Hemza Sêvo/ Qamişlo
Şanoger Îsa Oso diyar kir ku Bavê Teyar bi karê xwe yê hunerî rasterast diket dilê civaka kurdî de û gelê kurd hemû bi şehadeta wî bi bandor bû û wiha got: “Wê tu kes nikaribe şûna Bavê Teyar bigire, lê em ê li ser şopa wî bimeşin.”
Şanogerê Kurdistanî, raz û sirê kenê ku ji dil derdiket xwediyê wê Bavê Teyar bû. Ew jêdera kenê zarok, ciwan, kal, pîr û rûsipiyên kurdan ê bi dehê salan bû. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kîndar bûn ji vî kenî û xwestin ji holê rakin.
Di wê kêliya ku Bavê Teyar û bi dehan kesên sivîl ê Kantona Cizîrê li ser Bendava Tişrînê berxwedanî didan meşandin, dewleta Tirk êriş li ser nobekarên rûmetê kir. Li wê deverê Bavê Teyar şanoyên berxwedaniyê û rûmetê ji tevahiya gelên cîhanê pêşkêş dikir.
Di encama vê êrişê de Bavê Teyar ê bi navê Cuma Xelîl birîndar bû, piştî wê jî bi sedema birînên dijwar gihaşt asta şehadetê. Şanogerê kurd ji salên 90’î ve mijûlî şano û fîlman dibe û lîstikvanekî herî serkeftî bû. Ji wê demê heta roja şehadeta xwe bi Şoreşa Rojava re hunera şoreşgerî dikir. Derbarê huner û şehadeta wî de, hevalê wî yê şanoyê û endamê Koma Şehîd Osman, Îsa Oso ji rojnameya me re axivî.
‘Ew rasterast diket dilê civaka kurdî’
Îsa Oso da zanîn ku Bavê Teyar bi hunera xwe diket dilê civaka kurdî de û wiha got: “Bavê Teyar di sala 1999’î de bi koma xwe dest bi xebata şanogeriyê kir, lê berî wê di salên 90’î de wî karê şanoyê dikir. Bi riya fîlim û şanoyên xwe yên destpêkê û yên dawîn de jî nameyên taybet didan. Wî dixwest êşa miletê kurd û nexweşiyên di nav civakê de, bi rengekî komîdî çareser bike. Dema ku li fîlmên Bavê Teyar ên destpêkê tê temaşekirin komîdiya derdikeve pêş, lê ew komîdiya jî ne bêarmanc e. Nemaze di fîlmê Bavê Teyar Mêrê Di Jinan û hwd… em dibînin ku pirsgirêkek di civakê de hene û Bavê Teyar dixwaze wan bi şêwazê xwe çareser bike. Ew yekemîn kes bû ku bi riya fîlmên xwe civaka kurdî bike yek. Bi tevahiya gelê kurd Bavê Teyar nas dikir, çi li Rojava, Bakur, Başûr û an jî Rojhilatê Kurdistanê ba. Sedem jî ew bû ku Bavê Teyar dema ku dest bi xebatê kir, ew ji mijarên civakî dest pê kir. Lewma jî ew rasterast kete dilê civaka kurdî de û heskirina temaşevana hişt ku ew binavûdeng bibe.”
‘Bavê Teyar rihê biratî û hevaltiyê li gel me ava kir’
Oso diyar kir ku Bavê Teyar rihê hevaltî-biratiyê di nav me de ava kir û wisa domand: “Wî di şertûmercên zehmet, zexta rêjîma wê demê û astengiyan dikarîbû nameyeke xurt bide gelê kurd û pirsgirêkan çareser bike. Hêjayî gotinê ye ku Bavê Teyar di her maleke kurdî de bû û di dilê her kurdekî de bû. Dema ku fîlmekî wî derdiket, roja din zarok, ciwan û mezinan gotinên wî di kolanê de bi kar tanîn. Ev jî tê wateya ku tiştê Bavê Teyar di fîlmên xwe de gotûbêj dikirin rasterast diket dilê cemaweran de. Şanoyên wî bêhtir rengê civakî distand. Wî dikarîbû di demeke kurt de mijarekê çêbike û bixe şano, pê re jî pêşkêş bike an jî fîlmekî biafirîne. Koma me ya Ş.Osman ne mîna her komekî ku endamên wê ji gelek deveran were. Lê belê em weke bira û heval bûn, ê ku ev rihê hevaltî û biratiyê di nava me de ava kir jî, Bavê Teyar bû. Berî ku Bavê Teyar bi xwe hizir kiriba, ew diket xema hevalê xwe. Ji milê xebata şano an jî fîlmekî ve, da ku ew berhem serkeftî hatiba çêkirin wî dikarîbû gelek caran pirovayan vegerîne. Hêjayî gotinê ye jî ku ew geleke bi serkeftinê ve girêdayî bû.”
‘Emê hertim li pey şopa Bavê Teyar bimeşin’
Şanoger Îsa Oso anî ser ziman ku ew nahêlin Bavê Teyar were ji bîr kirn û wiha axivî: “Teyar got; em weke hevalên wî û tevahiya gelê kurd bi şehadeta Bavê Teyar bandor bûn. Dema ku konê şehadeta Şehîd Osman di sala 2013’an de li dar bû, Bavê Teyar soz da û got ji niha û bi şûn de wê navê komê li ser navê Ş.Osman be. Wî soz da ku ew ê li ser şopa Ş.Osman xebata koma şanoyê bi hev re bidomînin. Bavê Teyar soza xwe bi cih anî. Ji niha û bi şûn de gelo em ê bikaribin vê hêzê bidin hev û cihê wî dagirin? Na, ji ber ku ew bû yê ku hêz dida me û ew bi xwe çû, êdî gelo wê kî cihê wî dagire. Eger ez bêjim jî wê zehmet be, bi rastî tu kes nikare cihê wî dagire. Wî bi şehadeta xwe û keda bi dehê salan riya hunerî bi dawî kir. Ji ber keda ku Bavê Teyar dabû, em ê weke Koma Şehîd Osman bi hemû derfeta xwe kar bikin. Herwiha em ê li ser şopa Bavê Teyar û şehîdên bêriya wî bimeşin. Em hêviya Bavê Teyar û navê wî û şehîdên xwe li erdê nahêlin.”