Hêvî Keleş/Qamişlo
Helbestvan û nivîskar Ebdulbarî Ehmê diyar kir ku diviyabe ku her kes xwedî name be û xwedî lê derkeve û wiha got:”Bi riya nivîsandinê re, ez hest û fikrên xwe destnîşan dikim”.
Ebdulbarî Ehmê di sala 1958`an de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye, refên amadeyî li Qamişlo xwendiye. Li Şamê jî enstîtuya Sporê qedandiye. Zêdetirî 34 salan jî li Qamişlo mamstetiyê dike. Îroj jî bi gelek karan re mijûl dibe û di heman demê de endamê HRRK`ê ye.
Di derbarê jiyan, kar û xebatên xwe de Ebdulbarî Ehmê ji Rojnameya me re axivî.
Astengiyên derbas kirine?
Ebdulbarî Ehmê da zanîn ku ji 15 saliy xwe de dest bi nivîsandina çîrok û nameyan kiriye ev hişt ku di gelek astengiyan re derbas bibe û wiha got: “Di temenekî biçûk de min dest bi nivîsandina helbebest û hin çîrokan kir, lê ew ne gelekî xurt bûn. Li gor temenê min bala hin kesan dikşandin. Bi demê re û her ku temenê te mezintir dibe, bêhtir tu karim fikrên xwe zelal bikim û bi awayekî xweş bînim ziman. Halê hazir ez xweşik dinivîsim. Ne tenê helbestê dinivîsim, lê belê xwedî nameyeke hizirîn û siyasî me, di vî warî de gelek lêkolînên. Derfeta me nîn bû bi zimanê Kurdî binivîsin, lew re jî hemû helbestên min bi zimanê Erebî ne. Lê ji ber ku ne zimanê min ê dayîkê ye, ez hineke zehmetiyên rêziman dikêşim. Ji bo derbaskirina wê astengiyê jî hinek hevalên min hene destek didin min”.
Naveroka helbestan
Ehmê anî ziman ku tiştên ew pê mijûl bûye di dîwanên xwe de çend tiştên sereke ne û wiha domand: “Min xwestiye ku di naveroka helbestên xwe de girîngiyê bidim çend tiştên ku ez wan sereke dibînim weke erd, jin, welat, jiyan û hezkirin. Dema hinek dibêjin hezkirin ne hezkirina jinê tenê ye, lê hezkirina her tiştî ye. Hezkirina jiyanê bi taybet ez ji jiyanê hez dikim. Jiyan çawa be, tevî hemû astengiyên wê ez jê hez dikim. Her ku yek mezin dibe xwendin zêde dibe, di helbestên xwe de sembol û hewa gelekî bi kar tînim. Di helbestê min de sembol û hewa, efsane û dîrok girîng in.
Projeyên pêşerojê
Nivîskar û helbestvan Ebdulbarî Ehmê diyar kir ku ji bo pêşerojê ew li ser pirtûkekê pir zehmet dixebite û ev tişt got: “Ev zêdetirî 2 salan e li ser pirtûkekê kar dikim bi navê “Trendên di ramana siyasî de û kirîza hişmendiya netewî ya kurdî” diviya bû ku tu hinekî dirêj bike ji ber ku ne tiştekî wêjeyî ye ku tu bi hêsanî lê binere fikir, siyaset, dîrok, şoreş û gelek tiştin din. Ez her roj lê vedgerim û li ser kar dikim di dawiya salê de hêvî dikim ku bi dawî bikim, ev pirtûk wê pir li ba min bi qedir be li gor vê pirtûkê wê civak zanibe bê ez çiqasî dikarim binvisim ji ber ku dîrok pir zehmet e ku tu xweşik negirî dest tê yê xwe biêşînî. Her wiha daxwazin min hene ku ev tiştên dinivisim ji bilî wêjeyê yên fikir û siyasî jî bighînim sazî û navendan”.
Hin berhemên Ebdulbarî Ehmê ev in:
– Murala sirgûnê di dema şîrovekirinê de.
– Kiş melêk.
-Dawet ji bo kavirên por yê Jîna.
-Mmo melakê deman….