Dîlan Mulhim\Qamişlo
Jinên ciwan yên Partiya Yekêtiya Demokrat PYD’ê ji bo rewşa dawî a li herêmê û piştgiriya jinên ciwan ji bo hêzên YPJ’ê. Civînek li ser asta kantona Cizîrê li navenda PYD’ê a bajarê Qamişlo li dar xistin.
Îro bi dehan jinên ciwan yên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê di derbarê geşedanên dawî ên ku li herêmê çêdibin û piştgirtiya jinên ciwan ji bo hêzên YPJ’ê. civînek li ser asta kantona Cizîrê li navenda PYD’ê a bajarê Qamişlo li dar xistin.
Di civînê de rêveber û endamên jinên ciwan ên PDY’ê beşdarbûn. Di destpêka civînê de hemû kesên beşdar bi xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan. Piştire berdevka jinên ciwan ên PYD’ê Sara Hesen bi xêrhatina hemû kesên ku beşdarî civînê bûne kir.
`Em hemû YPG û YPJ’e ne`
Di heman demê de Rêveberiya jinên ciwanên yê PYD’ê Amara Efrîn axivî û wiha got: “Rewşa niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li Bendava Tişrînê tê kirin rewşeke dîrokiye û divê demê de dîrok tê nivîsadin. Herwiha siyaseteka herî qirêj li ser me tê meşandin bi rihê jiyana azad emê vê siyasetê û dagirkeriyê têkbibin. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker bi taybet jinan dike hedef, ji ber ku jin a ku civakê birêxistin dike. Armanca dewleta Tirk a dagirker vejînkirina dewleta osmaniya ye, herwiha niha jî dixwaze ku Bendava Tişrînê û Pira Qerqozaxê dagir bike. Di heman demê de bi rihê berxwedaniyê bendava Tîşrînê û Qerqozaxê emê dagîrkeriyê têkbibin û em hemû YPG’û YPJ’ê ne û emê heta dawiyê piştgirtiya şervanên xwe ên di çeperên şer de bikin.”
Herwiha rêvebera Meclisa Jinên Ciwan Seja Sara axivî û wiha bidawî kir: “Dewletên navnetewî di kompiloya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan de pêk anîne bi dagirkeriya Tirkiyê re bûne yek û ev pilan li hember tavahî gelê Kurd hate meşandin. Di şexsê Rêber APO de xwestin Tevgera Azadiyê ji holê rakin û vê têkoşînê bi dawî bikin. Dema Rêber APO hatiye girtin gotin `êdî Kurd ketin bi axê û li ser wan hate betûn kirin` lê ev pilana wan ya pûçkirina Tevgera Azadiyê û doza gelê Kurd bi ser neket. Nîşaneya vê yekê jî berdewamiya têkoşîna ku li çiyayên azadiyê zêdetirî 50’î salî ye tê domandin, destkeftiyên ku bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hatine bidestxistin. Herwiha modêla Rêveberiya Xweser ya ku hatiye avakirin, bi yekgirtina hemû netew û pêkhateyan, pilanên faşîzma Tirkiyê û yên dewletên navnetewî vala derxistin.”