Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xeta Şehîd Viyan xeta hilweşandina Pergala qirkirinê ye

02/02/2025
in JIN
A A
Xeta Şehîd Viyan xeta hilweşandina Pergala qirkirinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan


Tekoşera mezin Viyan Soran bi baweriya xwe, bi girêdan û zanebûna xwe ya neteweyî li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe pêşxist, weke milîtaneke jin a Apoyî rola pêşengiyê di nav tekoşînê de girt ser milê xwe. Viyan Soran her dem li hember paşverûtiyan û sekna jidil, bi hestên jin û neteweyî xwedî helwestekî bi bandor bû.

Hêzên komploger ên hegemonîk di 15’ê Sibata 1999’an de bi girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin îradeya azad a gelan û jinên berxwedêr têk bibin. Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ya li girava Îmrali bersiva herî xurt dide hêzên komploger. Her wiha hêrs û helwesta gel a li dijî komplogeran, girêdan û baweriya jinên kurd a bi doza şoreşa azadiyê re jî dîrokî bû.

Viyan Soran (Leyla Walî Hesen) di temenê xwe yê ciwan de ji başûrê Kurdistanê beşdarî tevgera azadiyê bû û di sala 2004’an de li dijî hêzên komploger û xeta îxanetkar cihê xwe di nav jinûve avakirina PKK’ê de girt. Bi têkoşîn û ezmekî mezin ked û xebat meşand. Li ser vî bingehî bû yek ji endama rêveber a jinûve avakirina PKK’ê.

Tekoşera mezin Viyan Soran bi baweriya xwe, bi girêdan û zanebûna xwe ya neteweyî li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe pêşxist, weke milîtaneke jin a Apoyî rola pêşengiyê di nav tekoşînê de girt ser milê xwe. Viyan Soran her dem li hember paşverûtiyan û sekna jidil, bi hestên jin û neteweyî xwedî helwestekî bi bandor bû.

Viyan Soran di 1’ê sibata 2006’an de li hemberî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêkanîn bedena xwe da ber agir. Viyan Soran a ku endama Meclîsa HPG û YJA-Star’ê bû  bi nameyek ji bo armanca çalakiya xwe ev tişt anî ziman: “Dibe ku hûn bi gotina ‘te çima çalakiyek wisa pêk anî’ min rexne bikin, an jî dibe ku Rêber Apo çalakiyek bi vê rengî qebûl neke… Di her şeva 15’ê Sibatê de, dilê rêheval Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rehşan, Sema, Fîkrî Baygeldî, Serdar û bi hezaran şehîdan bi min re lê dide. Dirûşmeya wan a ‘Bijî Serok Apo’ her tim di dilê min de lê dide. Dibe ku hûn çalakiya min rexne bikin û qebûl nekin. Lê em ji we fêrbûn ku bêyî bedel were dayîn azadî nayê bidesxistin”.

Viyan Soran bi çalakiya ku pêk anî wek milîtaneke xeta azadiyê navê xwe di dîrokê de nivîsî û li hember komplo û faşîzma mêr-dewletê helwestekî herî radîkal a îsrara di jiyana azad bi Rêber Apo re nîşan da. Viyan Soran bi sekna xwe di tekoşîna azadiya jinan de bû pîvana girêdan û baweriya ji jiyana azad.

Beşek ji nameya Şehîd Viyan Soran ku ji Rêber Apo, hevriyên xwe û gelê kurd re nivîsandiye wiha ye:

“Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera heştemîn a dîl ketina Rêber Apo. Komplaya navnetewî pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistan bi giştî destpê kiriye. Dixwazin hemû ked, xebata aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo û gelê Kurd vala derxin û pir eşkere bangawaziya radestbûn û dev ji Rêber Apo berdanê dikin. Ez jî mîna şagirteke we li hemberî wan êrîşên ne rewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de wekî jinekê girêdana xwe ya bi we re dubare bikim û germahiyekê bidim çalakiyên berxwedana gelê me. Bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mejî û dilên qeşagirtî yên şaristaniya civaka çînayetî. Mîna gelek mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de bibim şahidek ji bo destnîşankirina zordarî û derewkariya sîstema dadê û mafê mirovan ê rojava.

