Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa Rojava bi têkoşîn û berdêlên giran hat afirandin

26/01/2025
in POLÎTÎKA
A A
Şoreşa Rojava bi têkoşîn û berdêlên giran hat afirandin
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo

Çirûska yekemin a şoreşê li Rojava destpêkir û bi têkoşîn û berdêlên giran ev gav hate avêtin. Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hilweşandina Rêveberiya Xweser dixwaze gelê kurd bê îrade û bê statû bihêle.

Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Rojava siyasetek qirêj dimeşîne

Dewleta Tirk a dagirker di nav amadekariyên dagirkirina şareşa Rojava û bê îradekirina gelê ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dijîn bike, dest bi êrîşên qirkirinê kiriye. Ji bo ku pilanê wan yên qirêj  ney famkirin siyaseteke wiha qirêj pêş dixe.  Siyaseta şefe faşîst ErdoGan û Bahçelî  stratejiya şerê taybete, pişte ku pilanên xwe yên ji bo Sûriyê û Rojava tamam bikin serî li taktîkên cur be cur didin.  HTŞ’a ku xwediyê wî dewleta tirke dixwaze  bi desteka Emerîkayê Rojava tune bikin û kurdan mecbûrê teslîmiyetê bikin ku kurd devji tekoşînê berdin û pêre jî zext liwan bikin ku dewa nasname, rumet û azadiya xwe nekin, dema ku dewlet Bahçelî dibêje armanca me tunekirina PKK’ ê ye wî demê eşkere dike ku wan dev ji qirkirina kurda bernedaye, ev jî diyardibe ku bi qirkirina kurdan sûdê ji rojava bigrin.

Dewleta Tirk polîtîkayên xapandinê pêk tîne

Carekedin derket holê ku dewleta tirk polîtîkayên derew û xapandinê  pêk tîne, dema ku rejîma BAAS hilweşiya rewşeke nû derkete holê dewleta tirk bi amadekirina komên çeteyan pilaneke nû ya êrîşan li ser Rojava pêk anî. Gelê kurd jî baş dizane ku dewleta tirk bi hezar pêrdeyan bixweze ruyê xwe yê rast veşêre jî,  carekdin  derket holê û maskeya wî ket. Jiber ku rojava ji bo kurda wek ezmûnekiye,  kî bi çi rengê nêzê rojava bibe bi hemen rengê nêze kurdan jî dibe, gelê kurd ev sedsal zêdetire jibo azadiya xwe têdikoşe ji bo wî jî berdelên mezinda û êşên mezin kişandin, tu gel  bi qansê gelê kurd li dijî pergala dewletperest netew perest û înkarker şer nekiriye û berdel nedaye, kes nikare vî rastiyê înkar bike.  Ji ber ku gelê kurd vî rastiyê baş dizane û bi salane axa kurdîstanê bi xuyna xwe av dide.

PDK dijminatiya  şoreşê Rojava dike

Ji bo gelê kurd Rojava ew cîhe ku hesreta azadiyê bi sedan salane ku  liwê zindî dibe.  Çirûska yekemin a şoreşê li rojavayê kurdistanê gav avêt û bi tekoşîn û berdelên giran hatiye afirandin.  PDK û mala barzanî ji despêkê ve dijminahiya şoreşa rojava dikin, di hemû êrîşên li ser rojava de ew bixwe jî cîh digrin û pêşengtî dikin. Di berxwedana Kobanê de hatina hêzên pêşmerege yên ji bo kobanê li ser zeqta raya giştî bû ji ber ku gelê kurd li çarparçeyan li pişta kobanê rawestiya û serî li hember êrîşan hilda,  barzanî ne bi dile xwe be jî di nav pêşmergeyan de cîh girtin, herkesek dizane ku yên ku zextê li pêşêmergeyan kir û hewilda ku biçe rojava tevlî berxwedanê bibe û piştgirî bide û Barzaniya neçarkir hewildanê YNK bû. Pêşmergeyên ku hatin Kobanê bi giranî pişmergeyên YNK bûn, pişte ku barzanî bi awayek eşkere dijminatiya rojava kir û ambargoyekî tund danî ser rojava û li kêleka dewleta tirk dîsa cîh girt û êrîşan rawa kir ev jî wî heqîqetê carekedin eşkere dike. Bi her awayî sekna barzanî ya li kêleka dewleta tirk a mitinger qirker û talanger a ku ev sedsalin dixwaze kurdan tunebike û ji bo ku vî pêk bîne her cûre zilmê bimeşîne hertiştê radixe ber çavan, ger barzanî  PDK’ê li gor kurdbunê tevbigeriyana îro dewleta tirk wiha nedikir û li dijî dewleta tirk wê şerbikira.

Dewleta tirk dixwaze ku li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi hilweşandina rêveberiya xweser gelê kurd bê îrade bike û nebe xwedî statû, ji ber wî jî amadekariyê dagirkirina axa rojava bi berfirehî dike, sedema ku heta niha nekariye plana dagirkeriyê û qirkirinê pêk bîne berxwedana gelê rojava û hêzên şoreşger yên rojava ye.

Dewleta Tirk dixwaze DYA bikşîne nava peymana xwe

Dewleta tirk hewil dide berxwedana rojava ya ku bi tena sere xwe nekariye bişkîne bi anîna hemû komên çeteyên li sûriyê derbasê Rojava bike ku bişkîne,  li aliyêdin jî dewletên yekbûyî Emerîka jî bikşîne nava pêymana xwe ku piştgiriya wî bigre û plana xwe pêk bîne, Barzanî û PDK’ê jî dixwazin li gor encamên ku  dewleta tirk bi dest dixe, dest bi tevgerê bikin ev jî dide diyarkirin ku barzanî û PDK’ ê ne li kêleka gelê kurdin li kêleka dijminê gelê kurdin û hewildana tunekirina gelê kurd dane, dewleta tirk jî jivî nêzîkatiya PDK’ê sûd werdigre û hewil dide ruyê xwe yê rast veşêre û dibeje emê li rojava PKK û YPG’ê tune bikin mixabin vî jî birkiriye ku li rojava ji bilî PKK û YPG ‘ê jî kurd hene.

Erdoxan wekê dûpişkê ku jehra xwe belav dike

Dewleta Tirk dema ku qirkirina kurdan pêk tîne mala barzanî dide kêleka xwe û bivî renge dixwaze nîşan bide ku ew ne li dîjî kurdane ji ber ku ew difikire ku bi awayek eşkere beje ku ew dijminê kurda ye ewê bibe sedema bertekan û di siyaseta navnetewî de zehmetiyan bikêşe ji ber vî fikarê barzaniyan dide cem xwe û ûsa dide xuyakirin ku ew ne dijminê kurdane, serokê partiya  MHP’ê dewlet Bahçelî behsa kurdan û biratiya  bi kurdan re kir. vî nêzikatiya wan a li rojava politikaya qirêj a dewleta tirk derxistiye holê erdoxanê faşîst ustayê derew û siyaseta qirije, eynî weke dûbêşkê ye ji durde xwe feqîr dike û ji nezde jî dema pêve dide jî jehra xwe belav dike. Planên wî yên rojava  hemû derewên wî eşkere kir û ruyê wî yên rast derxist holê. Pewîste gelê kurd li her dere ji bona parastina nirxê şoreşê bikeve pozisyona parastinê û her kesê ku didêje ez welat parêzim xwedî li rojava derkeve.

Post Views: 119
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.