Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Kerem: Daxwaza min parastina jinê ye

31/01/2025
in JIN
A A
Şehîd Kerem: Daxwaza min parastina jinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Hiqûq xwendin û parastina jinê kirin xeyalê şehîd Kerem El-Şehab bû. Çeteyên DAIŞ’ê qedexekirin ku ew bixwîne lê belê bi rizgarkirina Reqayê re wê di sîstema Rêveberiya Xweser de dest bi têkoşînê kir.

Endama Kordînasyona Kombûna Jin a Zenûbiya Hefîze Mela ji rojnameya me re behsa têkoşîna şehîd Kerem El-Şehab kir û wiha got:`Min ji şehîd Kerem pirsî, tu çima hatiye xebatên me? Ji min re got min gelekî li ser xebatên Kombûna Jin a Zenûbiya bihîst û ji bo ez mafên jinê biparêzim û bighîjim edalet û wekheviyê ez tevlî xebatên Kombûna jin a Zenûbiya bûm`. Hefîze anî ziman ku endama Kordînasyona Kombûna Jin a Zenûbiya ya Reqayê Kerem bi riya birayên xwe yên tevlî QSD`ê bibûn navê Rêveberiya Xweser bihîstibû û Mala Jin gelekî bala wê kişandibû.

Şehîd Kerem destpêkê derbasî Kombûna Jin a Zenûbiya ya Reqayê dibe û ciyê xwe di komîteya perwerdeyê de digre. Hefîze ji bo xebatên wê yên perwerde jî wiha got:` Endamên komîteya perwerdê ji bo bikarbin li komîn, meclis û Akademiyan perwerdê bidin, li gorî pêdiviyên jin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî bixwe lêkolînan dikin. Şehîd Kerem jî mijara bandora teknîkê li ser jin û civakê diyar kiribû û lêkolîn dikir. Piştî ku lêkolîn kir brûşûr amade kir û me li ser hemû komîteyên xwe belav kir. Piştre jî ew brûşûr ji jinan re hat xwendin û yek ji mijarên sereke yên perwerdê bû`.

`Çalakî lidarxistin yek ji xebatên me ye` Hefîze Mela gotinên xwe wiha berdewam kir: `Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîn û berxwedanî heye, me bi riya çalakiyan dixwest ku hebûna xwe diyar bikin, şehîd Kerem gelekî dibû alîkar, her tim nivîsên xwe amade dikir, tevlî çalakiyan dibû û dixwest nêrînên xwe bîne ziman. Sala 2024`an tevlî xebatên me bû, di komîteya perwerdê de bû, derbasî komîn û meclisan dibû û perwerde dida. Me dewreyeke perwerdê li xeta rojavayê Reqayê birêxistin kir û wê berpirsyartiya dewrê rakir. Herî dawî berî ku şehîd bibe bû endama Kordînasyona Kombûna Jin a Zenûbiya ya Reqayê`.

Berî ku birêbikevin Kerem ji min re got:` Hevala Hevîfîze tu nesaxî, em ê hemû şûna te biçin bendava Tişrînê, ev gotinên dawiyê bûn ku min ji şehîd Kerem bihîstin. Em weke Meclisa Kombûna Jin a Zenûbiya bi şehadeta Kerem serbilindin û em ê têkoşîna wê ya ji bo parastina mafên jin û gihîştina edalet û wekheviyê berdewam bikin`.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.