Amara Baran/ Qamişlo
Rojnmevan Ela Hiso diyar kir ku îro li bendava berxwedanê – Tişrîn – ger û şervanênb azadiyê destanên dîrokî dinivîsin, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina av, ax û welatê xwe, bi fedayetiyek mezin li hemberî tang û topên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.
Rojnamevan Ela Hiso ku kêliyên dîrokî yên li bendava berxwedanê ji nêz de şopandiye û kêlî bi kêlî berxwedana gel û şervanan ji raya giştî re ragihandiye . Ela Hiso li ser mijarê ji rojnameya me re axivî.
‘Gel Bi Rihê 19’ê Tîrmehê Li Bendava Tişrînê Li Ber Xwe Dide’
Ela Hiso diyar kir ku di 8’ê Kanûna 2024’an de piştî ku rewş li Sûriyê guherî, dewleta Tirk û çeteyên wî êrişên xwe li ser bendava Tişrîn û Qereqozaq û gundewarên Minbicê bi awayek dijwar domandin. Hiso wiha dewam kir :”dewleta Tirk a dagirker bi hemû teknîka xwe êrişî bendavê dike ku dagir bike, berxwedana gel û şervanan teknîka wê vala derxistiye û nekariye gav pêş de biavêje. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de çawa ku Şoreşa 19 Tîrmehê dest pê kir îro jî heman ruh li bendava Tişrînê tê meşandin, kêliyên ku li bendavê tên meşandin mirov nikare tene wek kêliyên berxwedanê bigre dest ji ber ku destanên dîrokî tên nivîsandin, dê dîrok bi tîpên zêrîn wan destanan binivîse. Çawa ku neynûk û goşt ji hev cuda nabin, şervan û gel jî bi hev re wê berxwedanê dewam bikin. Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 49 rojan hewil dide bi komkujiyan li bendavê dagirkeriya xwe ferz bike”.
Êrişên Dewleta Tirk Li Pêşiya Berxwedana Gel Nabin Kelem
Ela Hiso got ku edî dem ne dema berê ye ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi hêsanî derbasî heremên me bibin û dagir bikin û ev axaftin li gotinên xwe zêde kir: “Îroj berxwedan û şerê ku tê meşandin şerê hebûn û tunebunê ye, di raya giştî de jî bi awayekî zelal derdikeve holê ku çawa gel li hemberî teknîka herî pêşketî, balefirên şer û yên bê mirov dîlanên azadiyê digerîne. Tevî ku derdora bendavê bi awayek dijwar tê topbarankirin jî, lê nikare gel asteng bike. Bendava berxwedanê bi bedewî, fedekarî, wêrekî, hêrs û biryardarî tê parastin, gel û şervan bi israrek mezin dibêjin ku em nahêlên bendava berxwedanê bikeve, edî ew bendav bûye bendava rûmetê. Îroj gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe rûmeta xwe diparêzin. Çendîn bedelên giran hatibin dayîn jî, lê tilîliya dayîkan bilindtir dibe û govenda berxwedanê li dar e”
‘Yan Jiyanek Bi Rûmet An Jî Mirinek Bi Rûmet Be’
Ela diyar kir ku berxwedana li bendavê pîroz e. Li bendavê bi slogana Berxwedan Jiyan e têkoşîna serkeftinê mezin û firehtir dibe, û got: “Li bendava Tişrînê xwîna gelên Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi hev re diherike. Pêkhateyên ku îro li seranserê rojava berê xwe didin bendavê tekez dikin ku “Yan jiyanek bi rûmet an jî mirinek bi rûmet be”. Dema berê xwe didin Tişrînê her tiştî didin ber çavên xwe. Dagirkeriya Tirk jî bi awayekî dermirovî dîlanên gel bomberdoman dike. Lê çiqas şehîdat çêdibin jî, kîn, nefret û berxwedana gel jî mezintir dibe. Berxwedana ku 19 rojin didome 22 berxwederên ji hemû pêkhateyan gihaştin asta şehadetê, zêdetirî 200 kes jî birîndar bûne, gel bi xwe jî digot; şehadet û birîndarî li pêşiya me nabe kelem edî dem ne dema tirsê ye heta dawiyê em ê parastina av, ax û enerjiya xwe bikin”.
‘Berxwedana Li Bendava Tişrîn Li Ti Deverên Cîhanê Nehatiye Dîtin’
Ela tekez dike ku gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê xwedî vîn û baweriyeke xort in ku li hemberê komkujiyan li ber xwe didin û wiha dewam kir: “Ked û berxwedana ku îro gel li bendavê dike di ti şoreşên cîhanê de nehatiye dîtin. Tevî ku bi çekên giran û balefirên şer kerwanên gel tên bombebarankirin, bi fedayetiyeke bêhempa şehîd û birîndar tên rakirin. Gel bi israr û îradeyek xort berê xwe dide bendavê û bi israr dibêje; em ê bi têkoşîn û vîna xwe dewleta Tirk têk bibin. Dewleta Tirk ji helwesta gel ditirse ku îro êrişên xwe dijwartir dike, vîn û baweriya ku gel ji fikir û felsefeya Rêber APO û şehîdên xwe girtiye wê bibe tirs û xofek di dile dewleta Tirk de. Dagirkeriya Tirk dîlana azadiyê hezim nake, lew re jî hedef digire. Hemû rêyên ku diçin bandavê topbaran dike, lê nekariye meşa gel a ber bi bendavê ve jî asteng bike”.
