Dîlan Mulhim\Qamişlo
Hevalên Şehîd Menîce diyar kirin ku ew di hevaltî, kar û xebatên xwe de keske pir dirust û fedekar bû, gelek xebat ji bo rêxistina civakê dida meşandin. Her wiha heta dawiyê em ê li ser doza Şehîd Menîce berxwedanê berdewam bikin.
Gel ji bo piştgiriya şervanên QSD’ê bikin û moralekî bidin şervanên di çeperên şer de, berê xwe da bendava berxwedanê; Bendava Tişrînê. Her wiha dema ku gel nobetê dikin, dewleta Tirk êrişî sivîlan kir di encamê de şeş welatî şehîd bûn û 21 sivîl birîndar bûn. Yek ji wan jî jina bi navê Menîca Heyder şehîd bû.
Di derbarê bandora Şehadeta Şehîda Menîce û hevaltî, kar û xabatên wê Endama Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Dîmokratîk PYD‘ê Menal Mihmed û Endama Kongra Star Ranya Salih ji Rojnameya me re axivîn.
Kar û xebatên Şehîd Menîce
Menal Mihamed anî ziman ku şehîd Menîce di karê xwe de gelek serkeftî bû û wiha got: “Şehîd Menîce demeke dirêj bû ku têkoşîn û berxwedanî dikir û li gel karê xwe yê malê kar û xebatên civakê jî dida meşandin. Her wiha di karê xwe de ew keseke jî û jêhatî bû, heval û dostên wê jê razîbûn. Di heman demê de şehîd Menîca di gelek misyonan de cihê xwe girt, cihê xwe di qada civakî de Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ ê de girtibû. Dema ku derbasî kar û xebatên PYD’ê bû, cihê xwe di rêveberiya hevbeş a bajarê Qamişlo ya partiyê de girt û demekê di Kongra Star de jî kar kir. Şehîd Menîce her tim digot heta ku em bigihêjin azadiya xwe, pêwîste jin têkoşîn û berxwedaniyê bike û ti carî bê hêvî nemîne.”
Hevaltî û Bandora şehadeta Şehîd Menîce
Endama Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD‘ê Menal Mihmed da zanîn ku Şehîd Menîce di hevaltî, kar û xebata xwe de pir dirust û fedekar bû û wiha bi dawî kir: “Şehîd Menîce di kar û xebatên xwe de gelek êş û zehmetî dikaşandin ruxmî wê jî di karê xwe de serkeftî bû. Di heman demê de Şehîd Menîce têkilyên wê bi her kesî re hebûn û bi her kesî re weke hevalan bû û keseke hezkirî bû diket dilê her kesî, her wiha dema ku ew çû bendavê û me dîmenên wê didîtin em kêfxweş dibûn. Lê ruxmî wê şehadeta Şehîd Menîce bandorek mezin li her kesî ku wê nasdike kir bi taybet malbat, dost û hevalên wê. Gotina dawî ya Şehîd Menîce ku berî biçe bendava Tişrînê ew bû: “ez ê herim Bendava berxwedanê ji bo ku hevalên min bi tenê nemîn” Emê heta dawiyê li ser şopa Şehîd Menîce têkoşînê berdewam bikin.”
‘Şehîd Menîce kesek fedekar bû’
Di heman demê de Ranya Salih da zanîn ev 12 salin ku şehîd Menîce nas dike û wiha got: “Şehîd Menîce di hevaltiya xwe de kesek rast bû û dilê wê ji her kesî re vekirîbû. Li rex xebata wê ya nava Kongra Star de, gelek kar û çi tişta jê bihate xwestin daye meşandin. Hevaleke fedekar bû. Em weke jin di meş, merasîm û hêmû karan de bi hev re ne û Şehîd Menîce yek ji wan jinan bû.”
‘Em ê li ser xeta Şehîd Menîce têkoşînê berdewam bikin’
Endama Kongra Star Ranya Salih axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şehadeta Şehîd Menîca bandoreke mezin li me kir û bi taybet hevalên wê yên ku pê re kar dikirin. Her wiha em ê heta dawîyê li ser xeta şehîd Menîce berxedan û têkoşînê berdewam bikin, di heman demê de her ku hevaleke me şehîd dikeve moralên me pêhtir xurt dibin. Her wiha ez ê biçim bendava berxwedanê; Bendava Tişrînê û cihê hevala xwe Şehîd Menîca bigirim.”