Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kobanê careke din dîrokê bi tîpên zîrên dinivîsîne

30/01/2025
in POLÎTÎKA
A A
Dewlet jinê dide bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Şîlan Mihemed

Bajarê Kobanê xwedî taybetmendiyek pir girînge. Ji dîrokê heta roja me ya îro di vî bajarî de gelê Kurdistanê û cîhanê bûne yek, li hemberî dagirkaran û dijminê gelan li kobanê berxwedaniyek bêhempa hate meşandin.

Bajarê kobanê yek ji bajarên herî biçûk li Kurdistanê ye, xelkê wê eşîrin nemaze ku gelek eşîr lê hene. Dema ku kembera erebî li sûriyê hat pêk anîn û xwestin ku vê yekê li kobanê jî pêkbînin, li hemberî wê berxwedanîyek û neqebûlkirinek pir mezin ji aliyê gel ve derket, ji bona ku li herêmê pêk neyê, di dawiyê de ew proje têk çû.

Dema şorşa rojava jî dest pê kir li kobanê çirûska yekemîn pêket ku 19‘ê Tîrmeha sala 2012’an de kobanê ji rêjîma baas rizgar bû û piştre jî hemû bajarên Rojava yek li pey yekî rizgar bûn. Piştî rizgarkirinê Tam salakê li aliyê Girê Sipî cebhet El nûsra dest bi êrişan kirin û êrişan li ser Kobanê dest pê kir,lê li hemberî wê gel tev û ji bona parastina axa xwe kete nava seferberiyê.

Ji wê demê de ti carî êriş li ser Kobanê nerawestiyane û DAIŞ pîştî li Îraq û Sûriyê gelek dever dagirkirin, çek û çebilxane bi dest xistin, di 15’ê Îlona sala 2014’an de ji 3 milan ve êrşeke hovane bire ser kobanê, lê bipiştgirtiya gelê Kurdistanê û cîhanê berxwedana Kobanê mohra xwe li dîrokê xist.

Piştî berxwedaniyeke 134 rojan, di 26’ê çileya sala 2015’an de bajarê Kobanê hate rizgar kirin. Li kobanê xeterîya herî mezin li ser cîhanê şikest û piştî wê dewleta tirk a dagirker serkeftina kobanê derbas nekir û  bi hemû hêza xwe êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê kir û sivîl û cihên xizmetgûzariyê kirin hedef. Herwiha gelek bajarên Sûriyê dagir kirin wekî Efrîn,Serê kanîyê, Gerê spî,Cerablus û Ezaz.

Piştî hilweşadina rêjîma baas di 8’ê Kanûna 2024’an de, dagirkeriya tirk sûd ji vê rewşa tevlîhev girt û hin herêmên din yên sûriyayê dagir kir, piştî Minbicê dagir kir çavê xwe li Kobanê ye û ev bû zêdetirî 50 rojin li derdora bajarê kobanê şerekî Hebûn û tunebûnê tê meşandin. Li hemberî vî şerî jî şervan û zarokên vî gelî destanên lehengiyê dinivisînin. Gel li ser bingehê şerê gelê şoreşgerî û banga QSD’ê her li pişt şervanên xwe ne.

Post Views: 207
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.