Cîger Efrînî
Niha her kes qala şerê cîhanê yê sêyemîn dike. Lê divê em ji bîr nekin û nedin jibîr kirin ku, di serî de Rêber Apo qala şerê cîhanê yê sêyemîn kir. Rêber Apo gava komploya navdewletî ji raya cîhanê û kurdistan’ê re ragihand gotibû; dewletên emperyal ji boyî dagirkirina rojhilata navîn li pêşîya xwe ez asteng didîtim, ji lewra jî xwestin ku min ji holê rakin. Şerê cîhanê yê sêyemîn naşibihe şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn, wê demdirêj be!
Hin kesên xwenenas û ber pozê xwe jî nabînin henekên xwe bi wê pêşdîtina Rêber Apo kirin. Gotin;”Apo xwe mezin dibîne”.
Rêber Apo ne xwe mezin dibîne û ne jî pêdivîya Wî bi tiştekî wiha heye.
Ka em bînin bîra xwe qewimînên ku piştî komplo qewimîne;
- Bi plana CIA û MOSAD’ê bi destê El-kaîd’ê êrîşa bircên cêwî hate kirin û di encama wê de Efxanistan ji hêla DYA ve hate dagirkirin, piştî deh salan car jî Efxanistan radsetî Talîbanan kirin. Di vir de ev pirs tê hişê mirov; heger we yê Efxanistan radsetÎ Talîban bikira, we çima deh salan Efxanistan dagerand gola xwînê?
- Di bin navê ku çekên kîmyewî li cem Sadam hene, Iraq hate dagirkirin.
- Li kurdistan’ê şer derxistin asta herî jor, navçe û bajarên Kurdistan’a bakur hilweşandin. Divê neyê jibîr kirin ku, di salên 1990’î de nêzî 5 hezar gundên Kurdan hatibûn şewitadin û vale kirin.
- Bihara Ereban vegerandin bihareke bê gul û xwînî û şoreşa gelan ji gelan dizîn; tevî ku gelên herêmê destpotên xwe têkbirin û rê ji guhartinan re vekirin, hêzên emperyal rê ji şoreşeke civakî girt û bi dekûdolaban herêm kirin navenda şerê cîhanê yê sêyemîn.
- Bi destê çeteyan û bi taybetî jî bi derxistina DAIŞ’ê hemû bermahîyên civakî û dîrokî ji xwe re kirin armanc û xirabîyên ku di hemû şerên ku di dîroka mirovahîyê de derketine zêdetir di van deh salên dawî de qewimîn. Dewletên herî kevnar yên rojhilata navîn Iraq û Surîyê anîn rewşeke ku xelkê wê jê bireve û li paş xwe jî meyze neke.
- Tam piştî deh salan ji derxistina DAIŞ’ê îcar HTŞ derxistin holê û dewleta Surî pêşkêşî wan kirin. Bê guman pêşkêşkirina Surî rasterast bi armanca parastina dewleta Îsraîl ve girêdayî ye.
- Baskên dewleta Îran’ê hatin şikandin. Bandora Îran’ê li ser Iraq’ê jî şikandin. Ha îro û ha sibê pergala Molayan ji hev were şehtandin.
- Wê Îsraîl bi tenê bi lewazbûna Îran’ê li Iraq’ê sînordar nemîne, dibêtîya ku HTŞ’yekê li Iraq’ê jî bidin destpêkirin, ji heremê zêdetire. Ji ber ku Iraq bi dewlemendîya xwe dikare di demeke kurt de komî ser hev bike û ji Îsraîl re bibe navendeke metirsîyê. Îngiltere-Îsraîl û DYA gava projeyekê bi pêşdixin, bi dehê salan, heta bi sedê salan difikirin û li gorî wê planê dixin meryetê.
- Rusya, ku piştî B. YELSEN bi V.Putîn re hinekî xwe komî ser hev kiribû, bi derxistina şerê Rusya-Ukrayna re hêza ku hatibû berhevkirin mêtin û hiştin ku Rusya bi derdê xwe yê hundirîn ve mijol bibe.
- Rusya ku xwe gihandibû asta bandorê li dewletên ku ji Sovyetê mabûn bike, nema dikare wan dewletan di bin bandora xwe de bikire. Bi girtina Qarebax ji Ermenistan’ê tova pêxistina şerê Azerbeycan- Ermenistan’ê çandin û Rusya jî di baxçeyê wê de lewaz kir.
- Şerê li Filistîn’ê ku bi destê Erdogan di 7’ê Cotmeha 2024’an de dane destpêkirin, rê ji tarûmarkirina Xazeyê û gelê Filistîn’ê anî
Bi kurtasî gava mirov çavekî diavêje nexşeya sîyasî diavêje nexşeya sîyasî dibîne ku guherînin mezin jîyan bûne û hêj jî wê werin jîyan kirin.
Ji hêla din de Rêber Apo gotibû; ”navenda şerê cîhan’ê yê sêyemîn Kurdistan e. Rastîya wê pêşdîtinê jî îro em bi hemû germahîya wê dibînin û dijîn.
Ji lewra ji heremê pirtir divê em wekî gelên Kurdistan’ê û herêma rojhilata navîn xwe bi rêxistin bikin û di xeta Rêber Apo de bimeşin. Ji ber ku hêza ku me wekî gelên herêmê ji buhrana heyî xelas bike bi tenê felsefe û bîrdozîya Rêber Apo ye. Ji bilî fikra netewa demokratîk tu rêyeke din ya xelasîya me wekî gelên herêmê tune ye.
Encama hemû şerên ku dagirkeran lidarxistine daqurtandina heqîqeta civakî, tunekirina dewlemendîyên welatan, fetisandina jinan û xerakirina xwezayê ye. Tişta ku DAIŞ’ê di salekê de kirî Hîtler di 5 salên şerê cîhanê yê duyemîn de nekir. Dibe ku hejmara kuştina mirovan ji hêla fîzîkî de negihabe hejmara şerên berê, lê ji ber ku şerên ku têne meşandin bi awayekî zindî di TV û ragihandina civakî de tê kirin, mirovên ku di hêla derûnî û gîyanî de heta niha hatine kuştin ji yên di şerê cîhanê 1.û 2. Hatine kuştin de zêdetir bûye.
Bi kurtûkurmacî; her rojeke ku derbas dibe em dibînin ku, gelek derdorên ku xema civakan dixwin rastbûna dîtinên Rêber Apo bi lêv dikin û dibêjin; yekane rêya derketina ji şerê heyî û gihîştina azadîyê û aştiyeke bi rûmet projeya Netewa Demokratîk e. Ango projeya ku dikare avê li şerê cîhanê yê sêyemîn bike projeya Netewa Demokratîk e. Ji lewra jî Rêber Apo li dijî pêngava hêzên emperyal ya ku plana Îngeltere ye, bi hêza DYA û bi destê Îsraîl’ê ketîye meryetê, pêngava çareserkirina pirsgirêka Kurd bi dewleta Tirk ya dagirker re bi pêşxist.