Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Cihê kujeran dadgehe, ne rêvebirina welat e’

05/02/2025
in JIN
A A
‘Cihê kujeran dadgehe, ne rêvebirina welat e’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo


Endama Desteya Rêveber ya Meclisa Jin a Sûriyê Emîne Omer hebûna kujerên jinan û kesên binpêkirin derheqê gelên Sûriyê de pêk anîn, di kongra ku Colanî li Şamê lidarxist şermezar kir û daxwaza dadgehkirina van serçeteyan li pêşiya dadgeha sûcan a navneteweyî kir.

Di kongreya ku Colanî  li Şamê di 29`ê çileyê de lidar xist, Hatim Ebû Şeqra û çeteyên bi navê Ebû Emşa hazir bibûn, ev çeteyên ku destên wan di binpêkirinên li dijî gelê Sûriyê de heye, nemaze kuştina siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef, ev bûyer hişt bertekên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin pêş, Hevrîn Xelef ku bi awayekî hovane hate kuştin û di wê demê de raya giştî û navdewletî ev bûyer şermezar kirin û ew kir weke sûcke şer.

Di derbarê vê yekê de endama Desteya Rêveber ya Meclisa Jin a Sûriyê Emîne Omer ji rojnameya me re axivî.

Emîne Omer di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Îro Sûriyê bi giştî di qonaxeke hestiyar û çarenûsî re derbas dibe, bi taybet piştî xilasbûna ji zilma rêjîma zordar ya Baas, Sûriya nû îro ava dibe, divê li ser bingeheke demokratîk bê ava kirin. Divê jin di vê qonaxê de roleke sereke bilîze, wekî ku çawa di qonaxên şoreşê de cihê xwe di tevahî qadan de girt.”

Emîne Omer bal kişand li ser kongreya ku li Şamê  hate li dar xistin û wiha anî ziman: “Beşdarbûna vê kongreyê ku hate lidarxistin bi giştî leşkerî bû, herwiha erêkirina Ebû Mihemed Colanî weke serokê Sûriya ji aliyekî bêyî beşdarbûna pêkhateyên din, ev nîşan dide ku qonaxa bê pir zehmet wê bê jiyan kirin. Di kongreyê serkeftinê de her kesî dît ku çeteyên ku binpêkirin derheqê gelê Sûriyê pêkanîn wê rêvebriya Sûriyê bikin, tu rengîniya pêkhateyên Sûriyê, herwiha beşdarbûna jinê tune bû ev yek gelê Sûriyê wê qebûl neke.”

Emîne Omer beşdarbûna çeteyên mîna Hatim Ebû Şeqra û Ebû Emşa di wê kongreyê de şermezar kir û wiha got: “Ev çete destê wan di kuştin û pêkanîna kiryarên dijmirovî derheqê gelê Sûriyê û jinên Sûriyeyî hene û beşdarbûna wan di kongreyê ku çarenûsa Sûriyê diyar dike nerêzgirtin e ji bo şehîdên me.”

Şerçeteyên Ehrar El-Şerqiye Hatim Ebû Şeqra û Ebû Emşa gelek sûcên dijîmirovahiyê li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de mîna Efrîn, Serêkaniy û Girêspî pêk anîn, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di Tîrmeha 2018’an de raporeke belav kir der barê binpêkirinên Ehrar El-Şerqiye ji dizî û talankirina mal û milkên şêniyan, herwiha Rêxistina Efû ya Navdewletî jî di Tebaxa 2018`an de raporek weşand û tê de piştrast kir ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye revandina sivîlan, girtina keyfî û talankirina erdên sivîlan pêk tînin.

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12’ê Cotmeha 2019’an de û şofêrê wê Ferhad Remezan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve bi pêşengiya çete Hatim Ebû Şaqra hatin qetilkirin, di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî.

‘Hebûna kujeran di rêvebirina Sûriyê de nayê qebûl kirin’

Emîne Omer wiha berdewam kir: “Destkeftiyên ku di şoreşa 19`ê tîrmehê li herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyê bi pêşengtiya jinê hate bidestxitin, di rêveberiya demikî ya Sûriyê de tê paşguhkirin, ev yek di beşdarbûna kujerê Hevrîn Xelef di kongreyên çarenûsa pêşeroja Sûriyê de diyar dibe, tevî ev çete ji hêla gelek dewletan hatiye tawanbar kirin, di nav de Emerîka ku ew xistiye nava lîsteya terorê de, ji ber ku komkujî û sûcên hovane der heqê gelê Sûriyê pêkanî, herwiha doz li dijî wî hene li pêşiya dadgeha cînayeta navdewletî. Desthilatdariya Şamê ji hêla çete û kujeran pêşeroja Sûriyê ber bi çarenûseke xeternak û xwînî dimeşîne.”

Endama Desteya Rêveber ya Meclisa Jin a Sûriyê Emîne Omer wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em siyaseta ku maf dide kujeran û kesên ku berxwedan û fedayî kirin paşguh dikin qebûl nakin. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê hewil bidin da ku kujerê Hevrîn Xelef bê darizandin û edaletê bidestbixin, em ê van kiryaran qebûl nakin. Peyama me ji her kesî re zelale, ji bo tevahiya gel Sûriyê, da ku em karibin ku li pêşiya van kiryarên xeternak bisekinin û dest bi dest têkoşîna xwe bilind bikin heta ku rê li ber van siyastên xirab bigrin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.