Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêre jina kurd Viyan Soran bû perperîka lêgera heqîqetê

06/02/2025
in JIN
A A
Şêre jina kurd Viyan Soran bû perperîka lêgera heqîqetê
Share on FacebookShare on Twitter

Asya Weşûkan


Weke ku têye zanîn komploya navdewletî ya ku li ser, Rêberê gelê Kurd Rêber Apo hate pêkanîn bi destê hêzên giloval; yên pergala sermayedar bû. Û hîna jî ew hêzên dirinde li pey gelê Kurd in ku wan ji xerîteya, Rojhilata Navîn rakin yan jî wan bikin yên xwe. Di serî de û beriya her tiştî ez komploya navdewletî bi hêrs û kînek pir dijwar, şermezar û pirotesto dikim û di bêjim ku dîroka 15 sibata sala 1999 an; ji bo me jin û civakê bêbextiyek pir mezin bû. Nexasim ku hîna jî komploger li ser erkin û her hewildidin, ku roja mirovahiyê tarî bikin. Pergala sermayedar ya Cîhanê paradigma Rêber Apo, ya civaka demokratîk ji bo xwe weke; entirnatîf û bedîl didîtin û di encama hesabên wan de: Komploya navdewletî hate pêkanîn. Lê komploya navdewletî ya ku weke îxtebûtê, şaxên xwe fireh bû tekez negihaşte hedef û armancên xwe.

Û cardin jî mirov dibîne ku dewletên yekitiya Ewrpoayê dûbare, hewil didin ku netewa Kurd bikinm  qurbana siyaseta xwe ya kevnar û sudmend. Weke ku têye zanîn di şerê Cîhanê yê yekem de dewletên Ewrûpayê, bi pêşengtiya Birîtanyayê gelê Kurd kire hedefa xwe zext li ser; Kemal Ata Turk kirin ku dev ji yekitiya Kurdan berde. Û çavê wan bi modela nû ya dewlet netewê, tarî kirin û gelê Kurd jî bû qurbana siyaseta wan ya; perçe bik û ji xwe re bi rêve bib. Û niha jî em di bînin ku heman siyaset li ser gelan û bi taybet, jî li ser gelê Kurd têye birêvebirin. Lê gelê Kurd ji zûve haj li siyaseta wan ya xapandin û ling şemitînê bû ye. Û bi salaye ku gelê Kurd li hemberî bêbextiya reş û siyaseta, dewletên derve ya têkbirinê tekoşîn dike û li ser piyaye û du salin ku; hemleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rengekî giloval berdewam, dike û gelê Kurd tevî dost û hevalên xwe di nava çalakiyan dene.

Û ya din jî gelê Kurd tevî kesayetên hukuk nas û siyasetdmedar û saziyên, demkoratîk ji 1 sibatê de li her devera Cîhanê di nava; xwe pêşandan û çalakiyan dene û daxwaza azadiya fîzîkî ya; Rêber Apo dikin. Bi ketina sala duyemîn ya hemleya azadiya fîzîkî, ya Rêber Apo çalakiyên Kurdan û dostên wan di pileya; herî jor de berdewam dikin û ev jî ciyê hurmet û teqdîrê ye. Ji xwe rojane têye dîtin ku raya giştî ya demkorat, rewşenbîr û saziyên hukukî helwesta mirovahiyê di şopînin û tevî gelê; Kurd bi dijwarî beşdarî çalakiyên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibin. Cardin jî ez dewletên dirinde û hov şermezar dikim û dibêjin, bese ji siyaseta wan ya ku qedera gelan reş dikin û dikin berxê qurbanê û nexasim jî ku her bi; qedera gelê Kurd lîstine û di qirkirinê re derbas kirine. Lê tekez careke din wê gelê Kurd wê derfetê nede wan, ku bi qedera wan bileyizin û wan têkbibin.

