Esma Mistefa/ Qamişlo
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû Dilav Derwêş da zanîn ku divê nêrîna hemû pêkhateyan di Sûriyeya pêşerojê de hebe û desthilatdariya Rejîma Bass careke din xwe dubare neke û got: “Divê gelê Kurd bi hemû hêz û partiyên xwe bibin yek û çarenûsa xwe di pêşeroja Sûriyê de diyar bikin”.
Rewşa Sûriyê bi giştî di nav gelek guhartin û veguhartinên cidî re derbas dibe. Hilweşîna rejîma Baas û serweriya HTŞ yek ji geşedanên sereke yên vê dawiyê ne. Bê guman gelê Kurd jî ne dûrî wan geşedanan e. Li ser wê bingehê gavên girîng di asta dîplomasî û leşkerî de hatin avêtin. Pêşeroj kî dibe bila bibe, lê îradeya gelê Kurd di destûr û Cografiya Sûriyê de wê neyê tunekirin û di Sûriyeke demokratîk nenavendî de mafê gelê Kurd bê parastin. Li ser wê bingehê gelek danûstandin di yekrêziya Kurdî û gelan de hatin pêşxistin, helbet ev gavên girîng wê bandora xwe li ser hebûna gelê Kurd di Sûriyeya pêşerojê de jî bike. têkildarî rewşa Sûriyê bi giştî, rewşa jin û yekrêziya Kurdî de Endama Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû li Sûriyê Dilav Derwêş nêrînên xwe ji rojnameya me re parve kir.
`Divê destwerdanên derve li Sûriyê neyên kirin`
Dilava di destpêkê de bal kişand ser rewşa Sûriyê bi giştî û wiha got: “Sûriyê ji 60 salî ve bi desthilatdariyeke zalimane re dijî. Bê guman em jî, gelê Kurd, perçeyekî vê rewşê bûn ku ji binî ve hebûna me di Sûriyê de nedihat naskirin. Partiyên Kurdî yên destpêkê jî di vî alî de bi veşartî gelek kar dan meşandin, lê desthilatdariya Baas ji desthilatdarên gelên Kurd li perçeyên din ne dûr bû. piştî hilweşîna vê rêjîmê gelê Sûriyê bi giştî kêfxweşiya xwe ji hatine HTŞ’ê re raber kir û weke ku jiyaneke nû ji dest pê kir.
Hikûmeta demkî ger dixwaze bi ser bikeve, aşîtî û ewlehî pêk were, divê destpêkê rê nede destwerdanên ji derve. Mafê ti aliyekî nîne mudexeleyî Sûriyê bike.
Hikûmeta demkî jî divê wisa nêzî pêşeroja Sûriyê bibe, hemû pêkhateyên di Sûriyê de li ser esasê avakirina Sûriyeke demokratîk, pirengî û sîstemeke nenavendî nêz hev bibin û jiyan bikin. Nêrînên hemû aliyan di Sûriyê de bê parastin û qebûlkirin. Ji ber hemû pêkhateyên di Sûriyê de êş, penaberî, kuştin û revandin jiyan kirine. Em jî bi hêvî ne ku di demên pêş de ev yek pêk were”.
`Di pêşeroja Sûriyê de divê jin xwedî li xwe derkeve`
Her wiha Dilav bal kişand ser rewşa jinê di Sûriyê de û wiha pê de çû: “Di pêvajoya kirîza Sûriyê de, herî zêde, êş, zehmetî, kiryarên hovane û sûcên şer para jinê bûn. Di heman demê de, jina ku bi şoreşê re bi pêş xistiye, bi rola herî girîng rabûye. Yek ji wan jî jina Kurd bû ku bi pêşengtiya xwe veguherî dengê hemû jinan. Li ser van mîrasan hemû pêkhate rabûn ser xwe û di guhartina zihniyeta hezar salan de xebatên herî girîng û pîroz meşandin.
Rêveberiya HTŞ’ê di Sûriyê de jî divê rengê ku jinê di vê sedsalê de bi destxistiye, tune neke û jin cihê xwe di hemû qadan de bi rengê xwe bigire. Ji ber niha weke rêveberiyekî demkî ye û ji bo mayîndebûna xwe di pêşerojê de kar dike, divê bi hişmendiya nijadperest, olperest û zilamperest dernekeve pêş. Eger weke berê jinê pênase bikin û nêzî wî bibin, wê ti roleke jinê ya diyarker di tayînkirina pêşeroja Sûriyê de nîn be. Lew re jî; çawa xwediya barê herî giran di pêvajoya aliziya Sûriyê de bû, çawa ku li gelek qadên jiyanê şer kiriye û pêşenga avakirina civakê bû, dive ji vir û ê ve jî neheqiyan, bi navên cuda cuda, qebûl neke û xwedî li xwe derkeve”.
Di yekrêziya Kurdî de gavên binirx hatin avêtin
Dilav di dawiyê de da zanîn ku hemû tevgerên Kurdî ji bo mafê gelê Kurd tev digerin û wiha got: “Ji ber ku pêvajoyeke guhertin û diyarkirina çarenûsa Sûriyê ye, çavê her kesî li gelê Kurd e. Gelê Kurd jî perçeyek ji Sûriyê ye û divê li ser vê bingehê nêz bibin. Bê guman bûyer û geşedanên di demên pêş de bên jiyankirin wê ne hêsan bin, ji lewre di asta yekem de divê gelê Kurd bi hemû hêza xwe û partiyên xwe bibin yek û çarenûsa xwe di pêşeroja Sûriyê de diyar bikin. helbet me dît ku di van demên dawiyê de gelek gavên girîng û bi nirx di oxira yekrêziya Kurdî de hatin avêtin, gelek nêrînên erênî derketin pêş, hemû jî dikevin xizmeta gelê Kurd di Sûriyê û derveyî Sûriyê de. Hêviya me ew e ku ev pêşveçûn û hevdêtinên ku derketine pêş, bighînin armancên pîroz ji bo serketina îradeya gelê Kurd”.