Reşo Meydana
Çima wisa bû? Bersiva vê pirsê bêhtir jî li cem dewleta dagirker e. Ji ber ku zêdetirî sed sal e gelekî qedîm ê wekî neteweya Kurd înkar kiriye, îmha kiriye û tine hesibandiye.
Li pêşberê vê, gelê Kurd xwe bi rêxistin kiriye û cih bi cih jî bi zimanê ku hêzên dagirker jê fêm dikin, yanî bi zimanê şidetê li ber dagirkeriya Tirk rabûye li ser piyan. Pêvajoyeke dûrûdirêj ruxmî hemû fedekariyê, nekariye serî bi dagirkeriyê re derxîne.
Herî dawî li çar parçeyên Kurdistanê di serî de li ser fikr û felsefeya Rêber Apo, gelê Kurd ji xwe re rêxistinên civakî û parastinê ava kiriye. Heta mirov dikare bêje, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelê Ereb, Suryan, Ermen re jî, civakbûna xwe ya netewa demokratîk gihandiye asteke hê bilindtir.
Gava ku me sergotara nivîsê wisa danî ne ji ber hema bibe şiyarekê yan jî ji ber tiştekî din e. Pergala dewleta dagirker a Tirk têkçûye! Çima? Zêhniyeta hemû hêzên dewletî ev e: ‘Zor dizane, Zêr dizane’. Bi taybetî jî dagirkeriya Tirk… Yanî zimanê wan ev e, ji vê fêm dikin. Ev hem zihniyeta wan e û hem jî emelê wan e. Eger hebe hêzeke ji wan biçûktir, yan jî ew biçûk bibînin, hewl didin bi hêza leşkerî û zordestiyê bi ser de biçin û ji holê rakin. Misilman e, Xiristiyan e, feqîr e, dewlemend e, jin e, zarok e, kal e, pîr e, heq e, neheq e, Kurd, Ereb e, çi kes be; eger li ber wî serî netewandibe hema bi hemû derfetên xwe bi leşker, çekên kîmyawî, balafir, tang û top û hwd. bi ser de diçin, hewl didin ji holê rakin.
Niha, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re Rêveberiyeke Xweser diyarkirine û hewl didin li herêmên xwe, bi Erebên xwe, bi Kurdên xwe, bi Aşûr û Suryanên xwe, bi Ermenên xwe, bi Misilmanên xwe, bi Xiristiyanên xwe û bi hemû rengên xwe di nava aştiyê de bijîn. Ev sekna gelan ne li gorî Misilmantiyê, ne li gorî Xiristiyaniyê, ne li gorî Yahûdîtiyê, ne li gorî ti bîrdoziyê, ne gunehek e, ne şermek e û ne jî tiştekî çewt û şaş e. Ev sekna gelên herêmê, li gorî sê olên azmanî, li gorî hemû bîrdoziyên mirovperwer, sekneke exlaqî ye. Lê belê tenê li gorî dewleta dagirker a Tirk, şaş e, ewlehiya dagirkeriya wan dixe xetereyê û divê ji ber wê yekê ji holê were rakirin!
Çi bû? Tayip, piştî ku ‘birayê wî Esed’ bi rêjîma xwe ya zordest ve terka welat da, dixwaze bikeve li şûna wî. War û welatê gelê mişaxtî yê Efrînê, Şehba, Til Rifat dagir kir. Bi çeteyên xwe yên ji Asyaya Navîn aniye Minbicê talan kir û di dawî de hat li ber deriyên Qereqozaq û bendava Tişrînî asê ma. Çima? Yek, şervanên neteweya demokratîk ev nêzîkî du mehên bi zimanê ku ew jê fêm dikin, pê re axifîn: ‘Zor dizane’! Şervanên azaydiyê gotin, “madem zor dizane, ha ji te û çeteyên te re zor”. Lê belê li cem Osmaniyan lîstok pir in! Vê carê jî Tayip got, ‘Zêr dizane’! Zêr çi ye? Yanî sermaye, yanî derfetên madî, tang, top, balafir, balafirên keşfê. Hemû keda gelê feqîr ê Kurd, Tirk û gelên din ên Anatoliyê xist qirika çeteyên nizanim ji ku derê anîne. Hemû keda gelan kir, çek, balafir, çekên kîmyawî… Lê nikarîbû Ava Firatê derbas bike.
Ya duyemîn, gelên neteweya demokratîk, bi Kurdê xwe, bi Ereb, Ermen û Suryanê xwe, di sekna Şerê gel ê şoreşgerî de qonaxeke nû afirandine: Sekna Gel A Fedayî. Li cîhanê tiştekî wisa nehatiye dîtin. Ku ji zaroka wê bigire heya bi kal û pîrên xwe yên heftê-heştê salî bibe fedayî. Eger em Kelha Dimdimê ya Xanoyê Lepzêrîn ji nav derxin… Temam, rêxistinek, partiyek, hêzeke leşkerî xwe perwerde dike û bi hejmareke sînordar xwe digihîne asteke fedayî. Mînak, Hesen Sabbah bi fedayiyên xwe bi dagirkeriya Selçûqiyan xwîn dabû verişandin. Pir hêzan xwe gihandine vê astê. Ev tê fêmkirin. Lê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû civakê, xwe gihandiye vê astê. Li ber dagirkeriya Tirk, li ber çema Feratê, li bendava Tişrînê bûne dîwarekî ji pola. Ji ber vê yekê, ji niha de dewleta dagirker a Tirk têkçûye. Dibe ku Tayip û çeteyên wî, xwe radestî gelê berxwedêr ê bendavê nekiribe. Ev aliyê fîzîkî yê şer e; jixwe şervanên azadiyê li ber dagirkeriyê bûne dîwarekî ji pola. Berxwedana gelan a li bendava Tişrînê jî bûye dîwarekî manewî yê parastina gelên herêmê. Çawa ku fedayiyên Hesen Sabbah ji wezîrê xwînxwar Nîzamul Mulk hesab xwestine, Sekna Gel A Fedayî, nêviyê Nîzamul Mulk, Tayip û çeteyên wî têkbiriye. Ma mimkun e ku ti hêz karibe li ber Gelekî Fedayî xwe ragire!