Weke ku têye zanîn gelê Kurd gihaştiye zanebûna ku dost û dijminê, xwe ji hevdû nasbike û bi bîrdûziya Rêber Apo xwe bi rêxistin bike. Bi taybet jî di çalakiyên li ser bendava Tişrînê (Bendava şehîdan) de pir zelal diyar dibe ku; gelê Kurd tevî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Suryeyê li berxwedidin û di serkeftinê de îsrardikin. Weke ku têye zanîn ji beriya 35 salan de her dihate gotin ku, hejmara gelê Kurd 40 milyone û hîna jî wiha têye gotin; lê di nerîna min de ku hejmara gelê Kurd niha gihaştiye 50- 60 milyonî. Û qet ne pêkane ku ewqase gel were tune kirin yan jî, serê wan were tewandin û ger ku dijminên me wiha dihizirin jî; tekez xwe di xapînin û wê poşman bibin. Û em di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekitiya gelan, ya demokratîk de îsrar dikin û tekez wê serkeftin ya gelan be.

Û cardin jî ez dibêjin di rojeke wek îro de ku salvegera, komploya li ser Rêberê mirovahiyê ye û di meheke weke vê mehê; awarte de gerek her kes xwe lêhurbûn bike û ji bo tekoşîneke, hîn serkeftîtir xwe hazir bike. Ji bo ku em ji Rêber Apo û hewildanên wî yên ji bo aşitî û demokrasiyê re, bibin bersiv û pêkan bikin gerek em tevahî hêza xwe; seferber bikin û bi rengekî awrtere beşdarî tekoşîna demê bibin. Weke ku têye zanîn di sala 1999 an de û ji bo ku komploya navdewletî, pêkan bibe dewletên debdebe yên serwerên Cîhanê ji dewleta Tirk re; bûn dest û pê û xwestin ku bi vî awayî pêşiya felsefe û paradîgma Rêber Apo ya civaka demokratîk bigirin û dawiyê lêbînin. Û niha jî em salvegera 26 mîn ya vê komploya, ya bêbext bi tevahî êş û jana wê jiyan dikin û di bînin ku; roj bi roj dilê mirovan ji hişmendiya serwer ya dewlet netewê reş dibe û dixele.

Cardin jî ez dibêjin bese ji xapandin û qirkirina li ser gelê Kurd, bese ji kedxwarî û koledariya li ser jin û civakê. Lê bi rastî helwesta gelê Kurd û dost û hevalên wan yên, demokrat û azadî xwaz diyar dibe ku  komploya xedar û cereyana wê; vala hatiye derxistin û ji her kesî hatiye diyar kirin ku vîna gelan, bingeha her serkeftinê ye. Weke ku ji çalakiyên mirovahiyê yên xelkê, Bakur û Rojhilatê Suryeyê jî diyar dibe ku  hêrs û helwesta çalak ya; li ser bendava Tişrînê jî îlhama xwe ji berxwedana: Gelê Kurd ya ku li her devera Cîhanê rû dide û tekez wê, vîna gelan serkeftinê qezenc bike. Di heman demê de Rêber Apo di hevdîtina xwe ya di dîroka 23 cotmehê de û nexasim ku, piştî 3 sal û 6 heyvan destur hate dayîn ku pêşiya hevdîtinan; were vekirin de got ku: Tecrîd hîna jî berdewam dike û di vê gotina Rêber Apo de, diyar bû ku dewleta Tirk hîna jî hazir nîne ji; çareseriya demokratîk re.

Û piştî wê hevdîtinê jî rayedarên dewleta Tirk cardin derfet dan heyeta, Dem patî ku cardin jî bi Rêber Apo re hevdîtin werin çêkirin. Û di wan hevdîtinan de diyar dibe ku dewleta Tirk, hin hewildanên xwe hene lê çiqasî hewildanên ji dil û canin qet diyar nîne. Em hêvîdarin ku dewleta Tirk destê Rêber Apo yê ku dirêjî aşitî û biratiyê, kiriye vala nehêle û bibin alîkar bi Rêber Apo re ku piroja civaka; demokratîk û wekhev ava bike. Û hewildanên heyî ciyê kêfxweşiyê ye lê ger ku dewleta, Tirk û nûnerê wê yê wek serokê MHP ê Dewlet Behçelî; rast û durust nêz bibin û derfetên hukukî û zagonî bidin Rêber Apo ku, piroja xwe ya civaka demkoratîk pêkan bike. Em bi hêvîne ku rayedarên dewleta Tirk xwedî niyetên pakbin û bi Rêber Apo, re bibin alîkar ku ji pirsgirêka gelê Kurd û gelê Tirk re çareseriya; demokratîk pêkbîne û dawiyê li siyaseta bikuj û were kuştin bîne.

