Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komxebata Zarokan hedefgirtina zarok û sivîlan şermezar kir

30/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Komxebata Zarokan hedefgirtina zarok û sivîlan şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Komxebata Zarokan ya bajarê Qamişlo li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî daxuyaniyek derbarê hedefgirtina zarok û sivîlan ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê da.

Derbarê êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ku rojane derheqê zarok û sivîlan pêk tîne, Komxebata Zarokan li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo daxuyaneke niviskî da. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla Aliya Edîb Hesen û bi zimanê erebî ji hêla Seher Ekrem Mehmûd ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hate kişandin ser berdewamkirina êrişên Artêşa Tirk û komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û Artêşa Niştimî ya Sûriyê bi awayekî eşkere û sîstematîk li dijî hemû peymanên navdewletî hemû cureyên çekan li dijî zarok û sivîlan bi kar tîne. Bi vî awayî ewlekariya herêmê û aştiya sivîlan dixe xeteriyê.”

Di daxuyaniyê de bîlancoya êrişên li dijî sivîlan hate eşkere kirin: “Ji dîroka 2/12/ 2024’an heta 28/1/ 2025 (76) sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 17 zarok, 13 jin û 84 sivîl jî birîndar bûne ku ji wan 11 zarok û 9 jin in. Ji 26/1/2025 heta 28/1/2025, li gundê El-Cemas a gundewarê Eyn Îsa 17 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 23 kesên din jî birîndar bûn, du zarokan jiyana xwe ji dest dan û dayika wan jî bi giranî birîndar bû. Li gundê Um Harmal ê gundê Zirganê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de zarokek hebû û 9 kes jî birîndar bûn. Li bajarokê Sirîn ê girêdayî bajarê Kobanê ku dikeve rojhilatê bajarê Minbicê, di encamê de 12 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, ji wan 4 zarok bûn û 13 kes jî birîndar bûn.”

Komxebata Zarokan bi tundî armanckirina zarok, sivîl, tîmên bijîşkî, ambûlans û rojnamevanan ku bi zanebûn dûrî rêgez û peymanên navdewletî ji hêla artêşa Tirk a dagirker û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ve pêk tê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî bi hemû pêkhateyên wê hate kirin ku bêdengiya bi guman bişkînin li hember tawanên li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê û wiha hate gotin: “Bêdengî dibe sedema pêkanîna tawanên zêdetir li dijî sivîlan nemaze zarokan.” Di dawî de wiha hate gotin: “Em daxwaz dikin ku fişar li dewleta Tirk bê kirin da ku êrişên xwe li ser xaka Sûriyê rawestîne û bapnedî bi peymanyên navdewletî û yasaya mirovî bike, kesên ku sûcên şer û qirkirinê derheqê sivîlan de pêk tîne bi taybet zarokan wan tawanbar bikin da ku bên dadgehkirin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.