Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mêrva Heyder: Stranbêjî rihetiya can e

05/02/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Mêrva Heyder: Stranbêjî rihetiya can e
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim \Qamişlo


Hunermend û stranbêja Kurd Mêrva Heyder diyar kir bi riya mûzîkê mirov dikare hest û ramanên xwe bîne ziman û wiha got: “Ez bi riya stranbêjiyê hestên xwe parve dikim, her wiha starbêjî rihatiyeke mezin dibe canê mirovan”.

Rojavayê Kurdistanê bi hunermendên xwe yên ciwan dewlemend e, bi taybet jin û zarok û yek ji wan zarokan yên Rojavayê Kurdistanê ku bi hunera û nameya xwe belavî her derê dike, Mêrva Heyder e.

Kurtejiyan

Hunermeda kurd Mêrva Heyder di sala 2011an de li gundê Sêwiya yê Efrînê ji dayîk bûye, lê demek dirêj li bajarê Helebê jiyan kiriye. Piştire berê xwe daye Tirkiyê û çar salan li wir maye. Carek din vedigere Efrînê û şeş mehan lê dimîne. Bi êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ser Efrînê de, koçberî Kobanê dibe û 5 salan li wir dijî. Piştire ji bo xwendinê berê xwe da bajarê Reqayê û salekê li wir jî dimîne. Piştî wî jî ber xwe dide Qamişlo û li wir jiyan dike.

Di derbarê huner û jiyana xwe de hunermenda kurd Mêrva Heyder ji Rojnameya me re axivî.

‘Starnbêjî aramiya canê mirov e’

Mêrva Heyder diyar kir ku gelek ji mûzîkê hez dike û wiha got: “Min bi temenekî pir biçûk dest bi dengbêjiyê kir, ji ber ku ez ji malbateke hunerî me. Ez ji bafê xwe fêrî mûzîk û dengbêjiyê bûm, di malbatê de bavê û birayê min li tembûr dixin. Destpêkê min perwerdeya mûzîkê li peymangeha Vejîn li bajarê Kobanê girt. Her wiha min çar salan li peymangehê perwerdeya mûzîkê bir û fêr bûm. Yên herî zêde piştgiriya min dikirin, bav û diya min bûn”.

‘Bi riya mûzîkê mirov hestên xwe parve dike’

Mêrva Heyder da zanîn ku dema ew stranên floklorî dibêje gelekî kêfxweş dibe û wiha bi dawî kir: “Min pirî caran stranên xwe bi komên şahiyên ceja Newrozê re gotine. Stranên di cejnê de ji bon min cihê kêfxweşiyê ne. Di starbêjiya xwe de girîngiyê didim starên flokrola kurdî, her wiha di vê demê de min du kilîp çêkirine û kilîpa destpêkê Çav kilê ye li bajarê Kobanê li navenda Bavê Xido me çêkir. Di heman demê de kilîpa duyemîn bi navê Delalê li bajarê Amûdê li cihê floklorê tevî koma mûzîkê û mamoste Sefqan me çêkir û ez hazirya kilîpeke din jî dikim, her wiha ez bi hêvî me ku vegerim cih û warê xwe li bajarê Efrînê”.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.