Rêberê min! Ev çalakiya ku ez lidar dixim tevî ku nerazîbûn û serhildaneke li dijî ew neheqiya ku ji aliyê dewletên serdest ve li hemberî we û gelê Kurd tê meşandin, di heman demê de rexnedaneke hevaltiya kêm û lewaz e û li pêşiya dîrok û gelê xwe ji hesta şermezarî û bêrûmetiyê rizgarbûna min e. Asta îdîa û baweriya min heta ku kesek jî bimîne ev felsefe û xeta we ya jiyanê wê her bijî û serkeve. Gelek kes dibêjin û dihizirin ku bîrdoziyê di kesayetiya we de tune bikin û nehêlin. Lê ez vê pir cidî nagirim û wekî îdîayeke pir vala dibînim. Ji ber ku êdî hûn di dil, mejî û hucreyên di milyonan kesan de bi taybetî jî di dilê jinan de bi cih bûne. Hûn bûne malê dîrok û civakê. Te her car girêdan û rastgotina jinê bi me da nasîn.

Îro jî ruxmê hemû kêmasî û lewaziyên me dixwazim rexnedana xwe bidim û biryarbûyina xwe di xeta sosyalîzma zanîstî û demokratîk û paradîgmaya nû de nîşan bidim. Pir kêm jî be peyamekê bidim paşverûtiya hundurîn û êrîşên ji derve. Gelek caran min jî wekî hevalên şehîd digot; ‘Xwezka ji canê min buhatir tiştekî din hebûya ku min di rêya azadiya Serok, gel û jinên bindest de gorî bikira’. Piştî girtina we di sala 1999’an de jî her dem biryara li darxistina çalakiyeke wisa di mejiyê min de hebû. Lê ji ber ku şert û merc ji tiştekî wisa re ne guncaw bûn, bi taybetî jî ji bo ku we aciz nekim min hewl da di jiyanê de duristbûyin û girêdana xwe ya bi we re nîşan bidim.

Îro jî dizanim ku dibe hûn vê çalakiyê nepejirînin û rexne bikin, lê çi bikim Serokê min? Hinek evîndar dibin destê hevûdu digirin û direvin, ê evîndarbûna min jî ev e. Dilê min bêyî we, bê kenîn û zerdekena li ser lêva zarokên welatê min, rehetî nabîne û nahewe. Ji ber ku min biryara xwe di pêvajoyeke wisa hesas de heta sala heştemîn a dîlketin û dûriya we dereng xist, lêborîna xwe dixwazim.

Dixwazim vêya jî bêjim ku pir bi hêvî û moral im. Bi taybetî jî dema ku ji bo diyarkirina komîta ji nû ve avakirina PKK de te navê min anî ser zimên û pirsa min kir, min hîs kir ku te xelata herî mezin daye min. Ez vê wek rûmeteke pir mezin dibînim. Her dem perspektîfa we ji bo şoreşa başûr ku we nola ‘şoreşa jinê’ behs dikir, di min de moraleke mezin çêdikir û meyl dida têkoşîna min.

Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê ku li Başûr heye de, dixwazim wek jineke ji başûr pir kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên we bidim. Pir şad dibim ku encameke serketî bi dest bixim. Di dawiyê de silav, hezkirin û hesreta dîtina te ya xwe pêşkêşî te mirovê bêhempa dikim. Ji bîr nekin, em pir bêriya we dikin, pir bêriya we dikin.

Gelê Kurd daye îsbatkirin ku gelekî leheng û fedekar e. Tevî hemû siyasetên înkar, Ereb, Tirk û Farskirinê li gel hemû kêmanî û nebesiyên xwe gelê me xwe parastiye û ji dîrokê nehatiye jêbirin.

Rêber Apo Tevgera Netewî ya Kurdistanê 30 sal in li dijî vê rewşê derdikevin, gelê Kurd gihandiye asta têkoşîn kirin, xwe parastin, kuştin û bihevketinê ne qedere. Niha jî bang li hemû cîhanê dike ku dawî li vê trajediyê bîne. Dibêjin gelê Kurd înkar nekirine, lê çareseriyek bê Rêber Apo û PKK’ê dixwazin. Li aliyekê êrîşî Rêber Apo, gerîla û gelê li ber xwe dide dike, li aliyê din Kurdên girêdayî xwe nêzî xwe dike û dixe navenda projeyên xwe yên li Rojhilata Navîn, daxwazên wan ên bi xwe ve girêdanê û dewlet û statûya xwe kirine garantiyê rewşek ne asayî ye.

