Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bila em bê zarok bimînin, lê em bê rûmet jiyan nekin’

29/01/2025
in JIN
A A
‘Bila em bê zarok bimînin, lê em bê rûmet jiyan nekin’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Ayşa Efendî diyar kir ku li hemberî êrişên dijwar ên li ser xaka wan tên kirin xweparastina civakê erka hemû jinan e û wiha got: “Rêber Apo dibêje ‘Jina rêxistinkirî, civaka bi rêxistinkirî ye’ ji bo wê pergalên serdest ewqas ji hişmendiya jinên pêşeng ditirsin.

Li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê her diçe metirsî û gef zêdetir dibin. Rojane bi êrişên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan wê li ser destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, dixwazin bi van êrişan re metirsiyê di nava gel de çêbikin. Gel jî ji bo parastina xaka xwe xwedî helwest e û êrişên ku rojane tên kirin, şermezar dikin. Metirsiya pergalên serdest li hemberî pêşengiya jinan e, û armanca wê ew e ku jin û civakê bê bandor bike.

Têkildarî êrişên dawî û li hemberî êrişan pêwîste ku xweparastina civakê di kîjan astê de be, Rêvebira Komîteya Insiyatîfa Azadiya Rêber Apo Ayişa Efendî ji Rojnemeya me re axivî.

‘Em ji derveyî azadiyê tiştekî din napejirînin’

Ayişa Efendî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Şerê li Bendava Tişrînê dewam dike. Gelê me bi karwanên ku çûn bendava Tişrînê, ji bo piştgirî bidin şervanên QSD’ê, hemû bi awayekî rêxistinkirî diçin bendava Tişrînê û di heman demê de parastina xwe ya hundirîn didomînin. Heta dawiyê li Bendava Tişrînê emê li kêleka şervanên xwe bin. Em mil bi mil bi hêzên YPG, YPJ û QSD’ê re alîkar in. Em jin li ser felsefeya Rêber Apo hatine perwerdekirin û em ê heta dawiyê li ser felsefeya Rêber Apo têbikoşin û bi rihê şerê gelê şoreşgerî xwe birêxistin û perwerde bikin. Heta rojek ji temenê me bimîne em ê çeka şehîdan li erdê nehêlin. Di wexteke ku hemû cîhan û dewlet hewl didin jinan qir bikin de divê jin bersivê bidin wan û pergala xwe ya parastinê xurtir bikin. Em ji derveyî azadiyê tiştekî din napejirînin. Pêwîst e jin koletiyê qebûl nekin û serî netewînin.”

‘Tirsa pergalên serdest ji sîstema Reveberiya Xweser heya’

Ayişa da zanîn ku sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî van êrişên dijwar, xweparastin û şerê gelê şoreşgerî divê bi pêş bikeve. Ji bo parastina vê civakê li hemberî van êrişan erka yekem dikeve ser milên jinan. Ev destkeftiyên dîrokî yên bi xwîna hezaran şehîdan hatine bidestxistin, divê ji aliyê me jinan ve werin parastin. Êrişên li ser projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin bi armanca wekhevî û demokrasiyê ye. Pergala ku îro me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kiriye, bandora xwe li tevahî gelên Rojhilata Navîn kiriye. Metirsiya pergalên serdest di serî de li hemberî vê heye û dizanin ku ev pergal li dijî berjewendiyên wan e. Bê guman di hemû êrişan de destpêkê jin hedef tên girtin, Rêber Apo dibêje ‘Jina rêxistinkirî, civaka bi rêxistinkirî ye’ ji bo wê pergalên serdest evqas ji hişmendiya jinên pêşeng ditirsin. Em rojane dibin şahidên vê rastiyê, di hemû qadan de jinên ku pêşengî ji civakê re dikin destpêkê êriş li ser wan tê kirin.”

‘Ji bo parastina xaka xwe, emê xwe û zarokên xwe feda bikin’

Rêvebira Komîteya Insiyatîfa Azadiya Rêber Apo Ayişa Efendî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê xwedî li keda Rêber Apo derkevin û pêwîst e hemû jin xwedî li vê kedê derkevin. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya xwe divê em têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, azadiya me pêk nayê. Pêwîst e em di vê xalê de bawer bin. Divê em vê salê bikin sala azadiya Rêber Apo û hemû jinan. Ji aliyê din ve jî divê em hêza xweparastina xwe xurt bikin û bi hev re civaka xwe biparêzin. Ji bo vê jî pêwîstiya me bi yekîtiyê heye û pêşengê vêya jî, jin in. Her wiha dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, bi rêbazên şerê taybet diwazin metirsiyê di nava civakê de ava bikin û gelan ji ser xaka wan bidin koçberkirin. Lê ev civaka ku bi salan e rastî êriş û qirkirinan tê êdî dijminê xwe baş nas kiriye. Ev xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin wê wisa rehet ji çeteyan re nemîne. Em ê heta dawî parastina xaka xwe bikin û li kêleka şervanên ku ji bo parastina vî gelî şer dikin bisekinin. Dibe ku em bê zarok bimînin, lê bila em bê rumet jiyan nekin.”

Post Views: 125
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.