Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin ji bo Sûriyeyeke demokratîk li hev kom bûn

01/02/2025
in JIN
A A
Jin ji bo Sûriyeyeke demokratîk li hev kom bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Berdevka Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Siyasî yên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo diyar kir ku Komxebata Şêwirmendiyê bû bingehek ji bo birêxistinkirina jinên Sûriyê.  Bi civînê re hesreta jinê ya ji bo azadiyê, hêviya berxwedan û serketinê careke din derket holê.

Di 7`ê çileya 2025`an de Kongra Star li bajarê Hesekê Komxebateke Şêwiriyê li dar xistibû, bi dirûşmeya “Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin”. Di komxebatê de nêzî 600 jinên ji tevahî pêkhateyên herêmê, herwiha bi beşdariya Zoomê jinên Sûriyeyî ji sahil, Sûwêda, Heleb û Şamê tevlî bûn. Komxebat bi armanca hevgirtina jinan û beşdarbûna di nivîsandina destûra nû ya Sûriyê de û parastina mafê jinê di hemû qadên jiyanê de hate lidarxistin.

Di civînê de Kongra Star, Meclîsa Jinê ya Zenûbiya, Yekîtiya Jinên Êzidî, Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Jinên Sûriyê, Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Pêşerojê, YPJ, Tev-Dem, Saziya Malbatên Şehîdan, Komeleya Jinên Sara, Yekîtiya Jinên Suryanî, Meclîsa Jinên Ermenî, hunermenda Kurd Mizgîn Tahir û nivîskara femînîst Natasha Walter ji Îngilîstan û pêkhateyên din beşdar bûn. Her wiha jinên Misirê û yên Durzî û Elewî ji çend bajarên Sûriyê bi rêya medyaya dîjîtal beşdar bûn û hest û ramanên xwe bi beşdarên civînê re parve kirin.

Derbarê nîqaş û mijarên ku di komxebatê de hatine kirin de, Berdevka Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Siyasî yên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo ji rojnameya me re axivî.

Rîhan Temo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya lidarxistina vê kongreyê û wiha got: “Ev ne konferans an komxebat bû, ew civîna şêwrê bû. Girîng e ku em bal bikşînin ser, ji ber ku bi awayê hatina wan cem hev peyamên girîng li ser cewhera demokratîk a hevgirtin û yekîtiya jinan hatin dayîn. Li wir nêzîkatiyeke ku ji navendîbûnê dûr bû û îradeya hemû cudahiyan esas girtibû.”

Rîhan Temo wiha pê de çû: “Civîn bi heyecan û coşeke mezin derbas bû. Ji ber ku jinan fêm kirin ku ew xwedî hêz, vîn û baweriya ku çarenûsa welatê xwe bi xwe diyar bikin, bi coş û kelecan bû. Tevî hemû cudahiyên xwe jî, daxwaz, xeyal û îdiayên wan ên azadiya jinê li Sûriyeya ku ji nû ve dihat avakirin, armanceke hevpar ava kir.”

Rîhan Temo diyar kir ku di civîna şêwiriyê de çar mijarên sereke derketin holê û hatin nîqaşkirin û wiha rave kir: “Destpêkê rewşa jinan a beriya şoreşê hate bibîrxistin. Di axaftinê de bal hat kişandin ser tarîtiya ku polîtîkayên zordar, neheq, monîst, mezhebperest û zayendperest ên rejîma Baas ji bo gel û komên baweriyên cuda, bi taybetî gelê Kurd bi xwe re anî û bi taybet ji bo jiyana jin di tarîtiya di navbera çar dîwaran de, bê ziman, welat, çand û bawerî. Di vê çerçoveyê de rewşa jinên ku mecbûr man xwe ji urf û adetên civaka serdest a mêr û kevneşopî teslîm bikin û rastî her cure şîdet, tacîz û tecawizê tên, di temenê biçûk de tên zewicandin û bi navê namûsê tên qetilkirin, îrade û hebûna wan di tu warên civakî û siyasî de nayê qebûlkirin, ne jî di nav malbata xwe de”.

Rîhan Temo derbarê mijara duyemîn de wiha anî ziman: “Di mijara duyemîn de bal hate kişandin ser destkeftiyên şoreşa Rojava ku ev nêzî 12 sal in di pêşengiya jinan de pêş dikeve. Hat diyarkirin ku jiyana heyî ya ku weke qeder tê nîşandan bi şoreşê re çawa hatiye guhertin.