Gelê Kurd û jinên Kurd divê ji bo azadiya Rêber Apo bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ têkoşîn bike, tenê bi dirûşmê nemîne û têkoşînê xurt bike. Ji bo wê divê her roja me mîna 15’ê Sibata 1999’an bi cesaret û watedar be, bi zanabûn û rêxistinkirî be.

Ji bo xeta parastinê ya ku ziyanê nede yekîtiya gelan, ji bo xwîn nerije, di çarçoveya çalakiyên demokratîk û berxwedana gel de, hemû ciwan, jin-mêr divê her yekê mîna gerîlayekê berê xwe bide çiyan, mafê bersivê ya li bajaran tenê bi hêviya gerîla ve nehêle. Divê her çavkaniya madî û menewî ya dijmin ku dixwaze gelê Kurd tine bike û şer bike bike hedef û lê bide. Ji ber ku ev yek di qetilkirin û tinekirina Kurdan de xwedî rol in. Îro roja biryardarî û têkoşînê ye. Bêçalakîbûn, berdêlên mezin û encamên ku neyên heqkirin bi xwe re tîne. Ji bo vê derfet hene û dewlet li ber hilweşînê ye. Eger ku li ser bingehê erka xweparastinê çalakî bê kirin, dewlet wê bê çare bimîne û wê Îmralî bike muxatabê çareseriyê û destê aştiyê dirêjî Kurdan bike. Eger ev bê kirin daxwazên gelê Kurd û ciwanên Kurd ên aştiyê wê bi wate be. Ji ber ku aştî û çareserî berdêlên mezin dixwaze.

Konfederalîzma Demokratîk rêya çareseriya demokratîk e, sîstema Rêveberiya Xweser a Gelê Kurd e. Eger ku vê sîstemê baş fam bikin û ji her alî ve rêxistina wê rast bikin, ti demê pêwîstî bi dewletê namîne. Di wê bawerî û hêviyê de me ku wê di demek nêzîk de gelê Kurd bigihêje azadiya xwe.

Ya îro li Kurdistanê hatiye bidestxistin, pêşketinên ku we welatparêzan kêfxweş dike bi berdêl û qûrbaniyên giran ên mîna Helebçe, Enfal, koçberî, mirin û talanê hatiye bidestxistin. Ji ber vê yekê  ji bo parastina vîna gelê Kurd, pêşxistin, demokratîkirina Iraqê, pêşxistina sîstema demokratîk, erkek mezin dikeve ser milê her ferdekî Kurd ê bi şeref û keramet. Ji ber vê ya herî girîng ew e ku gelê me van destkeftiyên mezin bi hesyarî biparêze û pêş bixe. Bila ev yek baş bê zanîn ku hê jî xeterî û şerê li ser herêm, Kurdistan û gelê Kurd bi dawî nebûne. Li dijî vê divê helwestek giştî bê raberkirin.

Yên di dîrokê de xwe xwediyê destketiyên Kurdistanê hatine avakirin dibînin, Başûrê Kurdistanê ji bo siyaseta xwe yên Rojhilata Navîn û berjewendiyên xwe dike qelayeke ya parastinê. Dixwazin Başûrê Kurdistanê ji parçeyên din dûr bixin, Kurdan li hev bixin. Li aliyekê PKK xistin lîsteya terorê, Rêber Apo girtin, li aliyê din, erêkirina lîderên li Başûr û federasyona Kurd ne tişteke tesadûfî ye. Divê ev yek baş bê dîtin û gelê Başûr vê erê neke.

Li ser vê bingehê bang li hemû Kurdên Başûrê Kurdistanê dikim ku li ber şoreşa Bakurê Kurdistanê bêdeng nemînin û bi bêperpirsyar nebin. Ji ber ku bêdengî tê wateya mirinê. Wê bibe sedem ji destçûna destketiyên li Başûrê Kurdistanê. Ji ber vê yekê jin, zarok, ciwan, kal û rewşenbîr tev bi hev re, referandûma demokratîk û Rêber Apo biparêzin, wî weke vîna siyasî qebûl bikin. Divê hûn hemû destkeftî û derfetan ji bo piştevaniya çalakiyên li parçeyên din bikar bînin. Di vê mijarê de baweriya min bi berxwedana gelê me heye. Ji ber ku gelê Başûr gelek fedayî ye. Gelê Helebçe, raperîn û azadiyê ye.”

Post Views: 148
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.