Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Çandên heyî di herêmê de tabloyeke balkêş dide’

02/02/2025
in JIN
A A
‘Çandên heyî di herêmê de tabloyeke balkêş dide’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo


Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji cîhanê tevahî re bûye ninmûne. Rengîniya çandên heyî di herêmê de wêneyeke balkêş û xweşik dide diyar kirin.

Di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destpêkirina aloziya Sûriyê ve, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser bingehê biratiya gelan û jiyana hevbeş hate avakirin, ev sîstem ji bo tevahiya cîhanê re bû nimûne. Bi rûxandina rêjîma Baas ev tecrûbe dikare bibe nimûneyek ji bo giştî Sûriyê, ku di destûra nû de hemû pêkhate, ol û bawerî cihê xwe tê de bigrin, nemaze jinên Sûriyeyî, bêyî dûrxistin an paşguhkirina tu aliyekî.

Derbarê serkeftina tecrûbeya Rêveberiya Xweser û pejirandina wê ji bo giştî Sûriyê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd ji rojnameya me re axivî.

Evîn Siwêd di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hukmê rêjîma Baas ku çawa bi yekrengî dihat meşandin û di encamê de gel gelek êş û azar kişandin û wiha anî ziman:“Di heman demê de rola pêkhateyan dihat dûrxistin û di nava mekenîzmeya rêvebirinê de kes nebû ji bilî yek kesî. Desthilatdariyek ku tu carî li gel guhdar nedikir, tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikir, hem jî tu kesî xwe xwedî nedidît ku kar bikin ji bo Sûriyê.”

‘Sistema Rêveberiya Xweser navê Sûriyê gihand cîhanê’  

Evîn Siwêd wiha berdewamî da axaftina xwe û got:“Piştî şoreşa Sûriyê, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate raghandin û xwe birêxistin kir û bû cihê baweriyê di nava civakê de. Li hemberî terora DAIŞ`ê bi ser ket û cîhan tevahî ji xeteriyê parast.

Evîn Siwêd diyar kir ku dema mirov behsa demokrasiyê bike, helbet ew e ku her kes karibe di cihê biryarê de nêrînên xwe bîne ziman, bêyî cudahî, paşguhkirin û dûrxistin. Nimûneya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tax, bajar û bajarokan tê pêkanîn, dihêle ku bibe nimûneya herî guncaw ji bo pêşeroja Sûriya nû.

‘Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyên Sûriyê hembêz dike’

Evîn Siwêd got:“Rêveberiya Xweser tevahî gelê Sûriyê hembêz dike û têde hemû pêkhate, beşên civakê, ol û bawerî bi hev re jiyan bikin û cihê xwe têde dibînin. Ji ber vê yekê pêwîste di rêveberiya nû de her kes cihê xwe bigre û di çarçoveya netewa demukratîk de cihê xwe di pêşeroja Sûriyê de bigre.

Sûriyê wê ji bona hemû gelê Sûriyê be

Evîn Siwêd destnîşan kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser bi salaye ku heye û piştî aloziya Sûriyê hatiye avakirin û ezmûneke serkeftiye ji bona tevahî Sûriyê. Evîn Siwêd wiha gotinên xwe qedand:“Şêweyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îro bûye ninmûne ji cîhanê tevahî re û her kes pesnê wê dide, ew maf û çandên heyî diparêze û bi tabloyeke herî balkêş û xweşk dide diyar kirin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.