Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê Kujerên Hevrîn Xelef werin dadgehkirin’

05/02/2025
in JIN
A A
‘Divê Kujerên Hevrîn Xelef werin dadgehkirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/Qamişlo


Endama Ofîsa Jinan ya Yekîtiya Parêzeran LI Bakur û Rojhilatê Sûriyê Henan Reşko diyar kir ku ew bi tu awayan qebûl nakin ku kujerên jinên kurd beşdarî rêveriya Sûriyê ya nû bibin û wiha got: “Pêwîste kujerên jinên kurd li dadgehên navneteweyî bên darizandin.”

Koonferansa ku ji aliyê desthilatdariya Şamê ya nû ve di 29’ê Çileya 2025’an de li Şamê hat lidarxistin.  Serokê HTŞ’ê Colanî tê de xwe wekî serokê Sûriyê ragihand. Ev kongire bi amadebûna serçeteyên ku li dijî gelên Sûriyê sûc kirin hat lidarxistin. Bi taybet ya balkêş û metirsîdar di kongireyê de beşdarbûna kujerên Hevrîn Xelef serçeteyê bi navê Ehmed Îhsan Feyad El Hayis bi nasnav Hatem Ebû Şeqra, herwiha serçeteyê bi navê Mihemed Casim ku li dijî gelê kurd li Efrînê bi dehan sûc kirine.

Di derbarê cihgirtina kujer û sûcdaran di desthiltdariya Şamê ya nû de endama Ofîsa Jinan ya Yekîtiya Parêzeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Henan Reşko ji Rojnameya me re axivî.

Henan Reşko diyar kir ku ew bi tu awayî beşdarbûna kujerên gelên Sûriyê di desthiltdaritya Şamê ya nû de qebûl nakin û wiha got: “Berpirsê kiryarên li dijî sivîlan û kujerê şehîd Hevrîn Xelef, beşdarî konferansa Colanî bû di wê konferansê de qaşo ew nûnertiya Sûriyan giştî dike xwe dida xuyakirin. Me wekî Meclisa Jin ya Sûriya Demokratîk daxuyaniyek da li ser van kesên ku kumkujiyan li dijî jinan dikin û me tê de da xuyakirin qet em qebûl nakin ku sûcdar û kujer tevlî rêveberiya Sûriyê ya nû bibin.  Gelo wê Sûrî here kîjan astê ku çeteyên weke ev kesên sûcdar yên ku siyaset û hişmendiya wan li ser kuştin û talakirinê ava bûye, qet nayê qebûlkirin.”

Em jinên şehîd jibîr nakin

Henan Reşko di dawiyê de da zanîn ku ew weke Meclisa Jin ya Yekîtiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piroje danîne ji bo 8` Adarê û wiha axaftina xwe qedand: “Em qet jinên şehîd jibîr nakin û herdem em ê rêya wan bişopînin. Em weke  Meclisa jin daxwaza mafê xwe yê jiyanê dikin û hêviya me ew e ku mafên me bên parastin. Pêwîste her cûreyên zext û zordariyê yên li ser jinan tên kirin werin redkirin, em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku zextê li rayedarên têkildar bikin ji bo radestkirina Hatim Ebû Şeqra  ji edaletê re li gorî qanûnên navneteweyî yên taybet.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.