Amara Baran/Qamişlo
Rojnamevan Naz Roza Ozek got ku Ragihandina azad di eşkere kirin û deşîfre kirina rastiya şer û siyaseta qirker de rolekî sereke lîst û dileyîze ku dewleta dagirker û rayedarên wê ewqasî acîz û bêçare dimînin ku rojnamegeran dikin hedef.
Dewleta tirk a dagirker ji bo ku rastiya ji holê rake û dengê çapemeniya azad tune bike li Bakûrê kurdistanê bi girtinê li rojavayê kurdistanê jî bi qetilkirin û gef xwarinê rojnamevanan dike hedef. Herwiha bi qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan û bi gef xwarin û binçavkirina rojnamevanan carekedin ispatkir ku dev jî sûcên xwe yên li ser medya û ragihandinê bernedaye. Nûçegîhana Ajansa Welat Naz Roza Ozek di vê çarçoveyê de ji rojnameya me re axivî.
Hedefgirtina rojnamevanan sûcê herê giran yên şere
Naz Roza anî ziman ku Ragihandina azad di eşkerekirin û deşîfrekirina rastiya şer û siyaseta qirker de rolekî sereke lîst û dileyîze ku dewleta dagirker û rayedarên wê ewqasî acîz û bêçare dimînin ku rojnamegeran dikin hedef û wiha domand” Heya niha gelek rojnamegerên ragihandina azad hatine hedef girtin û bi giranî bi riya siwîkastan ev yek hatiye kirin. Herî dawî jî rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan rastî êrîşekî hovane ya dewleta Tirk a dagirker hatin û şehîd bûn. Li çar aliyê cîhanê hedef girtina rojnamegeran wek suçekî herî giran yê şer tê hesibandin û wek gavên dermirovî tê dîtin. Dewleta herî zêde rûreş û xwedî lîsteya dirêj ya suçên şer e, îro dewleta Tirk û hevkarên wê ne.
‘Bi girtin û qirkirinê aşitî pêk nay ê’
Naz Roza got em wek rojnamevan em di bin şert û mercên herî giran û zextên herî zehmet de kar û xebatê dikin û her roj rojnamevan têne hedefgirtin. Li gor daxûyaniyên Partiya DEM’ê xûya ye hemû hevdîtin erênî derbas bûn e. Lê pêla girtin û desteserkirinê ku hatiye destpêkirin dide xuyakirin ku dewlet dev ji siyaseta qirkirinê bernade. Her roj êrîş li dijî Rojava pêk tên, ger behsa aşitiyê tê kirin divê dewleta tirk dev ji siyaseta qirkirinê berde.”
`Dewleta tirk qetilkirina rojnamevanan ji xwe re rawa dibîne’
Naz Roza diyarkir ku; behsa pêvajoyê dikin lê girtîgehên Tirkiyeyê jî dijî kurdin. Tecawizkar, tiryakkêş û dizî li tirkiyê li derve ne, lê kesên xwende, ronakbîr, rojnamevan di girtîgehê de ne. Dewleta tirk naxwaze cîhan rastiya wê bibîne û siyaseta wê ya gemar û qirêj nasbike, ji ber vê yekê jî Nazim û Cihan qetilkirin. Nazim û Cihan rûyê rast yê dagirkeriya tirk eşkere kirin, ji bona wê yekê ew kirin hedef. Bi nûçe û îradeya ku nîşandan bûn moral û bûn mînaka cesaretê. Li gel êşa me ewqas giran bû cenazeyên wan bi rojan hate sekinandin ji bo li bakûr were definkirin, lê bi malbatên dil bi êş re weke ku henekê xwe bikin bi rojan li ser rêyan bi hêviyeke cenazeyên zarokên wan dê were dayîn hate leyîstin.
‘Çi dibe bila bibe emê li ser şopa heqîqetê bimeşin’
Naz Roza wiha axaftina xwe domand” Bi salan e şereke qirêj tê meşandin û di vê şerê ku bi destê çeteyên paramîlîter destpêkirine de tê xwestin ku kurdan biqedînin li ser rûyê dinyayê. Dixwazin kurdan tine bikin û dema dengekê ji bo azadiyê dibhîzin dixwazin wî dengî qut bikin. Em rojnamevan jî, çi dibe bila bibe emê li ser rêya heqîqetê tevbigerin. Rastiya şêra ku niha li bendava Tişrîn û Karakozaxê tê jiyîn bi saya çapemeniya azad, hemû cîhanê dît ku berxwedanî di kîjan astê de tê meşandin û gotinên çapemeniya dewleta tirk a şerê taybet vala derketin.
‘bêdengiya saziyên navnetewî hevkariya wan ya bi dewleta tirk re nîşan dide’
Naz Roza di dawiyê de balkişand ser bêdengiya saziyên navnetewî li hemberê girtin û qetilkirina rojnamevanan û got” êrîşên li ser çapemeniya azad êrîşên li ser rastiyê ne. Hêza çapemeniya azad bi heqîqetê çavên wan ditirsîne, ji ber ku qirêjiyên wan radixe ber çavê cîhanê dibin hedef. Divê ji her milî ve xebatkarên çapemeniya azad bên parastin û mafê wan yên nûçegîhaniyê neyê binpêkirin. Ruxmê ku li ber çavên saziyên navnetewî rojnamevan tên girtin û qetilkirin, lê bi tu awayî bertek li hemberê girtin û qetilkirina rojnamevanan nîşan nedan û bi tu awayê nerazîbûnên xwe neanîne ziman. Bêdengbûna wan tê wateya piştgirîdayina hêzên pramîlîter e, û hemû jî bi yek hedef û armancê êrîşên xwe didomînin. Pêwîste gelê kurd bi yekbûna xwe li pêşiya êrîşên li ser rojnamevanan bigre û nehêlin dengê rastiyê qut bibe. Di dawiyê de emê weke çapemeniya azad li hemberê siyaseta qirkirinê ya ku dagirkeriya tirk li ser gelê me dide meşandin her tim di nava têkoşînê de bin û ev erkekê me yê dîrokî ye.”