Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Bi balafirên şer jî wê nikaribin vîna me bişkînin’

09/02/2025
in JIN
A A
 ‘Bi balafirên şer jî wê nikaribin vîna me bişkînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo


Reveberiya HPC-Jin Selamet Hecî diyar kir ku çawa wan di destpêka şoreşê de bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî axa xwe ji çeteyên DAÎŞ’ê parast, ew ê îro jî bi heman rihî axa xwe ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin.

Ji ber ku parastina axa welat bingeha tevahî xebat û karê civakê ye,  pêwîstî bi avakirina hêzeke civakî ku gel bi xwe  parastina xwe bike hebû. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve,  parastina cewherî hat avakirin û roleke mezin di parastina civakê de lîst. Herwiha ji ber ku jinê pêşengiya Şoreşê kir û hebûna xwe di tevahiya qadan de isbat kir, hebûna wê ya di nava Hêzên Parastina Cewherî de serkeftinek ji vê hêzê re bû.

Di derbarê girîngiya rola Hêzên Parastina Cewherî HPC û HPC-JIN di parastina civakê de, Rêveberiya Jin a Hêzên Parastina Cewherî a Bajarê Dêrikê Selamet Hecî ji rojnameya me re axivî.

‘Pêwîste hemû beşên civakê parastina xwe bi xwe bikin’

Selamet Hecî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji bo her hebûneke zindî  xweparastin pêwîste. Mafê ewlekarî û parastinê ji tu kesî re nayê dayîn. Çawa ku her zindî parastina xwe bi xwe dike, divê hemû beşên civakî jî parastina xwe bikin û libenda tu hêzeke derve nemînin da ku wan biparêze. Li bendmayîna parastinê ji hêzeke derve tê wateya mirinê. Ji bo civakê lawazbûn, bêrêxstinkirin û bêtêkoşînkirin tê wateya teslîmbûn û qebûlkirina koletiyê. Li cihê ku xweparastin tune be koletî dest pê dike. Ji bo gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî xweparastin ji her tiştî girîngtire.”

‘Xweparastin hêmaneke girînge’

Selamet Hecî da xuyakirin ku rola HPC û HPC-JIN di rêxistinkirina Şerê Gelê Şorşgerî de bingehe û wiha domand: “Me hewil da ku di vê pêvajoya xeternak de parastina tax, gund û bajarên xwe bikin, ji bo me xweparastin tê wateya hebûnê. Ew jî mîna xwarin û xwezêdekirinê hêmaneke girîng e. Di heman demê de xweparastin parastina mafê jiyanê ye, parastina hebûna gelan a li hemberî rastiya dewleta netewe ya qirker e. Em xweparastinê weke yek ji şêweyên hebûna sîstema şaristaniya demokratîk dibînin. Êdî gelê kurd ne ew gêlê ku bi êrişên dewleta Tirk re dev ji axa xwe berde, em vê rastiyê piştguh nekin. Derveyî têkoşîn û berxwedanê tiştek me nemaye.”

‘Em ê bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî av û axa xwe biparêzin’

Selamet di axaftina xwe de behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li Bendava Tişrînê kir û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker piştî şerê Minbicê xeyal dikir ku bendava Tişrîn û pira Qaraqozaxê dagir bike. Gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina av, ax û elektirîka xwe  bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî berê xwe dan bendava Tişrînê. Di êrişên li ser bendava Tişrînê de carek din derket holê ku dewleta Tirk a dagirker sûcên şer li dijî gelê sivîl pêk tîne. Dewleta Tirk û çeteyên wê difikirin ku ew ê bi komkujiyan gel bitirsîne, lê em ne ji balafiran ne jî ji topên wan ditirsin, me xwe li ser fikrê Netewa Demokratîk birêxistin kiriye.”

‘Hebûna me bi hêza me ye, kes nikare vîna me bişkîne’

Selamet Hecî diyar kir ku gelên Bakûr û Rojhilate Sûriyê bi hêza xwe ya leşkerî û îradeya xwe hene, tu kes nikare vîna wan bişkîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk a dagirker bi rêya şerê taybet dixwaze di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tevlîheviyê avabike. Em wek HPC û HPC-Jin, li hemberî şerê taybet yê ku dewleta tirk dixwaze bi rêya malperên xwe li ser civakê bide meşandin, em civînan ji gel re çêdikin û hewil didin siyaseta şerê taybet vala derxin. Li ser van bingehan gelê Dêrikê ji heft heta heftê salî ji bo parastina tax û bajarê xwe ketine nav seferberiyê de.”

‘Tabûrên me li kêlek hêzên QSD-YPJ şer dikin’

Selamet Hecî di axaftina xwe de ev anî ziman: “Tabûrên me yên ku di destpêkirina şerê li ser herêmê de hatibûn avakirin, carek din hatin komkirin û civîn li ser pêvajoya heyî hatin çêkirin. Gelek tabûrên me niha li kêleka şervanên YPJ’ê û QSD’ê di eniya pêş de cih digrin û li berxwe didin. Çawa ku îro Şerê Gelê Şoreşgerî li taxan tê meşandin, bi heman rihî gel berê xwe dide bendava Tişrînê jî. Berxwedana ku îro gel li bendavê dimeşîne bê hempaye,  dewleta Tirk nikare bi balafiran jî gel bitirsîne. Em wek gel nahêlên ku dewleta Tirk di axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de bijî. Ax axa me ye û em ê dijminê xwe tu carî qebûl nakin. Wek HPC-HPC-JIN tiştê ku dikeve ser mile me, em ê pêk bînin. Niha gelê Dêrîkê ji heft heta heftê salî amade ye ku taxên xwe ji dagirkeran biparêze.”

Rêveberiya Jin a Hêzên Parastina Cewherî a Bajarê Dêrikê Selamet Hecî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelên herêmê kir ku li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî jiyana xwe birêxistin bikin û bi beşdariya xwe ya nava refên parastinê, xwe bi hêztir bikin.

Post Views: 185
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.