Pirsgirêka kor ya gelê Kurd û gelê Tirk ku sedsal di ser e, bûriye û hatiye pileya ku kewisê jiyan bike û tenê bi ked û hewildanên, Rêber Apo di kare pêkan bibe. Û niha jî em dikevin heyva reş ya sibatê de û nexasim ku salvegera, şehadeta rêheval û fermandar Viyan Soran a ku di dîroka 2. 2. 2006 an de li herêma; Heftenînê bi çalakîya bedena xwe şewitandinê komploya li ser, Rêber Apo pirotesto kir. Dema ku mirov rêheval Viyan û hevalên weke wê bibîra xwe de, tîne bi rastî mirov gelekî hêrs dibe û dibêje ku ew qehreman û çeleng bûn; weke xelekek ji agir li derûdora Rêber Apo û ew parastin. Rêheval û jina pêşeng Leyla Walî Hisên ya ku bi kod navê (Viyan Caf) ku di dîroka 2. 2. 2006 an de çalakiya xwe pêkanî û bi helwesta xwe peyam da dost û dijminan; ku ne dijminê faşîstê Tirk û ne jî revok û tesfiyekarên xayîn û ne jî xweza dikare pêşiya, fedaybûna mirov bigire û jêre bibe engel.

Weke ku em tev jî di zanin ku Rêber Apo ji çalakiyên wiha re, xwedî bertek û hêrse û çalakiyên wiha pesend nake. Lê tekez gerek were zanîn ku Rêbertî gelek bawerî û hurmet dida, hevala Viyan û her di got ku: Şoreşa Başûrê Kurduistanê wê bi pêşengtiya, jinê were li darxistin. Û di sala 2004 an de û piştî ku tesfiyekariya, Osman Ocalan derke holê de Rêber Apo 12 heval erkdar kirin ku; navê PKK ê vegere weke berê û ji nûvde xwe bi rêxistin bike. Rêber Apo di riya parastvanên xwe de koma ji 12 kesan, diyar kir ku yek ji wan jî rêheval û fermandar Viyan Soran bûye. Deteya ku Rêber Apo ew weke Hewariyên Pêximber Îsa dane, diyar kirin ku yek ji wan jî çakavan Viyan Caf bûye û hevala Viyan jî; her weke Hewariyeke Rêber Apo tevgeriya û tekoşîn kir. Hevala Viyan jî di nava wê desteya ku ji 12 kesan, pêşengtî kir û serê xwe ji tesfiyekaran re netewand û bi radîkalî li hemberî wan rawestiya.

Û hevala Viyan her li gorî baweriya ku Rêber Apo da bû wan, tevgeriya û her xwest ku layiqî keda Rêbertî derkeve. Lê tevî wê tekoşîna bêhempa jî fermandar û leheng Viyan hewildana, xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têrker nedît û li hemberî komploya navdewletî çalakiya xwe pêkanî. Em jî weke şagirt û şervanên fermandar Viyan Soran, bi hurmet û minetdarî serkêşa xwe bibîrtînin û bejna xwe li hemberî; bîranîna wê di tewînin û soz didin ku emê pileya tekoşîna xwe, bilind bikin û bigihînin serkeftinê. Cardin jî ez êrîşên dewleta Tirk yên li ser gelê Kurd, li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêktînin şermezar dikim û dibêjim ku: Ev êrîşên dijminane ku qirkirina gelê Kurd armanc dikin, sedema xwe jî xiyaneta Kurdiye ku temsîla xwe di malbata; Mesud Berzanî de dibîne. Û li Bakur û Rojhilatê Suryeyê jî xiyanet nûnertiya xwe di ENKS ê dibîne, yên ku her ji yekitiya netewî re dibin engel û her weke kelemekî di riya yekitiyê de çikilîne.