Dewleta Tirk hemû ferdên civakê hedef digre
Ela diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê şervanan, hemû beşên civakê, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran hedef digire û ev tişt anî ziman: “Herî dawî şanogerê Kurd, di encama êrişên li ser bendavê de şehîd bû. Bavê Teyar bi berxwedan û sloganên ku diavêtin wek ku diçû hecê, Bavê Teyar her tim digot bendava berxwedanê ji bo me heca azadiyê ye ku em li kêleka şervanên xwe bisekinin. Bi helwesta xwe ya welatparêziyê jiyana xwe ji bo gelê xwe feda kir. Helwesta Bavê Teyar ji bo me rûmet e. Xwesteka Bavê Teyar ew bû ku şanoyek li dar bixe êş û azarên gelê xwe bi şanoya xwe ji gel re pêşkeş bike. Lê dewleta Tirk a faşîst bi awayek dijwar herem bombebaran kir ku di encamê de Bavê Teyar şehîd bû.
Dewleta Tirk Ekîpên Heyva Sor A Kurd Jî Dike Hedef
Dewleta Tirk sûcên dermirovî li bendavê pêk tîne û ambûlansên ku dixwazin birîndaran veguhezînin nexweşxaneyên Kobanê û Tepqayê hedef digire. Ekîpên Heyva Sor a Kurd, tevî dijwariya topbaran û bombebaranê, bi ruhekî fedayî erkên xwe pêk tînin. Li rex ambûlansan, bi dehan otombêlên gelê jî hatine bombebarankirin”.
‘Parastina mafê mirovan çavê xwe ji komkujiyan re digre’
Ela anî ziman ku: “Gelê Kurd moralên xwe ji gotina hebûn û tunebûnê digre, bi dehan salin axa Rojava bi xwîna zarokên xwe av dide û xwedî soza şopandina rêya şehîdan e. Komkujiyên ku îro li ber çavên cîhanê li ser gelê heremê tên meşandin, hêzên navnetewî û kesên ku dibêjin em parastina mafên mirovan dikin, li hemberê komkujiyên li ser sivîlan ti bertek nîşan nedane û bêdeng in”.
‘Em ê bibin dengê gel’
Ela bal kişand ser hedefgirtina Rojnamevanan û got: “Dewleta Tirk beriya ku dest bi êrişên xwe yên qirkirinê bike destpêkê rojnamevanan dike hedef. Li bendava Tişrîn û Qereqozaqê jî bi awayek eşkere rojnamevanên ku heqîqetê radigihînin kir hedef. Du hevalên me yên rojnamevan; Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan dema ku li pira Qereqozaqê êrişên dewleta Tirk yên şerê taybet vala derxistin hatin hedefgirtin. Her wiha bi dehan hevalên me yên rojnamevan û erebeyên wan jî hatin hedefgirtin. Ji ber ku hevalên me herdu Şehîd Cîhan û Nazim propagandeyên derew ên dewleta Tirk vala derdixistin, hatin armancgirtin. Piştî şehadeta herdu hevalan, carek din xwestin propagandayên derew bikin, bi dehan rojnamevan xwe feda kirin û derbasî bendava Tişrînê bûn û berxwedana şervanan belge kirin”.
‘Şehadeta Nazim û Cîhan ji bo rojnamevanan bû cîhê cesaretê’
Ela Şehadeta Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji bo hemû rojnamevanan weke jêdera cesaret û wêrekiyê rave kir û got: “Gelek Rojnamevan îro li li bendava Tişrînê bi ruhê Nazim û Cîhanan, tevî topbaran dijwar a hovane ya dewleta Tirk, kêlî bi kêlî rastiya berxwedanê bi rayê giştî re par ve dikin. Wek rojnamevan belgekirina hovîtiya dewleta Tirk erka me ya sereke ye. Tevî ku dewleta Tirk li ser rûpelên malperên civakî gefan li hevalên me yên rojnamevan dixwe jî, bi dehan hevalên me dema ku berxwedana gel û êrişên wê yên hovane dişopanîn. Lew re jî yekser tên hedefgirtin. Ji bo ku çavê rastiyê bişkîne, dema ku rojnamevan tên hedefgirtin dengê gel jî diçe gelek rojnamevanan bi birînên xwe yên giran kêliyên ku komkujî li ser gel dihat kirin belge dikirin û ji cîhanê re radigihandin.
Ela di dawiyê de got: “Cîhan Bîlgîn û Nazim deştan ji bo rajnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn mînaka berxwedanê. Em ê heta dawiyê bi pênûs û kameraya xwe bibin dengê heqîqetê û xwedî li mîrasa hevalên xwe yên şehîd derkevin”.