Hate tekezkirin ku tevî kûrt û kêmasiyan, di warê pratîkî û mayîndekirina destkeftiyên şoreşa jinê de pêşketinên girîng bi dest xistine û ev pêşketin jî têra rêgirtina li vegerandina jiyana berê dike. Hate tespîtkirin ku deriyê ronahiyê azadiyê vebûne û ev ronî ti carî nayê vemirandin. Di çarçoveya tecrubeyên ku weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi perspektîfa neteweya demokratîk bi dest xistine û ava kirine, di qada siyasî de rêxistinbûna xwe ya resen û xweser anîne ziman: ji meclîsên komîn bigire heta Rêveberiyên Xweser, qanûnên jinan ên ku mafên jinan garantî dikin û pêşî li tundiya li ser jinê digirin, rêgeza hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev di civak, siyasî, leşkerî û hwd.. de sazî û pêkhateyên di hemû qadên jiyanê de hatine afirandin. Bal hat kişandin ser akademiyên ku jinan di aliyê bîrdozî, siyasî, civakî û leşkerî de perwerde dikin û her wiha ser kooperatîfên ku bi xebatên jinan ên bi hişmendiya kolektîf hatine avakirin. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser hebûna HPC-Jin, Asayîşa Jin û YPJ’ê, hêzên xweparastinê yên jinan ku temînata van hemû destkeftiyan in”.

Ji bo xala sêyem Rîhan Temo wiha got: “Piştî rûxandina rejîma Baas, li ser wê yekê hat nîqaşkirin ku rejîma HTŞ’ê ya ku şûna wê girt, wê çawa di serî de li ser jinan polîtîkayan bimeşîne. Hemû beşdar hemfikir bûn ku rejîma HTŞ xwedî zihniyeta DAIŞ’ê ye û ji ber vê yekê ji fikra Sûriya demokratîk û bi taybetî ji maf û azadiya jinan dûr e. Hat diyarkirin ku niha weke jin û mafên wan nînin tevdigerin û car caran destwerdana qadên jiyanê yên jinan dikin, ji bo siberojê tu peyamên erênî nadin û ev rewş ji bo jinan xeternak e. Weke jinên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirin û bi sedan hevrê, bira, xwişk û dayîkan şehîd dan, diyar kirin ku ew nikarin desthilatdariyeke navendîparêz, cîhadî, paşverû û zayendperest qebûl bikin û ji bo pêşengiya avabûneke bi vî rengî dest ji têkoşînê bernedin”.

Ji bo nîqaşên mijara çarem jî Rîhan Temo destnîşan kir ku perspektîfa çareseriyê û biryardariya têkoşîna ji bo Sûriyeya demokratîk hate vegotin, û wiha domand: “Pêşniyar hatin kirin ku rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn zêdetir bên xurtkirin, destkeftiyên şoreşa jinê mayînde bibin, di avakirina Sûriyeya demokratîk de hebûn, vîn, reng û daxwazên jinan bên dîtin, xebatên hevpar bên kirin ji bo avakirina rêxistinên hevbeş.

Di civînê de şehîdên ku bi canê xwe bedel dane û şoreş afirandine nehatine jibîrkirin û bi rêzdarî, minetdarî û coşeke mezin dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin. Dîsa pêkhateya ku herî zêde bal kişand ser YPJ’ê bû. Bi hezaran cangoriyên azadiyê yên hê li eniyan şer dikin, bi tilîlî û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Dîsa hunermenda Kurd Mizgîn Tahir bi strana xwe axivî û bal kişand ser rol û mîsyona hunermend û rewşenbîran di vê pêvajoyê de”.

Rîhan Temo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ya herî girîng ji nîqaş, pêşniyar û biryardariya têkoşînê ya di civînê de bi deklarasyinekê bi dawî bû. Di danezana dawî de nexşerê û perspektîfa têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk hate nîşandan. Ev civîn bû bingehek ji bo birêxistinkirina hevpar a jinên Sûriyê û ji bo ku di rojên pêş de li gelek bajarên Sûriyê û her wiha li Bakurê Rojhilatê Sûriyê di heman astê de civîn bên lidarxistin. Bi vê civînê re hesreta jinê ya ji bo azadiyê, îrade, têkoşînê, hêviya berxwedan û serketinê careke din derket holê û hêviya siberoja azad hê mezintir bû”.

Di şewrê de ev biryar hatin dayîn;

Deklerasyona ji aliyê Meclîsa Jinên Sûriyeyê ve hat îlankirin ji bo destekirin û jiyanî bibe divê bi awayeke çalak di pêkanîna wê de rol were leyîstandin.

Meşandina xebatên bi bandor ji bo misogerkirina maf û azadiya jinan ku di hevpeymana civakî ya Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye misogerkirin ji bo destûra nû ya Sûriyeyê esas were girtin.

Hemû herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin vegerandin û koçberên van deran cardin vegerînin ser cih û warên wan.

Di demeke kin de temamkirin û îlankirina hevpeymana civakî ya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bi nûneratiya pêwîst ji jinên hemû gel, bawerî û çandên li Sûriyê dijîn beşdarbûna %50 ji jinan di kongreya niştîmanî ya ku tê plankirin ji bo avakirina sîstemeke nû li Sûriyê were li dar xistin.

Di hikûmeta demkî de tevlîbûna jinên ku îradeya jinê temsîl bikin.

Jin di komîteya nivîsandina destûra bingehîn de cih bigrin. Di mijara mafên jinan de ti sînordarkirinan re destûr neyê dayîn.

Destwerdanên li ser karkirin, perwerde, mafên ger û geşt, şêweyê jiyanê û kincên jin neyên kirin da ku karibin bi vîna xwe bijîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê weke temînata azadiya jinê were dîtin.

Post Views: 78
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.