Cardin jî ez di xwazim ku vêya di derbarê çûyîna şandeya QSD ê û YPJ ê, ya Başûrê Kurdistanê û hevdîtina wan ya bi Mesud Berzanî re. Şande li ser teleba Partiya Demokratî Kurdistanê derbasî Başûr bû, lê mixabin Mesud li wir jî xwe vala derxist û hetikand. Ji ber ku qebûl nekir û bi şandeyê giştî re hevdîtin bike û tenê, bi birêz Mezlûm Ebdî re hevdîtin kir û weke ku têye zanîn birêz Rohilat Efrîn jî; di nava heyetê de ciyê xwe digirt. Û di heman demê de birêz Rohilat nûnera tevahî jinên berxwedêr û tekoşerên, şoreşa Rojava bû. Mirov li vir dikare wiha jî binirxîne û bibêje: Mesud mêrekî fewdal û paşverûye ji ber ku beriya niha jî, dema ku Rêber Apo got ku bera kongra netewî çêbibe û Leyla Zana şande; Başûr ji bo ku weke hevserok be li kêleka Mesud, wê çaxê jî Mesu bertek raberkir û niha jî nêzîkatiyên yên; wiha bi bertek diyar dibin.

Û ev helwest jî tekez li dijberî yekitiya gelê Kurd û jina azade û helwestek, lawaz û ji rêzê û mirov lê şaşwaz di mîne. Lê weke ku em tev jî dibînin ku Mesud Berezanî gelekî bi kelecan, bi xayînên Kurd yên weke Hakan Fîdan re hevdîtin dike û bi wan re gelekî jî; semîmîye û ew jî têrê nake ala Tirkiyê li ser serê: Keleha kevnar ya bav ûkalan ya li bajarê Hewlêrê. Gelo mirov dikare navê çi li vêya bike? Ma gelo ev xiyanet nebe çiye? Û Mesud efendî xwe gelekî ji rayedarên Tirk re, xwar dike heyanî ku pêl sitûyê wî bikin û her cûre xiyanetê pêbidin kirin. Ji xwe hatiye gotin ku Mesud Berzanî di hevdîtina xwe ya bi, fermandarê giştî yê Hêzên Suryeya Demokratîk re; gotiye ku ez ê hewil bidim ku werim ziyareta Rojava. Ez mebesta wî ji vêya nizanim xwestiye çi bibêje û dibe ku gotinek siyasî be jî, lê tişta ku ez di zanim ger were Rojava jî wê poşman bibe. Ji ber ku wê di hatina Rojava de û bi taybet jî bajarê berxwedanê, Qamişlo de bi hetikîne ji ber ku wê her kes wî; şermezar bike li ser helwesta wî ya dawiyê û xiyaneta wî ya berê.

Ez texmîn dikim ku wê gelê Rojava û bi taybet jî xelkên Qamişlokê, wî bi hêkan û bacanan bi qewitînin ji ber ku hevkariya neyaran dike û ji biratiya wan; hazir nîne û ji bo wê ez jêre şîret dikim neyê Rojava û xwe nehetikîne. Tekez gerek xelkê Qamişlo û tevahî Bakur û Rojhilatê Suryeyê, Berezanî şermezar bike û bihêle ku rastiya xwe bibîne û ya din jî bi rastî heq; nekiriye ku bê warê şoreşa jin û mêrên qehreman. Cardin jî ez komploya navdewletî şermezar û pirotesto dikin û şehîdên, meha sibatê bibîrtînim û bejna xwe li hemberî bîranîna; wan di tewînin û dibêjin ku emê tekoşîna we berdewam bikin û heyanî ku em hedef û armancên ku we, canê xwe jêre kiriye diyarî pêkbînin emê tekoşînek xurt bikin ji bo ku em; azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkbînin. Yan bi Rêber Apo re jiyaneke azad jiyan kirin yan jî, bera jiyan li me heram be.

Post Views: 112
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.