêmê bi giştî bikeva xeteriyê de. li ser vê bingihê em vê yekê qebûl nakin û em ji 7 salî heya 80 salî li bendavê ne û parastina wê dikin, da ku her ker bizan be ku em ji tu tiştî natirsin û tu carî jî em çavê xwe ji dijmin re na şikînin.”
‘Em ê bi rihê şerê gelê şoreşgerî destkeftiyên şoreşa xwe bi parêzin’
Di heman çarçoveyê de welatiyê bi navê Silêman Ehmed ku ji bajarê Qamişlo ye wiha axivî û got: “Ez Welatiyekî bi Temenê 87 salî me û niha ez li bendava Tişrînê me. Hebûne gelê herêmê li bendavê ew e ku her kes bizane em qebûl nakin ku dewleta Tirk a dagirker bi hesanî were axa me dagir bike. em tiştek naxwazin, tenê bila dagirkeroya Tirk ji axa me derkeve û vî şerê xwe yê bê mirovî rawistîne. Em tenê ji dewletên cîhanê dixwazin ku li hemberî van êriş û sûcên kui dagirkeriya Tirk dide meşandin xwe bê deng nekin û hisab jê bixwazin. Em dibînin ku di cîhanê de kesek tê kuştin ewqas dewlet nerazîbûnê didin nîşan dan. Çima wiha li ser kurdan ne xwedî helwestin û xwedî mafin. Em jî mafê xwe diwazin, em ti carî pes nakin û heya dawiyê emê li ser piya bin, hêviya me ya serkeftinê pir mezine. Emê bi rihê şerê gelê şoreşgerî destkeftiyên şoreşa xwe bi parêzin.”