Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Armanca me pêkanîna Yekrêziya Kurdî ye’

26/01/2025
in POLÎTÎKA
A A
 ‘Armanca me pêkanîna Yekrêziya Kurdî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim/ Qamişlo

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ ê Perwîn Yûsiv diyar kir ku ew hemû hewldanên xwe dikin ku yekrêziya kurdî pêk were û wiha got:  “Di dema niha de em haziriya kongirekî navnetewî dikin, ev kongir wê ji bo çarenûsa gelê kurd bê li darxistin.”

Piştî rûxandina rêjîma Bass û hatina hikumeta Sûrî ya demkî gelek guhertin li tevahiya Sûriyê çêbûn û tevahiya gelên Sûriyê di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Wekî gelê kurd jî ya herî girîng ji bo bidestxistina mafên xwe di Sûriya nû de, pêkanîna yekrêziyê ye.

Di derbarê hewildanên pêkanîna yekrêziya kurdî de hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat  PYD’ê Perwîn Yûsiv ji Rojnameya me re axivî.

‘Gelê Kurd birêxistinkirî ye’

Perwîn Yûsiv da zanîn ku ew  hemû hewldanên xwe dikin ku aliyên kurdî bigihînên hev û wiha got: “Me gelek kar û xebat ji bo yekêtiya kurdî daye meşandin û gelek rêbaz bikaranîne, ew rêbaz jî ku em aliyên kurdî nêzî hev bikin û dest bi diyalokan bikin. Herwiha bi ketina Rêjîma Bass û hatine hikumeta demkî ku beşekî mezin ji axa Sûriyê kiriye bin kontirola xwe ku her kes matmayî ma û ka wê rewşa Sûriyê ber bi kû ve biçê. Ji ber vê yekê ji 8’ê Berfanbara 2024’an ve rojev bi giştî hate guhertin û ka wê çarenûsa gelê Kurd di Sûrîya nû de çibê, ev pirs tê kirin. Ji ber vê yekê divê demê de em yekêtiya kurdî ava bikin û gelê kurd birêxistinkiriye û xwedî partî û saziyî ye. Di nava vê aloziya Sûriyê de jî gelê kurd rêveberiya xwe daye avakirin. Herwiha aliyên kurdî bi du aliyan ve hatiye girêdan, aliyek sîstem û hêza xwe bi xwe ava dikê û li ser erdê kar û xebatên xwe li gorî pêdiviyên gel dide meşandin, ev alî jî yê Rêveberiya Xweser e.”

‘Pêwîste di navbera aliyên kurdî de rûpeleke nû bê vekirin’

Perwîn Yûsiv eşker kir ku piştî rûxandina rêjîma Bass dem hatiye ku yekîtiya kurdî were avakirin û wiha domand: “Em di pêvajoyekê de ne ku pêwîste em  îro berî sibe yekêtiya xwe avabikin.  Divê gelê kurd bi hemû hêza û partiyên xwe dest bi diyalokê bikin, ji ber ku rewşa Sûriyê hatiye guhertin û pêwîste em xwe bidin guhertin û rûpeleke nû vekin. Di vê rewşa niha ya Sûriyê de, divê ku em destek bin, ji bo ku em karbin baweriya bi hêviyên gelê kurd bînin, tê xwestin ku em yekêtiya xwe çêkin. Herwiha çarenûsa gelê Sûriyê bi giştî tê guhertin û çarenûsa gelê kurd di Sûriya nû de çawa bê û pêwîste di destûra Sûriyê ya nû de mafê gelê kurd hebe. Divê em yek helwestbin ji bo çarenûsa gelê kurd. Ji ber vê yekê gelek instantîf dest pê kirin û di sala 2018’ an rêveberê giştî yê Sûriya Demokrat  Mezlûm Ebdî insînatîveke destpêkirbû ji bo ENKS’ê û PYNK bigihînê hev. Di heman demê de israr hebû ku yekîtî çêbibê lê ji sala 2020 heta 2024 de ev diyalok hatibû rawestandin. Lê niha rewşa herêmê hatiye guhertin û pêwîste diyalokên ku hatine rawestandin bi rûpeleke nû bên destpêkirin.”

‘Divê ENKS’ ê li gorî doza kurdî tevbigere’

Hevseroka Partiya Yekêtiya Demokrat  PYD’ ê Perwîn Yûsiv axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku em rûpeleke nû vekin me bangewaziya yekitiyê kir û gelek daxuyanî dan, herwiha bi riya van insitantîfan me xwest ji ENKS ’ê re bêjin û em dixwazin hev re li ser masyekê rûnin û bi riya dîyalokê pirsgirêkên xwe çareserbikin. Lê mixabin heta roja îro ENKS’ê nehatiye li ser masê û çiqasî me civînên berferih çêkirin hazir nabe û astengiyên li pêşiya vê yekêtiyê derdixe. Ji xwe xuyaye  ku îradeya ENKS ê ’ ne di destê wê de ye û di destê dijimên kurdan de ye ku nahêlin gelê kurd bibin yek. Pêwîste ENKS’ê ji hişmendiya dewleta Tirk xwe derxin û em bangewaziyê dikin ku ENKS ê vegerê li ser refa kurdî û di nava gelê xwe de siyasetê bikin, ji bo berjwendiya gelê xwe. Niha me haziriya kongirekî navnetewî dikin û piştî serê salê ye û me vexwenidname ji ENKS’ ê gelek partiyê din bixwazin û di vê kongirê de wê wesîqe were derxistin û nêrînên me bibin yek ku ka wê pêşeroja gelê kurd di Sûriya nû de çibê.”

Post Views: 134
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.