Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ferhan Silêman: Armanca me xilaskirina jiyana birîndara ye

29/01/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ferhan Silêman: Armanca me xilaskirina jiyana birîndara ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Rêveberê odeya rewşa lezgîn a Heyva Sor a Kurd Ferhan Silêman diyar kir dema ku Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihand Heyva Sor a Kurd kete nava liv û tevgerê û got: “Ji bo ku em jiyana birîndaran xilas bikin bi hemû alavên xwe yên tenduristî berê xwe dane Bendava Tişrînê.”

Saziya alîkariyê ya Heyva Sora ya Kurd ku bi armanca çareserkirina pirsgirêkên gel di 2012’an de li Rojava hate avakirin û li gorî derfetên kêm hewil da ku pêdiviyên tenduristiyê yên lezgîn yên welatiyên Rojava dabîn bike. Heyva Sor a Kurd di demeke kurt de bû mezintirîn destgeha alîkariya tenduristiyê ya lezgîn di tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Herwiha di vê rewşa dawî ya herêmê de û bi taybet dema ku Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihanid Heyva Sor a Kurd li kêleka Rêveberiya Xweser gelek kar û xebat dane meşandin. Hem ji alîkî ve dema ku koçberên Efrînê hatin herêmên Rêveberiya Xweser ên bi ewle Heyva Sor a Kurd destek dan wan û alîkariya wan ji aliyê tenduristî ve kir. Di heman demê de divê rewşa niha yaku herêm têre derbas dibe û bi taybet berxwedana ku li Bendava Tişrînê niha tê meşandin, Heyva Sor a Kurd ji bo ku rewşa birîndaran bişopîne û tedawiya wan bike bi hemû alavên xwe yên tenduristiyê berê xwe dane Bendava Tişrînê. Lê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve du ambulansên wan hatin hedefgiritin.

Di derbarê kar û xebatên Heyva Sor a Kurd di vê rewşa dawî de Rêveberê odeya rewşa lezgîn a Heyva Sor a Kurd Ferhan Silêman ji Rojnameya me re axivî.

‘Karê me rewşa lezgîn e’

Ferhan Silêman anî ziman ku karê Heyva Sor a Kurd her tim rewşa lezgîn e û wiha got: “ Dema ku Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihand em weke Heyva Sor a Kurd bi hemû alavên xwe yên tenduristiyê ketin tevgerê û bi erkê xwe rabûn. Herwiha dema ku şer li cihekî çêdibe em ji aliyê sivîlan ve mudaxele dikin û em birîndaran radikin cihekî biewle ji bo ku tedawiyên lezgîn ji bo wan bikin. Di heman demê de karê me karekî mirovî ye û armanca me xilaskirina jiyana birîndara ye, dema ku gel berê xwe dan Bendava Tişrînê ew ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin û di encamê de 26 kes şehîd û gelek kes birîndarbûn. Herwiha di vê demê de û ji bo ku em jiyana birîndaran xilas bikin, me berê xwe da Bendava Tişrînê, lê mixabin ji aliyê dagirkeriya Tirk ve di navabera bajarê Reqayê û Cirniyê de ambulansa me hate hedefgirtin û di encamê de endamekî me şehîd bû û yek jî bi giranî birîndar bû.”

‘Pêwîste rê li ber hedefgirtina ambulansên tenduristiyê were girtin’

Rêveberê odeya rewşa lezgîn Ferhan Silêman da zanîn ku ji bilî ambulansên Heyva Sor a Kurd, sê ambulansên Desteya Tenduristiyê jî ji aliyên dagirkeriya Tirk ve hatin hedefgirtin û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Di encamê de sê endamên Desteya Tenduristiyê şehîd bûn û şeş endam jî birîndarbûn. Herwiha dema ku ambulansên me tên hedefgirtin wê demê astengiyeke mezin li pêşiya karê me derdikeve, ji ber ku endamên me nema dikarin bi aramî bi karê xwe rabin. Pêwîste rêxistinên navnetewî û mafên mirovan rê li ber hedefgirtina ambulasên tenduristiyê bigirin. Di heman demê de em weke Heyva Sor a Kurd banga me ji rêxistinên navnetewî û mafê mirovan re heye ku bi erkê xwe rabin û nehêlin ku ambulansên tenduristiyê werin hedefgirtin û rê li ber êrişên dagirkeriya Tirk bigirin.”

Post Views: 147
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.