Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevserokê Yeîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê Ebûd Mexso diyar kir ku di vê qoaxa hestiyar de gerek gavên bi pîvan bên avêtin. Herwiha Mexso destnîşan kir ku divê lêvegereke kurdî ya hevbeş bê avakirin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî berfireh tê kirin.
Piştî ruxandina rêjîma Beşar Essed, di vê qonaxa hestiyar ya pir giring bû ku yekîtiya kurdî bê avakirin, da ku li dijî dagirkeriyê bisekinin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema dawî de fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî berê xwe da Başûrê Kurdistanê da ku hevdîtinê bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re pêk bîne.
Ev hevdîtin weke bûyereke dîrokî hate bi nav kirin ku di vê dema ku yekîtiya mala kurdî ji het tiştî giringtir e. Derbarê vê mijarê de nivîskar û hevserokê Yeîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê Ebûd Mexso ji rojnameya me re axivî.
Ebûd Mexso diyar kir ku rewşa ku em tê re derbas dibin li Bakur û Rjhilatê Sûriyê, qonaxeke pir giring û hesase û anî ziman:“Divê gavên ku bên avêtin bi pîvan bin, ji ber Rojhilat Navîn ber bi nexşerêyeke nû ve diçe, bi taybet piştî hatina Trump li ser hikmê Emerîkayê.”
Mexso tekezî kir ser avabûna yekrêziya mala kurdî bi taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê kir û wiha domand: “Divê hemû partiyên kurdî, sazî û dezgehên rewşenbîrî yên civaka sivîl, yekbûna xwe bidin diyarkirin. Pêwistî bi kongreyek netewî ya kurdî heye. Herwiha lêvegereke kurdî hebe û bibe xwedî biryar. Êdî dem hatiye ku divê nema yekalî û yekpartî biryara kurdî li ser gel ferz bike.”
Ebûd bang li hemû rêxistinên rewşenbîrî, nivîskarî û partiyên siyasî kir ku pirsgirêkên berê paşguh bikin û wiha berdewam kir: “Berê xwe bidin kongreyên netewî yê kurdî ji ber ku ev qonax pir giringe ji bo me weke gelê kurd, serdan, çûn û hatin tê kirin di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de, ji ber hesasiyeta qonaxê. Dema Beşar Esaad ket, Ceneral Mezlûm Ebdê nameyek ji birêz Mesûd Berzanî re şand û seferberî ragihand. Tevî ku bersiva birêz Mesûd Berzanî dereng hat lê gaveke bi pîroz bû, ji ber xeteriya dewleta Tirk ku dîsa dixwaze mîsaqa milî vegerîne, ne tenê Rojava daniye ber çavên xwe lê çavên wî be bi başûrê Kurdistanê jî ve ye. Aramiya her parçeyek ji Kurdistanê aramiya parçeyên din e.”
Ebûd Mexso wiha da zanîn: “Piştî hilwişandina her hikumetekê helbet kaos û tevlîhevî derdikevin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ev yek bikar anî da ku xakên din ji Sûriyê dagir bike. Dewleta Tirk dest bi êrişên hovane li ser Rojavayê Kurdistanê kir, sivîlan dike hedef û binpêkirina dike, bi armanca hilweşandina destkeftiyên şoreşê di serî de berê êrişên xwe dide hêzên QSD’ê, ji ber ev hêz ya herî birêxistinkirî ye di herêmê de bi giştî.”
Di dawî de nivîskar Ebûd Mexso hêvî kir ku pirsgirêk û kelemên ku di navbera kurdan de mane, bên çareserkirin û wiha gotina xwe qedand: “Qad û kolanên kurdî ku bi sedê salan kêf û xweşî nedîtiye. Êdî bû dema ku ev eşqa di dilê kurdan de dakeve nava kolanan û miletê kurd ber bi azadî, demokrasî, aştî û wekheviyê jiyan bikin.”