Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîste jin di siberoja Sûriya nû de bi azadî û îradeya xwe bijîn’

29/01/2025
in JIN
A A
‘Pêwîste jin di siberoja Sûriya nû de bi azadî û îradeya xwe bijîn’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/ Qamişlo

Berdevka Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dîler Temo da zanîn ku divê îradeya jin di Sûriya siberojê de bê parastin û jin cihê xwe di hemû qadan de bigre.

Bi destpêkirina pêvajoya nû ya Sûriyê re gelek guhartin û veguhartinên bingehîn di hemû Sûriyê de hatin jiyan kirin, yek ji wan jî tunekirina îrade û hebûna jina azad di hemû qadên Leşkerî, civakî, siyasî û hwd bû. Hişmendiya nû ya ku Sûriyê pê tê rêvebirin, xwe dispêre heman mebestê ku îradeya jinê di tu qadên jiyanê de zindî nebe.

Di sedsala 21`emîn de jina ku rojane di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kêliyên efsanewî dinivîse, muhra xwe li hemû şoreşên di cîhanê de qewimîne xistiye. Têkildarî van mijaran Berdevka Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dîler Temo ji Rojnameya me re axivî.

Parastina destkeftiyên şoreşê

Dîler Temo di destpêkê de bal kişand ser rewşa Sûriyê û berxwedana ku tê kirin û wiha got: “Piştê hilweşîna Sîstema Baas ya qirker û tundrew di Sûriyê de, di aliyê ewlekariya Sûriyê de valatiyeke mezin hat jiyankirin, ji ber şane û çeteyên weke DAIŞ`ê û yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê xwestin ku careke din xwe zindî bikin û êrişî gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bikin, yek ji wan deverên herî girîng jî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê. Ji xwe berxwedana ku niha li wir tê jiyankirin, berxwedaneke ku rojane kêliyên dîrokî têne nivîsandin. Li ser wê esasê niha em di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kêliyên dîrokî jiyan dikin. Hemû hêzên me çi leşkerî dibe çi jî civakî dibe, li kêlek hêzên QSD`ê di bendava Tişrînê de şer dikin û li ber xwe didin. Da ku em tavahî destkeftiyên şoreşê ji hemû pilan û êrişan biparêzin.”

Di pêşeroja Sûriyê de pêwîste jin bi îradeya xwe were naskirin

Dîler da zanîn ku sîstema hatiye ser serweriyê, zihniyeta wan ji ya Baas ne cudatire û wiha domand: “Piştî ketina rêjîma Baas û serwerbûna rêveberiya HTŞ`ê li ser Sûriyê, em dibînin ku terz û rêvebirina wan ji hikumeta Baas ne cudatire, di aliyê zihniyetê de hemû dişibin hev ji ber armanca hemû hêzên desthilatdar di asta yekemîn de tunebûna rol û îradeya jin di hikumet û civakê de ye. Li ser wê esasê me dît ku dîsa hebûna jin di asta leşkerî û dîplomasî de qebûl nakin. Bê guman em bi tundî vê yekê qebûl nakin, armanca me weke Bakur û Rojhilatê Sûriyê avakirina Sûriyeke demokratîk ne navendî ye, tê de mafê her kesî bê parastin û jin bi îradeya xwe ya azad jiyan bike. Ev jî yek ji mîras û destkeftiyên şoreşa me ya Rojavayê Kurdistanê ye. ji lewra em jî weke jinên ku li ser xaka Sûriyê jiyan dikin, em ê bi armanca misogerkirina mafê jinê di hemû aliyên jiyanê de kar û xebatê bikin. Em eşkere û vekirî ji hikumeta nû re jî dibêjin ku divê jin cihê xwe di her cihî de bigire.”

`Em ê li pişta hêzên xwe bin`

Berdevka Hêzên Ewlekariya Hundirîn a jin Dîler Temo di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Kurd kir ku tevlî refên xweparastinê bibin û wiha got: “Em di vê pêvajoya girîng de weke hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li hemû gel û ciwanên xwe dikin ku tevlî seferberiyê bibin, tevlî refên şer bi QSD, YPG û YPJ`ê re bibin. Ji zarokên 7 salî heya 70 salî em bi yek hêz û îradeyê li pişta hêzên xwe bin. da ku em rê li pêşiya hêzên dagirker yên ku dixwazin destkeftiyên me têkbibin, venekin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.