Dilovan kêfo/Amûdê
Werzîşvanên yaneya Stêrk bibîrxistin ku mirovek laşê wî bêtevger be binexweşiyan re de rûbirû bimîne û wiha got: “Lîstika goge firoger(voleybol) ne tenê ji bo keyfê ye, ev di heman demê de ji lîstikvanan re dibe alîkar ku taybetmendiyên cûrbecûr giyanî xurttir bikin.”
Werziş çalakiyeke gorî hin distûr û mercan de tê pêşbazî kirin e. Ew hin caran ji bo ew aktîvîteyên mirov bixwe ji bo tenduristî û zinde bûna bedena dike re jî tê gotin. Lê werziş ango spor (sport) ne tenê ji bo çalakiyên mîrovan hin caran ji bo pêşbaziyên motor an gerdûneyan re jî, wek werzişên motoran jî tê bikaranîn.
Werzîşvanên tîma Stêrk a jinan Xalya Şêxmus, Kaptan Sîwan Ehmed, Roj Hec Qasim û Xesan Hisên derheqê werzîşê û Tîma Stêrk a toregokê ji rojnameya me re axivîn.
‘Tîma Stêrk jinên herêmê yên ku daxwaz dikin, ferî goga firoke dikin’
Werzîşvana tîma Stêrk Xalya Şêxmus diyar kir ku lîstika gok firoke destpêkê ji bona lîstoka jinan hate derxistin, û wiha destpê axaftina xwe kir: “Ev yane tenê ji bo perwerdekirina keçan e. Ev yane di destpêkê de li ser du lîstikên komê û du lîstikên kesane dihate lîstin, lîstikên li jêr di nav yaneyê de hatin tevlîkirin. Lîstika goga firokê, lîstika şerşengê, lîstika pêng pungê tevlî lîstika goga pê ya ku ji destpêka damezirandina yaneyê ve didome. Lîstika firokê ji 1’ê Tebaxa 2024’an de hatiye destpêkirin. Armanca perwerdekirinê ev e ku beşdarîbûna pêşbirka Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û di bdestxistina astên yekemîn. Ji bo nirxandina pêşkêşkirina tîmê, lîstikvan hatin pêşve xistin û hejmara lîstikvanan temam bû. Em dikarin di asta Bakûr Rojhilatê Sûriyê de pêşbaziyê bikin. Ku hejmara lîstikvanên Tîma Stêrk 28 lîstikvanan pêktên. Ji bo xalên hêzê, ez dixwazim balê bikişînim ser vê xalê wekî hêza herî girîng a tîmê ev e ku giyanê komê di nav endamên tîmê de xurt bike û teşwîqî hêza cevherî bik e.
Tîma Stêrk ji bona hevgirtina jinên herêmê di werzîşê de hatiye avakirin
Werzîşvaneke din Xesan Hisên da xuyakirin ku astengî pêşiya tîma Stêrk û listîkvanên vê derdikevin û dê bên derbas kirin û qedand: “Astengîyê rojane, ji ber rewşa heremê û malbatan derdikevin pêşîya lîstikvanan. Lê ji bo derbaskirin van qelsiyan, xalên qelsiyê di tîmê de hene. Divê em van xalan bi perwerdehiya domdar re têk bibin. Em herwiha hewl didin ku xurtkirina pêşkêşkirina lîstikvanan bi bilindkirina asta bedenî, li ser tevgerên lezê û zîrbûna di dema lîstinê de girêdayî ye. Ji ber ku lîstika firokê di asta yekemîn de bi jîrbûnê ve girêdayî ye. Lîstikvanên ku wê beşdarî tevlî pêşbirkan dibin bi xurtkirin û pêşxistina lîstinê di dema perwerdekirinê tên hilbijartin. Taybetmendiyên lîstikvanan eve ku xwedî exlaq û laşê werzîşî ên pêwîst bin, ji lîstikê hez bikin û ji bi perwerdekirinê hatibin hilbijartin. Taktîka di maçê de tê pejirand encama perwerdekirinê ye û di dema perwerdekirinê de li ser taktîkek normal e.”
Di derheqê heman mijarê de jî, listîkvan û captanê tîma Stêrk Sîwan Ehmed anî li ser ziman ku bi sedema werzîşê û avakirina tîma Stêrk cihê keyfxweşiyê ye û wiha got: ” Di destpêkê de jî min li dibistanê dilîst û min gokafiroke jhezkir di avabûna yane ciwanên Amûdê bûm, piştre jî yane tîma Stêrk bûm. Bi giştî lîstika gog firokê lîstikek ya jinaye. Em dikarin bêjin ku ji ber vê pêşxistina tîma Stêrk ejî bibim alîkar. Di asta Sûriyê û herêmê de bibin tîma herî serkeftî a jinan. Ji ber ku min hevalên xwe naskirin û em bûne mîna malbatekî. Di dema destpêkirine maçê de em moralên wan bilndikin. Em ji hev re dibêjin û hevra dibin hêza moral û serkeftinê. Em weke zayenda jin serkeftinê pir hezdikin, ji wê ye em heneka carna tîma hevrikê xwe dikin.”
Herî dawîyê listikvana tîmê a binavê Roj Hec Qasim jî nêrinên xwe wiha anîn li ser ziman: “Em gelekî spasiya Rêveberiya yane Stêrk dikin. Ji ber ku gelekî piştgiriya me dikin û listikvanan re dibin alîkar. Ez werzîşê pir hezdikim û hewildidim ku bibim lîstikvanekî pisporê goga firokê. Di demê pêşde xwastekamin eve ku ez bibim lîbero. “